Haval û jina pêxember û İnsanê ewûl Hz. Adem (a.s), dîya beşerîyetê û jina
ewûl.
Di derheqê dema xuluqandina Hz. Hewwayê û çawa hatiye xuluqandinê de gelek
rîwayet hene, lê dîsa jî em di vê mijarê de ne xwedî zanîneka yêqîn in. Lê em
bi vêya dizanin ku ew ji Hz. Adem (yan jî ji maddeya ku Adem jê hatiye çêkirin)
hatiye xuluqandin.
Ew ê ku hûn ji yek nefsekî xuliqandine û ji bo ku dilê wî (Adem) sikûnê bibîne, ji wî hevala wî çekiriye ew e. Dema xwe lê rapêçand-nuxamt (çû balê) hevala wî barekî sivik hilgirt (hemîle ma). Demekê ew gerend. Dema (hemla wê) giran bû, her duyan ji Xwedayê ku Rebbê wan e re wiha dua kirin: “Eger tu zarokekî salih bidî me, em ê bibin ji şikurdaran.” (E’raf:189)
Gelî însanan! Ji wî Rebbê xwe yê ku hûn (hemû) ji yek nefsekê (canekî) xuliqandine û ji wî hevala (hevjîna) wî xuliqandiye û ji her duyan gelek mêr û jin (li ser rûyê erdê) belav kiriye û ji wî Xwedayê ku hûn bi (qedrê navê) wî daxwazê ji hev dikin bitirsin û ji qetandina têkiliya di navbera mirovatiyê xwe biparêzin. Bêşik Xwedê muraqibê/çavnêrê ser we ye. (Nîsa;1)