15 Mayıs 2020 Cuma

Jİ TEWHÎD Û HUKMÊ ÎSLAMÊ RE DAWETİRİN

Ji Evdullah îbn Ebbas (r.a) hatiye rîwayetkirin:

Gava Resulullah (s.a.v) Muaz b. Cebel şand Yêmenê [8] jê re wuha got:

Bi rastî tu diçî cem qewmekî ku Ehlê kitêb e [9]. Li gor vîya, wan dawetî şehadeta (peyva) ku Ji Xweda pêve îlah tune û ez jî resulê Xweda me bike. Eger îteatî vîya kirin; wêçaxê ji wan ra qala ferzbuna her roj û şev pênc wext nimêjê bike. Eger îteatî vîya jî kirin, bibêje ku Xweda, zikata ku ji zengînan tê girtin û ji xizanan re tê dayîn ferz kiri ye. Eger ji vîya re jî îteat kirin, malê wan ên herî bi qîmet ji wan negre.[10] Xwe ji nifirên belengazan bisitirîne! Lewra di nava dua belengaz û Xweda de perde tune ye. [11]

Di rîwayetek li gor vê mijarê de jî, Resulullah (s.a.v) ji Muaz b. Cebel ra wuha dibêje:

Bi rastî tu diçî cem qewmekî ku Ehlê kitêb e (gava tu çuy)  berê wan gazî îbadeta ji Xweda re bike. Eger îbadeta ji Xweda re zanibin, wêçaxê ji wan ra qala ferzbuna her roj û şev pênc wext nimêjê bike. Eger ev jî kirin; bibêje ku Xweda, zikata ku ji zengînan tê girtin û ji xizanan re tê dayîn ferz kiri ye. Eger ji vêya re jî îteat kirin, wêçaxê ji wan zikatê bistîne. Eger ji vîya re jî îteat kirin, malê wan ên herî bi qîmet ji wan negre.[12]

 8-Muaz ji Yêmenê re di sala 9, ê hîcretê piştî Xezve ya Yebukê  de hatiya şandin, (w)

9- Ehlê kitêb; xeyrî muslîmên ku pêxember û kitêb ji wan re hatine şandin in.Ehlên Yêmenê jî ehlê kitêb bun.  

10- Sedema ku ji malê herî bi qiymet zikat negirtinê; li kesên xwedî mal lituf û dilê wan li Îslamê germkirin e. (w)

11- Buxârî, Zekât 1, Meğâzî 60; Muslîm, İmân 29 (19); Ebu Dâwud, Zekât 5 (1584); Tîrmîzî, Zekât 6 (625); Nesâî, Zekât 1, 46; İbn Mâce, Zekât 1 (1783); Ahmed b. Hanbel, 1/233

12- Buxârî, Zekât 41, Tevhîdî


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder