Çar Tiştên Girîng etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Çar Tiştên Girîng etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

11 Mayıs 2020 Pazartesi

ÇAR TİŞTÊN GİRÎNG

Rojekê wezîrê Nûşîrewanê adil Yûnân, nameyeka ku bi şîret û nesîhetan hatiye xemilandin ji Nûşîrewan re dişîne. Di nameyê de ev tiştanan hatiye nivîsandin:

Ya hukumdarê vê cîhanê! Bila van çar tiştanan dewamî di bin destê te de be: “Aqil, Edalet, Sebir û Heya.

Ya hukumdar! Tu çavnebarî û quretîyê, çikosîya ku sîngan teng dike û dijminantîya di dilê xwe de biqedîne. 

Ya hukumdarê vê dewrê! Hukumdarên ku berê te li ser text bun yek bi yek ji vê dinyayê destê xwe şûştin û çûn. Ên wê di pêy we de werin jî negîhîştin we.  Hûn bibin serokekî wusa ku bila padîşahê her dewrê we ji xwe re bike mînak û dema navê we derbas bu, bila herkes bi rêz û hurmet  we zikir bike.