Di nezera Îslamê de ji bo naskirina însanê
kamil du rê hene:
1- Dereca ewul di Qur’anê Kerîm de dereca duyemîn jî di sunnetê de lênêrîn ka İnsanê kamil çawa hatiye tarîfkirin û bi kîjan sifatan hatiye beyankirin e. Ev tabîr dibeku di Qur’an û sunnetê de di awayê însanê kamil de nehatibe tarîfkirin û bi şiklê Mislimanê kamil yan jî mu’mînê kamil de hatibe beyankirin. Lê di encamê de mexset dîsa jî, ji însanê kamil pêvtir tiştekî din nîne. Lewra eşkereye ku Mislimanê kamil însanê di Îslamê de gîhîştîye kemalê û dîsa bi eynî awayî mu’mînê kamil jî, însanê di bawerîyê de gîhîştîye kemalê tarîf dike. Welhasıl rêya naskirina însanê kamil ya yekemîn lênêrîna Qur’an û sunnetê ye ku di vê xisûsê de bi çi awayî tarîf kiriye û lêkolîn li ser van herdu esasên Îslamê kirine ku ka portra însanê kamil çawa xêz kirine û bi çi sifatan taswîr kirine. Lewra hem di Qur’anê de û hem jî di sunnetê de di vê mijarê de gelek malzemeyên îzahker hene.