Xutba Xatirxwestinê etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Xutba Xatirxwestinê etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

14 Mayıs 2020 Perşembe

XUTBA XATİRXWESTİNÊ

Ev xutbe, ji alîyê pêxemberê îslamê Hz Muhammed (S.A.V) ve di sala Hîcrî 9, mîladî 631 de li Mekkê Çîyayê Erefatê di hizura 140,000 kesî de hatiye xwendin.

Hemd ji bo Xweda ye. Em ji wî re hemd dikin û ji wî mexfîretê dixwazin û ji wî re towbe dikin. Em ji şerrên nefsa xwe û gunehên emelên xwe, xwe dispêrin Xwedê Teala. Kesê ku Xweda wî bigîhîjîne ser rêya rast, yê ku wî bixerifîne û kesê ku Xweda wî bixerifîne jî yê ku wî bide ser rêya rast , tune.
Ez şehadet dikim ku: Ji Xweda pêve îlah tune. Ew yek bi tenê ye û heval û şerîkê wî tuneye. Ez dîsa şehadet dikim ku: Muhammed (S.A.V.) evdê wî û pêxemberê wî ye.