Ji Evdullah îbn Ebbas (r.a) hatiye rîwayetkirin:
Gava Resulullah (s.a.v) Muaz b. Cebel şand Yêmenê [8] jê
re wuha got:
Bi rastî tu diçî cem qewmekî ku Ehlê kitêb e [9]. Li gor
vîya, wan dawetî şehadeta (peyva) ku Ji Xweda pêve îlah tune û ez jî resulê
Xweda me bike. Eger îteatî vîya kirin; wêçaxê ji wan ra qala ferzbuna her roj û
şev pênc wext nimêjê bike. Eger îteatî vîya jî kirin, bibêje ku Xweda, zikata
ku ji zengînan tê girtin û ji xizanan re tê dayîn ferz kiri ye. Eger ji vîya re
jî îteat kirin, malê wan ên herî bi qîmet ji wan negre.[10] Xwe ji
nifirên belengazan bisitirîne! Lewra di nava dua belengaz û Xweda de perde tune
ye. [11]
Di rîwayetek li gor vê mijarê de jî, Resulullah (s.a.v) ji Muaz b. Cebel ra
wuha dibêje:
Bi rastî tu diçî cem qewmekî ku Ehlê kitêb e (gava tu çuy) berê wan gazî îbadeta ji Xweda re bike. Eger îbadeta ji Xweda re zanibin, wêçaxê ji wan ra qala ferzbuna her roj û şev pênc wext nimêjê bike. Eger ev jî kirin; bibêje ku Xweda, zikata ku ji zengînan tê girtin û ji xizanan re tê dayîn ferz kiri ye. Eger ji vêya re jî îteat kirin, wêçaxê ji wan zikatê bistîne. Eger ji vîya re jî îteat kirin, malê wan ên herî bi qîmet ji wan negre.[12]