Şeva Regayîbê etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Şeva Regayîbê etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

10 Mayıs 2020 Pazar

ŞEVA REGÂÎBÊ

Şeva Regaîbê Çî ye?

Regâîb peyvek erebî ye. Ji koka reğa-be tê. Reğa- be tê maneya xwestina tiştekî, tiştekî mirazkirin, mêyl li wî tiştî kirin û ji bona ku wî bi dest xwe bixe xebat e. 
Peyva reğîb ji reğabe çêbuye û nav e. Tê maneya tiştê ku rağbet lê tê kirin e. Muennesa wê reğîbe ye. Piranîya “reğîbê” jî, reğâîb e. Bi peyv eslê regâîbê ev e. 
Di meha Recebê de şeva roja înê ya ewul, şeva Regâîbê ye. Navê vê şevê melaîketan lê kirî ye. Her êvara înîyê bi qîmete lê gava ev herdu şevên bi qîmet werin cem hev pirtir bi qîmet dibe. Xwedê Teala di vê şevê de gelek ragîbetan (îhsan û îkraman) dide mu’mînan. Kesê ku hurmetê ji vê şevê re bike effu dike. Duaya ku di vê şevê de bê kirin qebul dibe û sewabên nimêj, rojî û sedeqan tê dayîn. Divê meriv vê şevê bi îbadet derbas bike û eger qezayên meriv hebe mirov şevê bi kirina qezayên nimêja xwe derbas bike. Kesê ku qezayê wan tunebe jî, divê bi nimêja nafîle şeva xwe derbas bike. Di vê şevê de xwendina Qur’anê, tesbîh, towbe û îstîxfar lazim e. Roja pêşemîyê girtina rojîyê û îhyakirina şevê xêrek mezin e. Di meha Recebê de girtina rojîyê pirr bi fezîlet e.