16 Mayıs 2020 Cumartesi

TEFSÎRA SÛRETA FİL

DESTPÊK

NAVÊ SÛRETÊ: Sûretê navê xwe ji ayeta yekemin kelîma “Eshab’ul Fîl” girtî ye.

DEMA DAKETİNA SÛRETÊ: Di piştî Sûreta Kafîrûn li mekkê hatiye daxistin.

SEDEMA DAKETİNA SÛRETÊ: Sûret qala sefera ku hêzên Hebeşîstanê ajotibun ser Mekkeyê dike. Wê demê yêmen di bin qontrola Hebeşîyan de bu. Walîyê Hebeşan Ebrehe li Sanayê Dêrek mezin lêkiribu. Bi vî awayî dixwest hemu ereban li vir bicivîne û her sal erebên ku ji bo hecc û ticaretê diçin Mekkeyê werin wir û di alîyê sîyaset û ekonomîyê de hêzekî qewîn bi dest xwe bixe. Ji bona ku vî plana xwe bîne cî, zîyareta kabeyê û tîcareta li ser behrê çêdibu yasax kiribu. Rojekî ji ereban çend xort diçin vê dêre pîs dikin û zirarê didine dêrê.

Ebrehe vê buyerê dike mane û di sala 571 de bi arteşa ku ji 60.000 eskerî û 3 (li gorî rîwayetekî 9) fîlan tê holê Dajo ser Mekke yê.


Li Yêmenê hinek qebîleyên Ereban li hemberî vî arteşî derdikevin lê mexlub dibin. Gava Ebrehe nêzîkê Taîfê dibe qebîla Benî Sakîf fahm dikin ku nikarin li hemberî vî hêzî bisekinin bi wan re lihev tên û serokê xwe Mesud bi qasidî ji wan re dişîne. Bi wasita Mesud peymanekê bi Ebrehe re çêdikin û dibêjin: “Kabe ne aîdê me ye. Eger hûn pêşkarî yezdanê me Lat nebîn emê alîkarîya we bikin bi vî awayî lihev dikin û Mesud jî rêberîya wan dike. Mexseda wan Ebrehe zirarê nede yezdanê wan Lat. Ji ber vê hereketa Benî Sakîf ve, ev qebîle di nava ereban de heta demeka dirêj hatiye şermezar kirin û gora Mesut tim hatiye kevirkirin.

Li gorî Muhammed Bîn Îshaq ebrehe qismekî arteşa xwe di pêşîyê da dişîne û ew jî diçin gelek malê Mekkeyê talan dikin. Di nav vê talanê de bi qasî 200 devan ê kalê pêxemberê me Ebdulmuttelîb bun. Ebrehe qasidê xwe dişîne Mekkê û ji wan re dibêje: “Eger hûn li hemberî min dernekevin ez pêşkarî we kesî nabim û ji qasidê xwe re dibêje eger serokê mekkeyê bixwaze bi min re rûnê wî bi xwe ra bîne. Wê demê serokê Mekkeyê Ebdulmuttelîb bu. Qasid mesaja Ebrehe ji wî re dibêje û ew jî dibêje: “Hêzê me tuneye ku em bi Ebrehe re şer bikin. Ev mal mala Xwedê ye. Eger ew bixwaze ewê mala xwe biparêze. Qasid wî bi xwe re tîne cem Ebrehe. Ebdulmuttelîb mirovekî asîl bu. Gava Ebrehe wî dibîne pirr di bin tesîra wî de dibîne. Ji ser textê xwe radibe û diçe li balê rudine. Jê re dibêje tu çi ji min dixwazî? Ebdulmuttelîb dibêje: “peyayên te hinek deveyên min talan kiribun, ez wan şunda dixwazim.” Gava Ebrehe vê cewabê dibihîse şoq dibe û dibêje: “Gava min tu dîtibuy min tu kiribuy şuna kesê mezin lê gava min ev gotinê te bihîst di çavê min da yu qîmeta te nema em ji bona xerabkirina vê mala kalanê te hatin lê tu ketî derdê devên xwe.” Ebdulmuttelîb dibêje: “Ez xwedîyê devê xwe me. Ancax dikarim wan bixwazim. Rebbê vê malê heye, ewê jî mala xwe biparêze ev mesele di nava te û Wî de ye. ” ji cem Ebrehe radibe diçe û Ebrehe jî deveyê wî şunda didiyê.

Piştî ku Ebdulmuttelîb ji cem Ebrehe vedigere tê, Qureyşîyan dicivîne û ji wan re dibêje: “Zarokê xwe û pîrekê xwe bigrin û derkevin çîyê ancax hûn bi vî awayî dikarin ji qetlîyamê xelas bibin.” Paşê sermîyanê Qureyşan ên pîr diçin Haremê Şerîf û bi zincîr û werisê kabeyê digrin û ji bo ku Xwedê Teala Mala xwe biparêze jê re dua û lavayî dikin.

Wê demê di Kabeyê de 360 put hebu. Lê Qureyşîyan di dewreka awa nazik de putên xwe jibîr kirin û ji Xwedê Teala tenê re dua kirin. Îbnî Hîşam di kitêba xwe de vî helbestê Ebdulmuttelîb neqil dike:

Evd mala xwe diparêze,
Tu jî mala xwe biparêze
Bira sibê xaç û tetbira wan
Bi ser tedbira te nekeve
Eger tu wan terk bikî û qibla me, bixwazî bi serê xwe bihêlî, tu zanî
Suheylî di Ravzu'l anf' ê de vî helbestî neqil dike:
"Li hemberî Ehl-ê salîp û parizvanên wan ve,
Tu ehlê xwe biparêze.
İbn Cerir jî, wuha neqil dike: Gava Abdulmuttalib ji Xweda re dua dike vî helbestî dixwîne:
Ya rebbî li hemberî wan
Ji xêynî te hêvîya min ji kesî tune.
Ya Rebbî li hemberî wan Harema xwe biparêze
Dijminê vê malê dijminê te ye.
Vî cîyê ku ê te ye nehêle bira xerab nebe.
Li gorî rîwayeta Zubeyîr bîn Awwam û Ummu hanî Qureyşîyan di piştî vê buyrê de heft salan ji Xweda pêve ji kesî re îbadet nekirine.

Bİ navê Xwedayê Rehman û Rehîm

1- Ma te nedît (1) ku Rebbê te li Eshabê Fîl çawa kir? (2)
2- Ma wî hîle û pîlanên(3) wan betal nekir?(4)
3- (Ref bi ref) teyrê Ebabîl Di ser wan de şand ? (5)
4- Ku kevirên ji lêmiştê hatibu pijandin davêtin ser wan (6)
5- Ew kirin wek pelê teneyên jê hatibu xwarin (7)

DAXUYANÎ

1-Li vir çiqas muxatabê Resulullah xuya bike jî, lê esil muxatab qureyş e û hemu ehlê Erebîstanê û hemu mirovatî ye. Di Qur’anê de, di gelek ayetan de kelîma Elem tere(ma te nedît?) tê karanîn. Li vir qest Nebî (a.s) nîne hemu mirov muxatab e.
2- Li vir qala ehlê fîl nekiriye û kîne, evanan ji ku tên û ji bo çi mexsedê tên jî derbas nabe. Lewra vanan tev ji alî her kesî dihate zanîn.
3-Li vir kelîma”keyd hatiye karanîn. Ev kelîme tê maneya ku ji bo zîyanê bide şexsekî tedbîr girtin e. Di vir de tiştî dizî ne 60.000 esker û fîlên Ebrehe ye ku ji bo xerabkirina Kabeyê hatine. Li vir ev tedbîrek dizî nîne. Lê mexseda Hebeşîyan a dîzi ev bu ku Kabeyê xerab bikin û Qureyşê bieciqînin û Hemu Ereban bitirsînin û ji Yêmenê heta Misir û Şamê rêya tîcaretê bigrin bin qontrola xwe.
4- Kelîma vir “tatlîl” e. Yanî tedbîrên wan zivirandî ye. Di istilahê de ji zivirandina tedbîrê mexsed zayîkirina wî ye. Ji bo ku mexseda xwe bi dest xwe bixe, bindestkirina wî ye. Qur’an di cîyekî de wuha dibêje: “Lê hîle û pîlanên kafiran tim puç û betal e. (Mu’mîn-25) Bêşik Xweda fendê xayînan nabe serî. (Yusif-52) Ereban ji Îmru’l Qays re digotin:el melîku’l zelîl” (Qralê zîyan kiri ye.) lewra wî Qraltîya ji bavê xwe dewr giritbu, hinda kiribu.
5- Li vir kelîma teyran ebabîle hatiye karanîn. di erebî de ebabîl tê maneya colîyên ji her alî de tê ye. Evanan dibe heywanbe jî însanbe jî. îkRime û Katade rîwayet dikin ku ev teyranan ji alîyê Behra sor de hatine. Saîd Bîn Cubeyîr û Îkrîme dibêjin, heta wê rojê teyrê awa nehatibu dîtin. Îbnî Ebbas dibeje ku nukilê vanan wek ê çuçikan lê pencê wan wek ê kuçikan bu. Hemu rawî rîwayet dikin ku di nukilê wan de kevirek û di nav pencê wan dejî, du kevir hebun. Îbnî Ebbas dibêje; Îbnî Nuaym gotiye,ev keviranan bi qasî fistêqê çamê bun. Li gorî rîwayeta Îbnu Merdîyejî bi qasî bişkulê bizinan bun. Evjî dide xuyakirin ku kevir tev bi qasî hev nebun.

6- Kelîma vir “bî hîcaretîn mîn sîîcîl” e. Mexseda ji vîya yanî kevirê ji herîyê hatine çêkirin û pijandin e.

7- kelîma li vir “ke esfîn me’kul” e.kelîma “Asf” di sûreta Rehman ayeta 12. de jî hatiye karanîn. "zu'l asfi ve'r reyhan"(pel, lib\heb û nebatên bi bêhna xweş e.) ji vir jî tê fahmkirin ku maneya “asf” heba ku qaşilê wê heye. Cotkar hebê wan dertîne û qaşilê wan, ji heywanan re dike alif. Heywan jî qismekî wî dixwe û qismekî jî di bin pîyê xwe de dicu. "Keasfin me'kul" tê vê maneyê.


FİKRÎ AMEDÎ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder