Li
Ser Etîmîlojî Û Koka Peyva Spas
سپاس
spas,
memnûn, teşekur, şikir malî ava, Xwedê jê razî be:
Min di piçûktîya xwe de peyva “spasê” qe nebihîstibu. Li
gundê me kesî ev peyv bikar nedianî. Dibeku birastî jî li cem me ev peyv,
nedihat bikaranin, yan jî hatibe jibîrkirin. Li cem me bi pirranî em dibêjin:
“mala te ava, Xwedê ji te razîbe.” Nêzîkî vîya peyvek din jî em bikar tînin ew
jî, “berxwedar” e. Berxwedar dema ku yek ji yekê re dibeje: “qewet be” yan jî
“berket be” ê din jî bersiva wî dide û dibêje: “berxwedar bî, xêr hatî
selamet.” Piştî ku em hatin bajêr, piçekî bi sîyasetê ve mijul bun, em pirr
rastî peyva spasê hatin. Kurdên çep pirr rehet ev peyva bikar dianî, heta ji
bona ku çepîtîya xwe bikutin çavên mirov, bi qestî jî bikar dianîn.
