Rojekê wezîrê Nûşîrewanê adil Yûnân, nameyeka ku bi şîret û nesîhetan
hatiye xemilandin ji Nûşîrewan re dişîne. Di nameyê de ev tiştanan hatiye
nivîsandin:
Ya hukumdarê vê cîhanê! Bila van çar tiştanan dewamî di bin destê te de be:
“Aqil, Edalet, Sebir û Heya.
Ya hukumdar! Tu çavnebarî û quretîyê, çikosîya ku sîngan teng dike û
dijminantîya di dilê xwe de biqedîne.
Ya hukumdarê vê dewrê! Hukumdarên ku berê te li ser text bun yek bi yek ji
vê dinyayê destê xwe şûştin û çûn. Ên wê di pêy we de werin jî negîhîştin
we. Hûn bibin serokekî wusa ku bila padîşahê her dewrê we ji xwe re bike
mînak û dema navê we derbas bu, bila herkes bi rêz û hurmet we zikir
bike.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder