Ji cejna Remezanê re Ereb : عيد الفطر Ayd-ül Fitr, Faris jî: عید فطر) dibêjin. Li
Kurdistana bakur berê gelê me jî, ji cejna Remezanê re digotin: “ Eyd ya
Remezanê.” Lê van salê dawîn teybetî di nav xwendekaran û ên polîtîk û sîyasî
difikirn de cejna Remezanê tê gotin. Li nav gel de hê jî piranî xelk dibêjin
eyd.
Ji bona ku hesabê salnama Hîcrî li gor hîvê tê bikaranîn, sal li gor salnama mîladî ku li gor rojê ye 11-12 roj kin e. Ji ber vê yekê her sal rojî ji sala berê 11-12 roj berê tê giritn. Nêzîkî 33 salan carekê rojî di eynî rojan de tê girtin.
Ji bona ku cejna Remezanê di dawîya roja meha Remezanê de tê pîrozkirin
loma bi vî navî tê navkirin. Peyva Remezanê ji peyvek Erebî ku koka wê bi
maneya “ramad” (germa hişkayî) e tê. Sedema vîya muhtemelen sala ewul ku rojî
hate girtin rastî havînê hatiye loma bi vî maneyê hatiye manekirin.
Îyd cejn e. Fitr jî, sedeqeya fitir yan jî fitir e ku kesê nikaribe rojîyê
bigre di şuna her roja ku rojî negirtibe sedeqê dide Mislamana ye. Jê re
sedeqeya şikir jî tê gotin.
Li Tirkîyê kesên laîk û sekuler ji cejna Remezanê re dibêjin cejna şekir.
Ji bona ku îrtîbata nava cejnê û îslamê ji hev qut bikin bi zanebun di vî navî
de israr dikin.
Cejna Remezanê di sala diduyan ya hîcrî de hate pîrozkirin. Nimêja
cejnê, zîyaret û tiştên ku di vê rojê de wê bê kirin, Misliman li gor sunneta
pêxember (a.s) dikin.
Cejna Remezanê di dawîya meha Remezanê de tê kirin û ev xelate ku Xwedê
Teala ji ber zor û zehmetîyên ku evdên wî ji bo razayîya wî kişandî ye re daye
wan. Cejn di roja yekemîn ya meha şewalê de tê pîrozkirin û di wê rojê de
girtina rojîyê qedexe ye.
Di cejna Remezanê de di mizgeftan de nimêja cejnê tê kirin. Berê mêr û jin
tev diçun nimêja cejnê lê niha bi tenê mêr nimêja rojîyê eda dikin. Lê di van
salê dawîn de li bajaran jin jî di mizgeftan de beşdarî vê nimêjê dibin.
Gel piştî nimêjê diçin goristanan û yasînan dixwînin û piştî wî jî
diçin mala mezinên xwe û cîranên xwe.
Gelê me piranî di vê mehê de zikatê xwe didin û fitrê xwe jî pêwîste ku
heya nimêja cejnê bidin feqîr û xizanan.
Pêxember (a.s) di derheqê cejna Remezanê de wuha gotî ye: “Dilê wî kesê
ku şevên cejna Remezanê, û qurbanê îhya kiribe; roja ku dil dimirin de namire.” (îbn
Mace, Taberanî)
Di çar şevan de derîyê Rehmetê vedibe, duaya ku di wan rojan de bê kirin
red nabe. (ev rojanan): “şeva cejna Remezanê û Qurbanê ya yekemîn, Şeva
Beratê û êvara Erefê ye” (îsfehanî)
Rojekê Hz. Ebubekir (r.a) tê mala Hz. Aîşe û dibîne ku du cêrî li elbanê
dixin, direqisin û peznê qehremanîya eshabê kîram didin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder