1. Hûn di çi şert û
mercî de dibin bila bibin gava we azan bihîst rabin nimêjê.
2. Qur’ana Kerîm
bixwînin, bikolin û guhdar bikin. Demek hindik be jî, bi karên bêkêr re mijul
nebin.
3. Bi zimanekî xweş
biaxivin. Lewra ev nîşana Misilmantîyê ye. Bi Erebî hîn bibin, lewra Qur’an
herî xweş bi Erebî tê fahmkirin.
4. Di tu mijarê de
zêde minaqeşê nekin. Lewra peya (rîya) tu carî bi kêrî tiştekî nayê.
5. Zêde nekenin.
Lewra dilê bi Xwedê ve bi sekin û waqar e.
6. Qeşmerîyê nekin.
Lewra milletek mucahid ji ciddîyetê pêvtir tiştekî nasnake.
7. Dengê xwe bi
qasî ku guhdarvan dibihîse bilind bikin. Dengê bilind ezîtî û ezîyetê dide
mirovan.
8. Di pêy yekê de
neaxivin û rewşa wî piçûk nebînin. Di pêy wî de ji xêrê pêvtir bi tiştekî
neaxivin.
9. Dema hûn di rê de rastî birayekî xwe hatin, ew nexwazin jî xwe bi hev bidin naskirin.