Cejna Remezanê etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Cejna Remezanê etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

10 Mayıs 2020 Pazar

CEJNA REMEZANÊ

Ji cejna Remezanê re Ereb  : عيد الفطر Ayd-ül Fitr, Faris jî: عید فطر) dibêjin. Li Kurdistana bakur berê gelê me jî, ji cejna Remezanê re digotin: “ Eyd ya Remezanê.” Lê van salê dawîn teybetî di nav xwendekaran û ên polîtîk û sîyasî difikirn de cejna Remezanê tê gotin. Li nav gel de hê jî piranî xelk dibêjin eyd.

 Cejna Remezanê li gor salnama Hîcrî di sê rojê meha Şewalê ên ewul de tê kirin. Roja berê cejnê Erefe ye.        

Ji bona ku hesabê salnama Hîcrî li gor hîvê tê bikaranîn, sal li gor salnama mîladî ku li gor rojê ye 11-12 roj kin e. Ji ber vê yekê her sal  rojî ji sala berê 11-12 roj berê tê giritn. Nêzîkî 33 salan carekê rojî di eynî rojan de tê girtin.