Xweda-5 etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Xweda-5 etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

9 Mayıs 2020 Cumartesi

XWEDA-6

BERDÊLA QENCÎYAN ZÊDE ZÊDE DİDE.

Xweda, bi qasî misqalê zerre neheqîyê nake. (Di vê giranîyê de) qencîyek hebe, wî qat bi qat zêde dike û ji bal xwe ve ecîrekî mezin dide wî. (Nîsa-40)
Ji ên qencî kirine ra, qenctir û zêdeyîk heye. Ne rûreşî bi wan digre û ne jî zillet. Han evanan ehlê cinnetê ne. Wê di wir da dewamî bimînin. (Yûnis-26)
Xweda bi vî awayî mizgînê dide evdên xwe yê bawerî anîne û karên qenc kirine. Bibêje: “Ez ji ber vêya ve, ji hizkirin û nêzbuna we pêve tu ucretekî  ji we naxwazim. Kî karekî qenc bike, em qencîya wî zêde dikin. Lewra Xweda, Xefur û Şekur e (ew berdêla şukrê dide).(Şûra 23)
Wê rojê tu dibînî ku, nûra mêr û jinên mu’mîn di pêşîya wan de û li milê wan ên rastê dimeşe. (ji wan ra tê gotin:) “Îro mizgîna we cinnetên di binî de çem diherike ku hûnê tê da dewamî bimînin heye. Xelasîya mezin ev e. (Hedîd-11)

XWEDA-5

Lİ SER HER TİŞTÎ WEKÎL E


Qe hukumranîya te li ser evdên min tune. Ji wekîlîyê ra Rebbê te besî te ye.(Îsra-65)
Xweda xaliqê her tiştî ye û li ser her tiştî wekîl e. (Zûmer-62)

Jİ WÎ PÊVE DOST Û ALÎKAR TUNE.

Xweda, bi dijminên we çêtir dizane. Ji dostanîyê ra jî, alîkarîyê ra jî Xweda bes e. (Nîsa-45)
Hûn li erd û esmanan nikarin Xweda aciz bihêlin. Ji we ra ji xêynî Xweda ne dost û ne jî alîkar nîne. (Enkebut-22)
Mulkê erd û esmanan ê Xweda ye. Ewê dimirîne û vedijîne Ew e. ji Xweda pêvtir dost û alîkarê we tune. (Tewbe-116)
Ewê erd û esman û ên di nabeyna wî da, di şeş rojan de xuluqandiye û paşê  istîwayê Erşê kiriye, Xweda ye. Ji we ra ji wî pêve alîkar û şefaetvan nîne. Ma hûn hê jî nafikirin-şîretan nagrin. (Secde- 4)
Lewra ew, tiştekî ku ji Xweda were, nikarin ji te def bikin. Bêşik zûlimkar dostê hev in. Xweda ji, dostê mutteqîyan e. (Casîye-19)