29 Temmuz 2017 Cumartesi

Spas

Li Ser Etîmîlojî Û Koka Peyva Spas

سپاس spas, memnûn, teşekur, şikir malî ava, Xwedê jê razî be:
Min di piçûktîya xwe de peyva “spasê” qe nebihîstibu. Li gundê me kesî ev peyv bikar nedianî. Dibeku birastî jî li cem me ev peyv, nedihat bikaranin, yan jî hatibe jibîrkirin. Li cem me bi pirranî em dibêjin: “mala te ava, Xwedê ji te razîbe.” Nêzîkî vîya peyvek din jî em bikar tînin ew jî, “berxwedar” e. Berxwedar dema ku yek ji yekê re dibeje: “qewet be” yan jî “berket be” ê din jî bersiva wî dide û dibêje: “berxwedar bî, xêr hatî selamet.” Piştî ku em hatin bajêr, piçekî bi sîyasetê ve mijul bun, em pirr rastî peyva spasê hatin. Kurdên çep pirr rehet ev peyva bikar dianî, heta ji bona ku çepîtîya xwe bikutin çavên mirov, bi qestî jî bikar dianîn.

Lê ên wek me qaşo Îslamîst di nav xelo û celo de diman. Bi rastî jî, her çiqas ez îslamîst bum jî, min roja ku ji xwe fam kiriye pêve ez Kurdewar bum. Min û ummetçîyan li ser pirsgrêkan Kurd, qe li hev nedikir. Lê cîyekî ku em pê de biçuna tinebu. Lewra çepên Kurd, bi bêperwa zimanê xwe dirêjî pîrozîyên mi dikirin û gelek antîpatîk bun. Loma, ji mejburî em diçûn cem Îslamîstan.
Birayên me ên Îslamîst jî, dev ji Kurdîtî û Kurdistanê berdabun û bi derd û kulên ummetê xwe helaq kiribun. Te li cem wan newîrîbu bigota ez Kurd im. Hema digotin: “Nîjadperestîyê nekin, millîyetçîtî herame. Hûn fitne û fesadîyê dixin nava ummetê.” Me ji tirsa wan newêrêbu di nava xwe de bi Kurdî biaxiviya yan jî, peyvek Kurdî banîya ziman. Peyva spas jî peyvek ji van peyvan bu. Ji bona ku Kurdên çep pirr bi kardianîn wek peyvek bêdînî (yan jî sekuler) bu.
Tê bîra min dema me digot ez "spas" dikim; hevalên me ên qaşo ummetçîne digotin: "Ez jî te paspas dikim." Ev peyv wek peyvek terorîstan dihate dîtin û me jî bi dilekî rehet nikaribu ev peyv bikar bianîya.
Şukir ji Xwedê re bertekên ku li pêş vê peyvê rabune, îro ev peyv êdî di nav gel de bicî buye, herkes pirr hêsan û bê tirs vê peyvê dibêjin. Hetta gundîyên me jî, êdî di nav xwe de vê peyvê bilêv dikin.
Îcar li ser vê peyvê munaqeşeyek heye. Gelo ev peyv Kurdîye yan peyvek biyanî ye? Li ser koka vê peyvê du dîtin hene.
1- Kurdên çep ên berê digotin: “Ev peyv, peyvek Rûssî ye û eslê wê SPASİBA " ye. Ji Rûssî derbasî zimanê Kurdî buye”. Ji bona ku heyranên Kominîzmê bun û pêşekîya vê îdeolojîyê jî Rûssan dikişand, ji vî tiştî xirurek digirtin û kezeba wan bi vêya qelew dibu. Dilê wan pê xweş dibu.
Heta hinekan digotin: “Heya ku Mele Mistefa Berzanî neçubu Rûsîyayê Kurdan bi vê peyvê nizanibu. Piştî ku ew û hevalê xwe Ji Ûris hatin ev peyv di nav Kurdan de belav bu.
Loma Kurdên Îslamîst jî wek korên ku kêç bi destê wan ketine xwe avêtin ser vê teorîyê û bi çar desta li wê teorîyê xwedî derketin. Loma dema te te ev peyva bikar dianî, wûsa jê aciz dibun ku herwekî ku tu ji dîn derketî xwe dîno mîno dikirin.
2- Peyva “Spas” peyvek Îranî- Kurdî ye. Ên bi wêjeyê ve mijul dibin, bi vê peyvê baş dizanin û ji vê peyvê re ne xerîb in. Ev peyv, ji ser farisî re derbasî zimanê Osmanî buye. Ji Anatolîya bigrin heya Hîndîstanê ev peyv di edebîyatê de tê bikaranîn. Di medreseyan de şêxan bikar dianîn û di beşê girîzgaha mewludan de mewcud e.
Ev peyv di nav xelkê de hatiye jibîrkirin û di Farisan de emel pê nayê kirin. Lê di edebîyata Farisî de tê bikaranîn. Li Kurdistana Tirkîyê nêzî 30-40 sale di nav xelkê de belav buye.
 Di nivîsandin û telefûza lehçeyên kurdî de bi du awayî tê nivîsandin: 
1) SPAS / Spas    2) SIPAS / Sipas.
Etîmolojîya Peyva “spas”
Proto-Hind Ewrupa   "Spek "  (tê maneya mêzekirinê,  mêîzandinê, nerînê û temaşe kirinê)
Awesta  "Spesyêyti "  (Li derî mêzekirin  / çavdêrî  < çavdêrî kirin )
 Rûssî de  " Spasiba "   >   (spas dikim - Спасибо (Spasiba)
 Kurdî    >  Di lehçeyên Kurdî de  " Spas dikim" 
 Farisî "  Sepas  Guzaram  "   dîsa "   Sepas  Goşeşten "    teşekkur kirin.
 Pehlewî >     Spas       (Xizmet  )
 Sogdî    >  Spasak     (Xulam   /  xizmet  ;  <  peyv bi Erebî ye )
 Sanskiritî    > Pasyati    (temaşe kirin )
 Yewnanîya kevn >  Spektomay  (σκέπτομαι, lê nerîn )
 Latinî  > Specio  (lê nerîn, temaşe kirin)
 Ermenîkî > Spas  ( սպաս, " Xizmet  " Ji zimanên îranî derbasî Ermenîkî buye)
Peyva “Spas” pêşîyê di wateya mêzekirin, nêrîn  û temaşekirinê de paşê di wateya xizmetê da dawîya dawîn dê jî bûye minetdariya ji ber xizmetê ve.
Ji xwe teşekkur û spas jî ji mineta ji ber tiştekî ve ye. Wateya peyvê di demek dirêj de hinekî guherî ye.
Esil wateya koka peyvê: “ Spek” e tê wateya  li tiştekî mêzekirin/ nêrîn û çavdêrîn e.
Paşê buye xizmetkirin, xizmetê
 Îro jî di wateya şêkirandinê, teşekkur û muteşekkurê de tê bi karanîn.
Di Kurdî de :  Spas  dikim   -  Spas kirin   - Gelek spas  - Zor  spas  - Spasdarem  - Spasdan  Spasdar   /   Spasdarî  / Spasî  / Spasker / Spasxweş    di telefûza hinek herêman de jî:  Sipas  / Supas / Spas  )
 Soranî : Zor  spas   (  Zor  < pirr )
Kurmancî : Gelek spas / Spas  dikim . ( Gelek < pirr )
Kirdkî / Zazakî :  Spas  kena  .  Ez to ra  zahf , zahf spas  kena  .
 Em karin bi dilekî rehet bibêjin peyva “Spas “  peyvek Kurdî ye û patenta wê Kurdî ye. Kalanê me bi dilekî rehet bi karanîne û bi dewlemendîya zimanê xwe jî, kêfxweş bune.
Wûsa tê famkirin ku ew çêroka ji Rûssî jî manîpulasyone û tu alaqa wê bi rastî û heqîqetêkê tune. Spas, hem peyvek, " Proto - Hînd Ewrupaî  ye û hem jî di awastayê de bi belge qeyîtkirî ye. 
Di Kurdî de “spas”:
1) memnûn, teşekkur, şikir, mala te ava, Xwedê ji te razî be, Xwedê xêra te binivîse,  Xwedê te bihêle, sihetxweş, destxweş, peyvek şirîn kesek ji ber qenciya kesek din dibêje .
2) Her bijî, sax bî, mala te ava .

Çavkanî:
1-  Wikîpedîa Maddeya Spas
2- wîkî ferheng
3- Tabip  Mîralay  Kavarij el – Kurdistanî : http://www.siverekname.com/kose-yazisi/1676/sipas-kelimesinin-etimilojisi-uzerine.html

Amedekar: Fikrî AMEDî


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder