11 Mayıs 2020 Pazartesi

ŞÎRETÊN HESEN EL BENNA

1.    Hûn di çi şert û mercî de dibin bila bibin gava we azan bihîst rabin nimêjê.

2.    Qur’ana Kerîm bixwînin, bikolin û guhdar bikin. Demek hindik be jî, bi karên bêkêr re mijul nebin.

3.    Bi zimanekî xweş biaxivin. Lewra ev nîşana Misilmantîyê ye. Bi Erebî hîn bibin, lewra Qur’an herî xweş bi Erebî tê fahmkirin.

4.    Di tu mijarê de zêde minaqeşê nekin. Lewra peya (rîya) tu carî bi kêrî tiştekî nayê.

5.    Zêde nekenin. Lewra dilê bi Xwedê ve bi sekin û waqar e.

6.    Qeşmerîyê nekin. Lewra milletek mucahid ji ciddîyetê pêvtir tiştekî nasnake.

7.    Dengê xwe bi qasî ku guhdarvan dibihîse bilind bikin. Dengê bilind ezîtî û ezîyetê dide mirovan.

8.    Di pêy yekê de neaxivin û rewşa wî piçûk nebînin. Di pêy wî de ji xêrê pêvtir bi tiştekî neaxivin.

9.    Dema hûn di rê de rastî birayekî xwe hatin, ew nexwazin jî xwe bi hev bidin naskirin.

10. Wezîfe ji wextan zêdetir e. Ji bo ku hûn ji wextê îstîfade bikin, xwe ji alîkarîya ku li yekî din tê kirin para nedin. Eger wezîfek we hebe, wê bi rêyek herî kurt û bi awayekî herî xweş xelas bikin.

11. Di her xisûsê de qiymetê bidin paqijîyê. Di mala xwe de, di kincên xwe de û di karxaneya xwe de lewra ev dîn li ser paqijîyê ava buye.

12. Ji ehdên xwe re, sozê xwe re û wadên xwe re wefadar bin. Şert çawa dibin bila bibin ji vanan re muxalefet nekin.

13. Xwendin û nivîsandina xwe saxlem bikin. Li ser rojname û kovarên Mislimanan pirr mitaale bikin. Piçûk be jî bila kitêbxaneyek we hebe. Eger hûn li ser tiştekî xwedî îxtîsas bun, di wê mijarê de kûr bixebitin.

14. Ji wezîfeyên hikumetê re dilxwaz nebin. Wan ji bona rizq derîyê herî teng bibînin. Lê gava ji we re hate dayîn jî, wan red nekin. Heya ku evanan ji wecîbeyên dozê re nebun manî, ji wan wezîfa neqetin.

15. Bi qismekî malên xwe, ji dozê re alîkarîyê bikin. Zikata ku li ser we ferze, bidin cemaatê. Hebuna we çiqas hindik dibe bila bibe, ji wî ji bona xizan û rebenan heqekî cihê bikin.

16. Hindik be jî, qismekî malê xwe ji bona buyerên ku di hesab de nîne cihê bikin. Tu carî bi eşyayên luks emel nekin.

17. Dewamî tobe û îstîxfar bikin. Berî ku hûn radizên çend deqeyên xwe ji bo muhaseba nefsê xerc bikin. Ji tiştê bi guman dûr bisekinin ku bila hûn nekevin heraman.

18. Ji cîyên kêf û şahîyê dûr bisekinin û li hemberî wan şer vebikin. Ji hemu cîyên qonfor û rehawetê dûrkevin.

19. Ji bona ku doza we li her alî belav bibe, li her derê bixebitin. Bi nefsa xwe re tekoşîn bikin ku bila hefsarê wê di destê we de be. Çavên xwe ji heraman biparêzin. Li hestên xwe hakim bibin.

20. Bi ruhê xwe û emelên xwe dewamî bi cemaatê re bin û dewamî xwe wek leşkerekî ku li leşkergahê ji emir re amadeye qebul bikin.

 

FİKRÎ AMEDÎ

 


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder