Regâîb peyvek erebî ye. Ji koka reğa-be tê. Reğa- be tê maneya xwestina tiştekî, tiştekî mirazkirin, mêyl li wî tiştî kirin û ji bona ku wî bi dest xwe bixe xebat e.
Peyva reğîb ji reğabe çêbuye û nav e. Tê maneya tiştê ku rağbet lê tê kirin e. Muennesa wê reğîbe ye. Piranîya “reğîbê” jî, reğâîb e. Bi peyv eslê regâîbê ev e.
Di meha Recebê de şeva roja înê ya ewul, şeva Regâîbê ye. Navê vê şevê melaîketan lê kirî ye. Her êvara înîyê bi qîmete lê gava ev herdu şevên bi qîmet werin cem hev pirtir bi qîmet dibe. Xwedê Teala di vê şevê de gelek ragîbetan (îhsan û îkraman) dide mu’mînan. Kesê ku hurmetê ji vê şevê re bike effu dike. Duaya ku di vê şevê de bê kirin qebul dibe û sewabên nimêj, rojî û sedeqan tê dayîn. Divê meriv vê şevê bi îbadet derbas bike û eger qezayên meriv hebe mirov şevê bi kirina qezayên nimêja xwe derbas bike. Kesê ku qezayê wan tunebe jî, divê bi nimêja nafîle şeva xwe derbas bike. Di vê şevê de xwendina Qur’anê, tesbîh, towbe û îstîxfar lazim e. Roja pêşemîyê girtina rojîyê û îhyakirina şevê xêrek mezin e. Di meha Recebê de girtina rojîyê pirr bi fezîlet e.
Pêxember (s.a.v) di piştî meha Remezanê de herî zêde di meha Recebê de rojî digirt. Di vê mehê de girtina rojîyê gelekî bi xêr e.
Ji bona ku di vê mehê de xêr di defteran de zêde bi zêdeyî tê nivîsandin ji vê mehê re “Recebul esabb” hatîye gotin. Tê maneya tiştê ku xêr bi gurrînî û şirrînê di serê de tê rijandin. Sabbe di erebî de tê maneya rijandinê, lêkirinê. Cîyê ku ava çemên ji çîya û gelîyan wuha bi gurrîn û şirrîn diherike û lê dicive re munsab hatiye gotin.
Recebul esabb jî yanî di vê mehê de ji rehmeta xweda wuha xêr û berket bi şirîn û gurîn diherike defteran e.
Arif û aliman di kitêbên xwe de wuha qala fezîleta vê şevê kirin e û gotin e: “ev meh meha çand û ajotinê ye. Di vê mehê de xêr û xêrat, rojî towbe û îstîxfar tê kirin.
Meha şabanê jî meha li vî zîreetê mêzekirinê ye. Ava vî çandî tê dayîn tê dermankirin û tevrikirênê.
Meha Remezanê jî, meha çinînê ye. Yanî mehsûl di vê mehê de tê girtinê.
Di herdû mehên berê de meriv çi ajotibe, merivê di meha Remezanê de wî biçine.
Ji bervê yekê gotine meha Recebê meha towbeyê ye. Di vê mehê de wê evd bibêje: “Ya Rebbî min! Min nizanibu, min fahm nekiribu, min xeletî kir û tu qisurê min effu bike û wê gunehên xwe îtiraf bike û ji gunehên xwe vegere rêya heqîyê.
Meha Şabanê meha dewamkirina îbadetan e. Meha Remezanê jî girtina xelatan e.
Di Qur’anê de qala kelîma Regâîbê nabe. Lê di vê mijarê de ayet hene:
Roja ku erd û esman xuluqandîye, li gorî kitêba Xwedê, li cem Xweda hejmaran mehan dozdeh in. Çar ji wan, mehê heram in. Han hesab (dîn) ê rast ev e. Êdî di van mehan de li xwe zûlmê nekin. Wekî ku tev bi hev re bi we re şer dikin, hûn jî bi muşrîkan re şer bikin. Bizanibin ku Xweda bi muttaqîyan re ye. (TEWBE :36)
Li ser meha Recebê û şeva Regâîbê hedîsên Şerîf:
• Xwedê Teala kesên ku di meha Recebê de rojîyê bigre effu dike. (Gunye)
• Kesê ku di serê meha Recebê de rojekî, di nava wê de rojekî û di dawîya wê de rojekî rojîyê bigre Xwedê teala herwekî hemu meha Recebê bi rojî derbas kirîye xêra wî dide wî. (Mîftah’ul Cenne)
• Ji xêynî meha Remezanê kesê ku ji bo razayîya Xwedê Teala rojekî rojî bigre, bi qasî mesafa ku hespek di esrekî de bixare ji cehennemê dûr dikeve. (Ebu Yala)
• Duaya ku di van pên şevan de bê kirin şunda venagere: Şeva Regaîbê, panzdehê meha Şabanê, êvara înîyê, êvara cejna Remezanê û êvara cejna Qurbanê ye. (Îbnî Asakîr)
• Îbnî Ebbas ( Xwedê jê razî be) wuha rîwayet dike: Di meha Recebê de Hz. pêxember (s.a.v) wusa rojî digirt ku me digot qey wê qe fitar neke. Carna jî, wusa fitar dikir ku me digot qey wê qe rojîyê negre. (Muslîm)
• Muheqeq zeman wek roja ku Xweda xuluqandîye diherike diçe. Sal dozdeh meh e. Ji vanan çar, mehên heram e. Û sê hebên wan di pêy hev da tê. Zîlqade , Zîlhîcce, Muharem û meha di nava cemazîye’l Axîr û Şabanê de tê ku meha qebîla Mudarê Receb e. (Buxarî Tefsîr,8,9)
• Meha Recebê meha Xwedê, şaban meha min û Remezan meha ummetê ye. (Aclûnî, Keşgu’l Hafa 1/ 423)
• Enes bîn Malîk wuha rîwayet dike: “Gava meha Recebê destpêdikir pêxember (s.a.v) wuha digot:Xwedayê min! Receb û Şabanê li me pîroz bike û me bigîhîjîne Remezanê (Ahmet Bîn Hanbel, Musned 1/ 259)
FİKRÎ AMEDÎ

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder