Mana Peyva Heq û Mahîyeta Wê
Ji çanda Îslamê û istilahê Qur’anê yek ji peyva heq e. Heq di fehengê de dijî batilê ye û tê maneya hukmê ku hatiye cî, edaletê, duristîya ku hebuna wê sabîte, rastîyê (heqîqetê) Îslamê, mal û mulk, hîsse û parê, tiştê ku ji ber keda wî ve tê dayîn, wacibîyê, sadiqîyê û tiştên qethî.
Di lîteratura îslamê de Xweda heq bixwe ye û ji bona ku însanan mesud û bextîyar bike, ji bal xwe ve kitêba xwe biheq daxistî ye. Ji ber vê yekê heqê mutleq/rastî yanjî rastîyên esil bi wehya Xweda ye. Yanî rastîyên ku Xweda daxistîye û beyan kirîye heq e. Yanî heqîqet, rastî, edalet li gor mirovan nîne, li gor pîvanên ku Xwedê Teala beyan kirî ye.