Ev xutbe, ji alîyê pêxemberê îslamê Hz Muhammed (S.A.V) ve di sala Hîcrî 9,
mîladî 631 de li Mekkê Çîyayê Erefatê di hizura 140,000 kesî de hatiye xwendin.
Hemd ji bo Xweda ye. Em ji wî re hemd dikin û ji wî mexfîretê dixwazin û ji wî
re towbe dikin. Em ji şerrên nefsa xwe û gunehên emelên xwe, xwe dispêrin Xwedê
Teala. Kesê ku Xweda wî bigîhîjîne ser rêya rast, yê ku wî bixerifîne û kesê ku
Xweda wî bixerifîne jî yê ku wî bide ser rêya rast , tune.
Ez şehadet dikim ku: Ji Xweda pêve îlah tune. Ew yek bi tenê ye û heval û
şerîkê wî tuneye. Ez dîsa şehadet dikim ku: Muhammed (S.A.V.) evdê wî û
pêxemberê wî ye.
Gelî evdên Xweda!
Ez şîretê li we dikim ku hun ji Xweda bitirsin û ji wî re îteet bikin. Ez
dixwazim ji we ra qala xêrê bikim û paşê bibêjim ku: “Gelî mirovan! Gotinê min
baş guhdar bikin. Wellehî nizanim. Dibeku li vî cîyê sekinî me, salek din em
hev û din nebînin.
Dîqqet bikin! Dibe ku hun ji îsal pêve min nebînin. Xweda rehma xwe li wî kesê
ku gotinê min baş guhdar dike û ji ber dike bike. Dibeku , yê fahm kiriye ji yê
fahm nekiriye ra bibêje. Yê fahm kiriye ji, ji yê xwe çêtir fahm kiriye ra
bibêje.
Ji Rebbê xwe ra evdîtîyê bikin. Pênc wext nimêja xwe bikin. Di meha Remezanê de
rojîya xwe bigrin û herin heccê. Bi dil û yêqîn zikata xwe bidin. Hunê bikevin
cinneta rebbê xwe.
Gelî mirovan!
Pirsî: “Ev kîjan roj e? Gotin : “Xweda û pêxemberê wî çêtir zane.”
Pirsî: “Ev meha we kîjan mehe?” Gotin: “Xweda û pêxemberê wî çêtir zane.”
Pirsî: “Ev bajarê we kîjan bajar e?” Gotin: “Xweda û pêxemberê wî çêtir zane.”
Roja we rojek heram! Meha we mehek heram! Bajarê we bajarekî heram e!
Gelî mirovan!
Heta hun digîhîjîn rebbê xwe, xwîna we û malê we, wek vê roja û wek vê meha
û wek vî bajarî ji we ra hatiye heram kirin.
Hay jê hebin ku ezê berê we herim ser hewuzê ûli we bisekinim. Li hemberî
ummetên din, ezê bi pirranîya we peznê xwe bidim. Bi gunehkarî min rû reş
nekin!
Di tiştê we ji min dîtîye û ji min bihîstîye û ji min pirs kiriye da, ji ber
xwe ve çêkirî kî derewan li min bike; bira cîyê xwe di cehennemê de hazir bike.
Hay jê hebin ku: “Ezê hinek mêr û hinek jinan xelas bikim. Ew merivên ku ez
dixwazim wan xelas bikim jî, ezê li ser wan pirr bisekinim. Ezê bibêjim: “Ya
Rebbî! Evanan ji sehabê min in.” Wê Xwedê Teala jî bibêje: “Ma tu zanî wan di
pêy te da çi kirine?”
Got: “Ya rebbî! Tu şahid be ku min ji vanan ra teblîx kir.
Bi rastî hunê herin cem rebbê xwe. Hunê ji ber kirinên xwe ve bêne pirskirinê?
(Destê Xwe ber bi esmana ve bilind kir û got:) “Min teblîx kir? Ya rebbî tu ji
teblîx kirina min ra şahid be, Ya rebbî tu ji teblîx kirina min ra şahid be!
Li cem kî emanet heye, bira wî hema bide xwedîyê wî. Baş bizanibin ku sê tişt
kerb û çavnebarîyê naxe dilê mu’min û muslimanan!
1-Ji Xweda re bi emelekî îxlas îbadet kirin
2- Li amîran şîret kirin
3- Bawerî anîn û karên qenc kirin.
Baş bizanibin ku; hemu tiştê dewra cahilîyê di bin pîyê min da ne û betal e.
Hemu dozên xwînê ku, dewra cahilîyê, min rakiriye û betal kiriye. Doza xwînê ku
ya pêşîn min betal kiriye, doza îbnê Rebîâ Xarîs bîn Ebdulmutalîb e.
Min hemu faîzê dewra cahilîyê betal kiriye û rakiri ye. Faîza ku min pêşî
rakiriye faîza apê min Ebas bîn Ebdulmutalîb e. Lê perê we yê esil ji we ra ye.
Heqqê we ye. Ji vîya zêde tiştekî nexwazin û li deyndaran zulmê nekin û ne ji,
ji heqqê xwe kêm bikin û xwe mazlum bikin. Xweda hukim daye ku faîz tune!
Gelî mirovan!
Bi rastî şeytan; di vê axa we da, ebedîyen bêhêvî ye ku hun jê ra îbadet
bikin. Lê hun ji vîya pêve hinek karê xwe yên piçuk de bidin pêy wî, ev bi
xweşa wî diçe. Ji alîyê dînê xwe ve hîfza xwe jê bikin.
Li bal Xwedê Teala hejmaran meha dozdeh in. Ji evanan çar, mehê Heram in. Sê
heb di pêy hev da tên, evanan: Zîlqade, Zîlhîcce û Muharrem e. Ya din jî Rece b
e.
Gelî mirovan!
Di derheqê pîrekan de ji Xwedê bitirsin. Lewra we, ew bi emaneta Xwedê Teala ji
xwe ra girtin û zewaca bi wan ra jî, bi kelîma Xwedê û destura wî, we ji xwe ra
helal kir.
Gelî mirovan!
Bê şik heqqê we li ser pîrekên we heye û heqqê wan jî, li ser we heye.
Heqqê we yê ku li ser wan: “Ji we pêve pîyê kesî bi nav lihêfê we nexîn û fihuş
û zînayê nekin û heta hun desturê nedin wan, kesî nexin malê we. Eger ew
tiştekî awa bikin, Xweda destur daye we ku, hun wan di nav lihêfa wan da tenê
bihêlin. Hun dikarin bi lêdanek sivik li wan bidin. Eger sernermîyê bikin,
heqqê wan ên li ser we; li gorî urf û edetên welat dayîna hemu nifqên wan e. Di
derheqê pîrekê de, ez şîreta xêrê li we dikim. Lewra ew li cem we zeîf in
emanet in.
Gelî mirovan!
Gotinên ku min ji we ra teblîx kiriye, di hişê xwe da baş bigrin. Min tiştekî
wusa ji we ra hişte ku, eger hun qenc pê bigrin, hun tu carî nakevin delaletê.
Ew,
Kitêba Xweda,
Sunneta pêxemberê Xwedê û
Ehlê Beytê min e.
Gelî mirovan!
Gotinên min Xweş guhdar bikin û di hişê xwe da bigrin. Musliman birayê musliman
e û bi vî awayî hemu musliman birayê hev in. Malê birayê wî, heta ew birayê wî
bi dilê xwe nedê jê ra helal nabe. Zulmê li xwe nekin!
Pirsî: “Ji boXwedê ma min teblîx kire?” Muslimana gotin: “ji bo Xwedê belê!”
Ya rebbî! Tu şahid be!
Naxwe hun di pêy min de bi kafirî nezivirin cahilîyê û situyê hev û din jê
nekin!
Gelî mirovan!
Rebbê we yek û bavê we yek e. Hun tev ji zurîyeta Adem in. Adem jî ji axê ye.
Di nav we da yê herî bi rûmet, yê herî mutteqî ye û yê emrê Xweda gelekî tîne
cî û ji yasaxên wî jî, xwe pirr diparêze. Ereb ne di ser ecem ra ye rumet û
şeref bi teqwayê ye.
Got: “min teblîx kir?” Gotin: “Belê.”
Ji we ên li vir in bira ji ên ne li vire ra teblîx bike bigîhîjînê.
Gelî mirovan!
Bi rastî heqqê Xwedî heqqan hatiye dayîn. Ji waris re hewcîyê wesyetê nake.
Zarû di nav lihêfê kî de welidî be yê wî ye. Ji bo zanî mahrumîyet heye. Kesê
ku xwe ji bavê xwe pêve nîsbetê yekê bike; laneta Xweda û melaîketan û mirovan
li ser be. Xweda ne towbeyên wan qebul dike û ne jî fîdye û farîzê wan qebul
dike.
Gelî mirovan!
Ji we ra koleyekî ku azayê wî kêm be jî bi amirî bê tayîn kirin û bi kitêba
Xwedâ we îdare bike, wî guhdar bikin û îteetî wî bikin.
Pirsî: Eger ez ji we bêm pirskirin; ma min wezîfa xwe ya pêxembertîyê anîye cî?
Eshab got: “Belê, te wezîfa xwe ya pêxembertîyê anî cî”
Ser vê yekê tilîya xwe ya şehadetê bilind kir û sê cara got: “ Ya rebbî şahid
be, Ya rebbî şahid be, Ya rebbî şahid be!
Çavkanî: Mehmet Asım Köksal, Dîroka İslamê , Cilt 17, Rupel 252-261, Weşanên
Şamil.
WERGER: FİKRÎ AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder