Mêrê wê kafir û ew bi xwe jinek mu’mîne ye. Di Qur’anê de ji mu’mînan re wek jinek mînak tê nîşandan. Jina fîrewun e. “Di dewra Mûsa (a.s) de jîya ye.
Firewun di zilm û
tuxyanê de pirr pêş de çubu. Firewun hem doza îlahtîyê dikir û hem jî xwe wek
îlahên îlahan didît. “Got: Ez Rebbê we yê herî mezin im.” (Nâziât / 24)
Fîrewun mirovekî rezil û riswa bu lê jina wî Asîye tîmsalê paqijîyê durustîyê, îffet û esaletê bu. Millet ji tirsa mêrê wê bi şev jî di nav nivînê xwe de newêrî bu rehet razê. Lê asîye heya serê sibê bi tirs û xof ji Rebbê xwe re lavayî dikir û hêsrên çavan dirijand û îbadet dikir.
Qralîça Nîlê Asîye li cem Rebbê xwe gihîştibu meqameka wûsa ku Resulê Ekrem (s.a.s) wusa gotî ye: