DESTPÊK
NAVÊ SÛRETÊ: Sûretê navê xwe ji ayeta yekemin kelîma “Eshab’ul Fîl” girtî ye.
DEMA DAKETİNA SÛRETÊ: Di piştî Sûreta Kafîrûn li mekkê hatiye daxistin.
SEDEMA DAKETİNA SÛRETÊ: Sûret qala sefera ku hêzên Hebeşîstanê ajotibun ser
Mekkeyê dike. Wê demê yêmen di bin qontrola Hebeşîyan de bu. Walîyê Hebeşan
Ebrehe li Sanayê Dêrek mezin lêkiribu. Bi vî awayî dixwest hemu ereban li vir
bicivîne û her sal erebên ku ji bo hecc û ticaretê diçin Mekkeyê werin wir û di
alîyê sîyaset û ekonomîyê de hêzekî qewîn bi dest xwe bixe. Ji bona ku vî plana
xwe bîne cî, zîyareta kabeyê û tîcareta li ser behrê çêdibu yasax kiribu.
Rojekî ji ereban çend xort diçin vê dêre pîs dikin û zirarê didine dêrê.
Ebrehe vê buyerê dike mane û di sala 571 de bi arteşa ku ji 60.000 eskerî û 3 (li gorî rîwayetekî 9) fîlan tê holê Dajo ser Mekke yê.