Di nezera Îslamê de ji bo naskirina însanê
kamil du rê hene:
1- Dereca ewul di Qur’anê Kerîm de dereca duyemîn jî di sunnetê de lênêrîn ka İnsanê kamil çawa hatiye tarîfkirin û bi kîjan sifatan hatiye beyankirin e. Ev tabîr dibeku di Qur’an û sunnetê de di awayê însanê kamil de nehatibe tarîfkirin û bi şiklê Mislimanê kamil yan jî mu’mînê kamil de hatibe beyankirin. Lê di encamê de mexset dîsa jî, ji însanê kamil pêvtir tiştekî din nîne. Lewra eşkereye ku Mislimanê kamil însanê di Îslamê de gîhîştîye kemalê û dîsa bi eynî awayî mu’mînê kamil jî, însanê di bawerîyê de gîhîştîye kemalê tarîf dike. Welhasıl rêya naskirina însanê kamil ya yekemîn lênêrîna Qur’an û sunnetê ye ku di vê xisûsê de bi çi awayî tarîf kiriye û lêkolîn li ser van herdu esasên Îslamê kirine ku ka portra însanê kamil çawa xêz kirine û bi çi sifatan taswîr kirine. Lewra hem di Qur’anê de û hem jî di sunnetê de di vê mijarê de gelek malzemeyên îzahker hene.
Bi rastî Resulê Ekrem (s.a.s) ji bo dînê
Îslamê mînaka însanê kamil e. Di pêy wî de Hz. ‘Elî jî, ji bo Îslamê ji mînakên
însanê kamil e. ji ber vê yekê naskirina wan di Îslamê de di derheqê însanê
kamil de wê bêkêmasî malumatê bide me û bi me bide famkirin ku însanê kamil
çiye û çawa ye.
Lê serqisê dema em dibêjin naskirina ‘Elî
(a.s) di Îslamê de naskirina însanê kamile, mexseda me ne ewe ku zanîna navê
wî, nesebê wî esl û feslê wî û zanîna malûmatên wî yên sicîlê ne. Belê
nasnameyek û hikmekê ‘Elî (a.s) ê şexsî û hiquqî heye. Ev ‘Elîyê di nasnamê de
ye. Yanî navê wî ‘Elî ye, kurê Ebu Talib e, nevîyê Ebdulmitalb e, dîya wî
Fatima keça Esed îbnî Ebduluzza ye, mêrê Hz. Fatimayê ye, bavê Hesen û Huseyîn
(a.s) e, di vê dîrokê de ji dîya xwe buye, di vê dîrokê de ji dinyayê barkiriye
çûye, ketîye evan şeran û wwd. Evanan malumatên nasnama wî ya sicîlê ne.
Serqisê em bixwazin nasnama wî derxînin, emê serî bidin van malumatan. Lê ev
malûmatên di nasnameya wî de derbas dibe, ji bo naskirina wî ‘Elîyê ku însanê
kamil ê îslamê ye têr nake. Naskirina ‘Elî naskirina kesîtîya wî ye. Naskirina
şexsîyeta wî ye. Ne naskirina şexsê wî ye. Di vê maneyê de em çiqasî şexsîyeta
wî nas bikin, emê awqas însanê kamil ê Îslamê jî nasbikin.
Bi eynî awayî em çiqas vî însanê kamil ji
xwe re mînak bigrin, di rêya wî de bimeşin û wî di emel û pratîkê de -ne di
peyv û gotinê de- rêber, pêşewa û îmam qebul bikin û bidin pêy wî wêçaxê emê
bibin şîa wî. Yanî di rêya ‘Elî de çûyîn ancax di her sefhaya jîyanê de wî ji
xwe re mînak girtin û xwe li gor vê nimûneyê perwerdekirinê mimkun dibe. Weka
ku şehîdê ewel jî gotîye: Şîa ji ên di rêya ‘Elî de diçin, ên didin pêy wî û ên
jîyana xwe li gor esasên wî ji xwe re girtîye rastkirinê re tê gotin. Yanî bi
hezkirina Hz.’Elî û ji wî re muhabbet xwedîkirin û bi kurtî bi peyv û gotinan
mirov nabe şîa ‘Elî. Şehîdê sanî vîya bi peyva muşayeet tîne ziman. Muşayeet tê
maneya bi wî re, di meşa pêy wî de û di meşa paş wî de çûyînê re tê gotin.
Wêgavê şîa ‘Elî (a.s) ewê ‘Elî mirad dikin in. Yanî bi peyv û gotinê na bi emel
ên didin pêy wî û dişibihin wî nin.
Ango tê vê maneyê ku du rêyên naskirina
însanê kamil heye û me feyda wî jî çiye dît. Ji ber vê yekê tesîra vê mijarê di
alî îlmî de mijarek felsefî û zanîstî tenê nîne. Feyda wê ya pratîk jî heye.
Heya li gor îzahîyên Qur’an û sunnetê yan jî li gor şexsîyeta Îslamê ên ku
gîhandîye em însanê kamil ên Îslamê nasnekin, ne mimkune ku em di rêya Îslamê
de bimeşin û di maneyek rastîn de bibin Misliman û civaka xwe bikin civakeka
Îslamî.
Ji ber vê yekê naskirina însanê kamil û
naskirina însanê mînak ê Îslamê ji bo me zaruretek pirr muhîm e.
Şehîd Murteza Mutahhari
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder