9 Mayıs 2020 Cumartesi

HEQ

Mana Peyva Heq û Mahîyeta Wê
Ji çanda Îslamê û istilahê Qur’anê  yek ji peyva heq e. Heq di fehengê de dijî batilê ye û tê maneya hukmê ku hatiye cî, edaletê, duristîya ku hebuna wê sabîte, rastîyê (heqîqetê) Îslamê, mal û mulk, hîsse û parê, tiştê ku ji ber keda wî ve tê dayîn, wacibîyê, sadiqîyê û tiştên qethî
Di lîteratura îslamê de Xweda heq bixwe ye û ji bona ku însanan mesud û bextîyar bike, ji bal xwe ve kitêba xwe biheq daxistî ye. Ji ber vê yekê heqê mutleq/rastî yanjî rastîyên esil bi wehya Xweda ye. Yanî rastîyên ku Xweda daxistîye û beyan kirîye heq e. Yanî heqîqet, rastî, edalet li gor mirovan nîne, li gor pîvanên ku Xwedê Teala beyan kirî ye.

“Heq” navê Xwedê Teala ye. Heq navê Qur’ana Kerîm e. Heq rastîya mutleqe û li gorî şexsan, deman û cîyan naguhere. Rastîyên beşerî, nêzbunên îzafî, teorî û zan ne wek heqîyê ye. Em ji qanuna ku ji me re hatiye daxistin re jî heq dibêjin. Lewra heqqî ji Xweda hatiye loma heq e. Piraneya heq huquq e. Ji ber vê yekê divê huquk ji li gor heq be. Kî bi tiştê (heq) ku Xweda daxistîye hukum neke, ewên zalim ew bi xwe nin.(5/Maîde,45) Eger heq û huquk ji bal Xweda were dibe heq û huquq. Na eger însan vîya bide nîşandan ew nabe heq û huquq. 
Di Qur’anê de Maneya İstilaha Heq
Di Qur’anê 227 caran peyva heq derbas dibe. Bi tevî mûştaqên xwe 287 caran tê karanîn.
Qur’an vê peyvê di gelek maneyan da bikar tîne. 
1-  Di maneya tiştekî li gorî hîkmeta wî  çêkirine. Di vê manêyê de heq sifatê Xweda ye.
 Li vir welayet (alîkarî dostî) ji bo Xwedayê (heq e). Ewê xelata wî çêtire Ewe û ewê rindtirên aqubetan jî dide Ew e .( 18/Kehf, 44)
Paşê, wê ew (can) anan ber bi wî Mewlayê ku Xwedayê we yê rastîne ve bê fetilandin. Hukum yê Xweda ye. Ew hesab pirr zû dibîne. (6/En’am;62)
Xwedayê ku Rebbê we yê rast û heqe Ev e. Ji piştî rastîyê, ma ji xerifîyê pêvtir çi heye? Naxwe hûn çawa têne zivirandin? (10/Yûnis,32)
Tê xuyakirin ku Xweda, heq bi xwe ye. Bi rastî mirîyan ew zînde dike û ew qadirê hemu tiştî ye. (22/Hecc;6)
2-  Tiştên ku li gor hîkmetê hatine avakirin fiîlên Xwedê Teala (c.c) di vê maneyê de heq e. Di derheqê xuluqandina roj û hîvê de Xwedê Teala wuha dibêje: 
“Ewê ku roj kiriye ronahî û hîv kiriye şewq (û nûr) û ji bo ku hûn hejmarên salan û hesaban bizanibin ji hîvê re menzîl tayîn kiriye Ew e. Xweda evanen hemu bi heqqîyê xuluqandi ye. Ew, ji bo qewmekî zana ayetên xwe awa beyan dike(10/Yûnis,5)
Ji te dipirsin: “Ka ew ezab raste yan ne raste?” Ji wan re bibêje: “Belê, ji bo heqqê Rebbê xwe sond dixwim ku ew rast e û hûn nikarin wî aciz bihêlin.” .(10/Yûnis,53)
Ewên me kitêb daye wan;  çawa ku zarokên xwe nasdikin, wusa wî (pêxemberî) jî nas dikin. Lê birrek ji wan, digel zanin jî, heqqîyê vedişêrin. (2/Beqere;146)
3- Di derheqê tiştekî de, li gorî eslê xwe bi tiştekî bawerkirin. Serqisê wekî ku em ji bo kesekî dibêjin bawerîya wî di derheqê zîndebuna nû û behîştê de  heqq e.  Xweda bi destûra xwe, ên bawerî anîne, gîhande rastîya tiştê ku wan li ser îxtîlaf dikirin. Xweda ji kî ra bixwaze wî digîhîjîne rêya rast. (2/Beqere, 213) Di vê ayetê de îbadet û prensîbên bawerîyê ku mirovan li ser îxtilaf kirine di maneya rastîn de derbas dibe.  (Muh. Îbni Kesîr, 1/188)
4-  Di maneya kar û gotina li gor pêwîstîyê, bi qasî ku pêwîste û dema pêwîste  serqisê gava em ji yekê re dibêjin “gotina te heqe” tê vê maneyê. “Eger heqqîyê bidana pêy hewa û hewesa wan wê erd û esman û hemu tiştê di nabeyna wan de xirab bibuna. Naxêr, me ji wan re rûmeta (zikra) wan anîye. Lê ew ji zikra xwe rû dizivirînin.” (23/Mü’minûn, 71). Li vir heq; di maneya navê Rebbê me de (muh. Îbni Kesîr, 2/570), Di maneya rastîya ku alema hatiye xuluqandin tabî buye  (M. Esed, Mesaja Qur'anê, 2/698), yanjî hukmê ku li gor hîkmetê hatîye danîn de hatîye karanîn. 
5- Di maneya deyn de: “Gelî ewên bawerî anîne! Ger heta demeka bi nîşan we deyn da hevûdin, wî binivîsînin. Bila nivîskarek di nava we da bi edaletî binivisîne. Bila nivîskar xwe, şûnda nede binivîse. herwekî Xweda pê daye zanîn bila binivîsîne. Bila deyndar jî bide nivisandin, û ji wî Xwedayê, ku Rebbê wi ye, bitirse. Tu tiştekî ji deynê xwe kêm nenivîsîne. Ger deyndar gêj be an zeîf be anjî nikaribe binivîsîne, Bila xwedîyê wî bi edaletî binivîsîne. Du kesan ji mêrên xwe bikin şahid. Ger du mêr tunebe, mêrek û du pîrekên hûn jê razîne bila şahidîyê bikin. Dibe yek ji pîrekan ji bîr bike/xwe şaş bike; bila yâ din têxe bîra wê. Dema şahid bêne gazîkirin bila xwe ji para nedin. Deyn, pirr dibe hindik dibe sistîyê nekin; wî, hetta dema wîya nîşankirî; binivisînin. Ev; li ba Xweda bi edaletire , ji bo şahidîyê jî saxlemtire û ji bo ku hûn li hev nekevin gumanê jî nêzîktir e. Lê ger hûn di nava xwe da danûstandinek pêşin bikin û vêya nenivisînin ji we ra guneh tune. Di dema kirîn û firotinê da şahidan ji xwe re çikin. Bila li şahid û nivîskaran neheqî neyêkirin. Ger hûn zirarê bidin wan; ew xerabî bi weyi. Ji Xweda bitirsin, Xweda bi we dide zanîn. Xweda zanayê bi hemî tiştî ye”. (2/Beqere, 282).
6- Di maneya par û hîsseyê de: “Di malê wan de (ji hewceyan re) parek kifşkirî heye. Ji xizan û mahrûman re” (70/Me’ârîc, 24-25)
Di malê wan de ji bo parsek û xizanan parek hebu.  (51/Zâriyât, 19)
7- Di mana edaletê de: “Kî xerabîyekî bike, bi qasî kirina xwe ceza dibîne. Mêr dibe jin dibe, kî jî bi bawerkarî karekî rind bike, wê bikeve cennetê û jê re rizqekî bêhesab bê dayînê..” (40/Xâfir, 20)

FİKRÎ AMEDÎ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder