Hz. Îbrahîm li Babîlê dijîya. Xwedê Teala wezîfa pêxembertîyê dayê. Li Babîlê bi Nemrud û ehlê wî re tekoşîn kir. Di vê tekoşînê de Nemrut mir û Îbrahîm û malîyên xwe ji Babîlê derketin û çûn Herranê demekê li Herranê man paşê çun Filîstînê. Li wir xelak mezin derket Îbrahîm û jina xwe Sare çun Misrê. Li wir Fîrewun xwest Îbrahîn bikuje û Sareyê ji xwe re bigre. Lê bi înayeta Xwedê Teala Fîrewun negîhîşt mirazê xwe. Fîrewun ji karê ku kiribu poşman bu û paşê carîyek da Sareyê û lêborîna xwe jê xwest.
Îbrahîm ji Rebbê xwe hinek îşaret girt. Îbrahîm Hacer û îsmaîl girt û bir
Newala Bî’r-î Şîye hişt. Li cem wan hinek nan û kedikek av hebu. Piştî ku
Îbrahîm ew li wir bicî kir xwest şunda vegere. Hacerê stuyê xwe xwar kir,
girîya û ji Îbrahîm re got:
“Îbrahîm, tu me li vê çola bêav û bêdar dihêlî û ku de diçî? “
Vê stûxwarî û girîyê Hacerê, Îbrahîm ji biryara wî venegerand. Got:
“Ew Xwedayê ferman li min kiriye ku ez we li vir bicî bikim welayeta xwe
daye ser xwe.”
Vê gotinê dilê wê hinekî rehet kir û ji mêrê xwe re got:
“Eger ev tişt bi emrê Xwedê û îrada wî çêdibe, tu di ku de dixwazî here
lewra qet gumana min tuneye ku wê Xwedê Teala rêyekî ji me re vebike û me zayî
neke.
Îbrahîm kete rê û çu. Dema hat bal çîyayêKuda vegerîya û dûr ve li
Îsmaîl û Hacerê mêze kir û got:
“Rebbê min! Ji bo ku nimêj bikin, min hinek zarokên xwe li cem Beyt-î
Herama te, li newaleke bê çandinî bi cî kirin. Êdî tu dilê hinek mirovan meylî
wan bike û wan bi hinek fêkiyan bide riziqkirin ku bila ji te re şikur
bikin.” (Îbrahîm; 37)
Hz. Hacer û Îsmaîl li çola Bîr-î Şîye’ man. Ava wan û nanê wan qedîya. Şîrê
Hacerê pirr kêm bubu û Îsmîl birçîna û tîna digirîya. Hacer li serê xwe şaş
bubu. Di vî alî û alî de direvîya lê ne av û nekesek li vê çola Xwedê hebu.
Hacer heft caran di nav girê Saffa û Merweyê de revîya çû û hat lê qe
tiştek nedît. Paşê bi bêhêvî vegerîya cem Îsmaîl, lê çi bibîne di binê panîya
Îsmaîl de avek diherike bi kelecani got: “zem zem (bisekine, bisekine).”
Pêxember (a.s) dibêje eger Hacerê bi vî awayî negota wê ava zemzemê wek
çemekî biherikîya biçuya.
Piştî ku av li wir derket holê qebîla Curhum hate destûr ji wan xwest û li
rexê wan bicî bun. Dema Îsmaîl mezin bu, bi keçek ji vê qebîlê re zewucî.
Îbrahîm carna dihate ew zîyaret dikirin û paşê şunda vedigerîya Filistînê.
Bi emrê îlahî ji Sareyê jî îshaq hatibu dinyayê.
Rojekê Îbrahîm dîsa ji Rebbê xwe hinek îşaret girt di van îşaretan de emrê
qurbankirina Îsmaîl hatibu. Dema Îbrahîm ji Îsmaîl û Hacerê re qala vî emrê
îlahî kir, her du jî ji îrada Xwedê re teslîm bun û Îsmaîl got: “Bavo tiştê ku
Xwedê emrê te kirîye bîne cî.” Lê xwedê Teala ew ceribandibun û wan ev îmtihana
bi serkeftin anî bu cî. Xwedê Teala ji wan re beranek şand û di şûna Îsmaîl de
ew beran hate qurbankirin û edeta qurbanê jî di ser vê buyreê re derket.
Piştî ku Îsmaîl mezin bu Xwedê teala fermana lêkirina Kabeyê li Îbrahîm û
Îsmaîl kir. Wan emrê Xwedê anîn cî û kabe lêkirin. Xwedê Teala di Qur’anê
de vê buyerê bi vî awayî ji me re neqil dike.
Bi bîr bînin; me Beyt (Kabe) ji mirovan re kir cihekî emîn û cihê civînê.
Hûn jî (ey gelî bawermendan) di meqamê Îbrahîm de, ji xwe re nimêjgehekî çêkin
(nimêj bikin). Û me ferman dabû Îbrahîm û Îsmaîl û ji wan re gotibû: “Ji bo
tewafkaran û îbadetkaran û rûkûkaran û secdebiran mala min paqij bikin. Îbrahîm
gotibû: “Ya Rebbî! Tu vî bajarî bike bajarekî emîn û ehlê wî yê ku bi Xwedê û
roja axîretê bawerî tînin, bi ber û fêkiyan bide riziqkirin.” Rebbê wî jî
gotibû: “Ez ê yên înkar dikin jî xweş bidim jiyandin û paşê wan neçar bikim bo
çûna agirê cehenemê.” Çi aqûbeteke xirab e ew der? Bi bîr bînin; Îbrahîm û
Îsmaîl ruknê Beytê bilind dikirin û (bi vî awayî dua dikirin û) digotin: “Ya
Rebbê me! Tu vê ji me qebûl bike. Bêşik hew tu hemû tiştan dibihîzî û zana yî
(bi hemî tiştî). Ya Rebbê me! Me bike du evdên ku ji te re teslîm bûne û ji
zûriyeta me jî, ummeteke ku teslîmî te bûye derîne. Cihê îbadeta me nîşanî me
bide û tobeyên me qebûl bike. Lewra yê tobeyan qebûl dike û Rehîm hew tu yî.”
Ya Rebbê me! Ji wan re, qasidekî ji wan ku ayetên te ji wan re bixwîne û kitêb
û hîkmetê nîşanî wan bide û wan paqij bike, bişîne. Bêşik ê Ezîz û Hekîm (xwedî
hikum û hîkmet ) hew tu yî.” (Beqere; 125-129)
Navê Hacerê di Qur’anê de derbas nabe li jîyana wê perçeyek ji jîyana
Îbrahîm û îsmaîle. Gora Hz. Hacerê di hîcrê Îsmaîl de ye.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder