1.
Eger mal di destê çikosan de, çek di destê tirsonekan
de û îdare di destê bêaqilan de be; nîzam xerab dibe. (Hz. Ebu Bekir
r.a )
2.
Çavê xwe ji heraman parastin, ji şehwetê re
çi perdeyek rind e. (Hz. Osman r.a)
3.
Ên li pêy tiştên bê lizûm direvin, tiştên bi lizûm ji
dest xwe direvîne. (Hz. ‘Elî r.a)
4.
Kesê bi tîlaweta Qur’anê feyza rûhanî sîrayetî dilê wî
kiribe, bi fîrqeta dostên xwe nakeve halê wahşetê. (Hz.
‘Elî r.a)
5.
Dema aqil temam bibe, gotin kêm dibe. (Hz.
‘Elî r.a)
6.
Kesê bibe xwedî fikrê kûr, nezera wî jî, rind
dibe (Hz. ‘Elî r.a)
7. Di îbadeta bê îlim û tîlaweta Qur’anê a bê tefekkur de xêr tune. (Hz. ‘Elî r.a)