11 Mayıs 2020 Pazartesi

ŞÎRETÊN HZ. UMER

1-. Eger yekê li te xerabî kir, tu bi qencîyê wî bide cezakirin.

2. Heta ji heqîqetê fahm dike, tu rewşa birayê xwe yê musliman li ser xêrê şîrove bike.

3. Heta ji te tê, peyva ku ji devê birayê te yê musliman derketî, bi xêrê şîrove bike, wî li gor xwerabîyê şîrove neke.

4. Kesê, karê xwe yên ku wî di bin tuhmetê de dihêle muşawere dike, bira ên di derheqê wî de xerab difikire îtham neke.

5. Kesê sirrê xwe veşêre, digîhîje mirazê xwe.
6. Ji xwe re hevalên rast peyda bike, tuyê di bin sîya wan de bijî. Lewra hevalên rast, di dema hizurê de xeml, di dema tengîyê de jî, çek e.

7. Te ber bi mirinê ve bikşîne jî, ji rastîyê nezivir e.

8. Pêşkarî karê ku te elaqedar nake, neke.

9. Ji tiştê ku nebuye, netirse.

10. Hewcîyên xwe, ji kesê ku wê ji derdê te re nebe derman re, nebêje.

11. Bi derewan sond nexwe. Wê Xweda te helaq bike.

12. Bi fikra ku hînbuna xerabîyên wan be jî, bi xeraban re hevaltîyê neke.

13. Ji neyarên xwe dûr bisekine.

14. Ji dostên xwe yên ku, tu pê ne ewleyî dûr bisekine. Kesê emîn û ewle jî Ji Xweda ditirse.

15. Li goristanê di nav hurmeteka kûr da be.

16. Di dema taetê de xwe wek rebenan bibîne.

17. Eger tu bixwazî gunehekî bikî, li aqubeta wî bifikire.

18. Her karê xwe, bi mirovê ji Xwedê Teala ditirse re muşavere bike.

19- Heta ji ber xema guneh û heraman, ji tiştê bi guman dûr nesekinî,,,,, FEYDA AQİL TUNE YE.

20-
 Heta îlîm tunebe, FEYDA FEZÎLETÊ TUNE YE.

21-.Heta tu li hemberî xweda Bi dilekî nizm û Hîsîyatekî û bi hîsîyata hizkirin û tirsê bi rêyekî negrî, FEYDA XELASÎYÊ TUNE YE.

22- .Heta edalet tunebe FEYDA ÎDAREKİRİNÊ TUNE YE.

23- .Heta edeb tunebe, FEYDA ESALETÊ TUNE YE.

24- Heta comerdî tunebe, FEYDA DEWLEMENDÎYÊ TUNE YE.

25-
 Heta ewletî /bawerî tunebe, FEYDA ŞAHÎYÊ TUNE YE.

26- Heta qene’et tunebe, FEYDA FEQÎRÎYÊ TUNE YE.

27- .Heta tewazu tunebe, FEYDA BİLİNDBUNÊ TUNE YE.

28- Heta serfîrazkirina Xxweda tunebe, FEYDA XEBATÊ TUNE YE.

FİKRÎ AMEDÎ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder