31 Temmuz 2017 Pazartesi

Di Kultira me de Zewac û Dawet 1


Çend roj berê di civatekê de em li ser edet û urf ên berê diaxivîn.  Meselê mesele vekir û welhasil dakere li ser zewacên berê û kîz xwestinê vebu.
Tiştên ku min li gundan dît û ji mezinên xwe bihîst  merhaleyên zewcê bi vî awayî bun.
a) Dem û Daxwaza Zewacê;
însanên me ên berê zarokên xwe zû dizewucandin. Hinek malbat ji bona ku murweta zarokên xwe bibînin, hinek ji bona ku zarokên wan zû çêbibin û di îş û karê malê de alîkarîya wan bikin û hinekan jî, ji bona ku zarokên wan ên kurin (lawîn) hebin loma zû dizewucandin. Li gundan kurê mirov hebuya hem ji bo karê dinyayê û hem ji bona mêr û mêrxasîyê, mirov di nav gund de rehet karibu serbilind bigerîya.
Heta van salên dawîn jî, pirranî kes, berê eskerîyê dizewucîn. Pirr kes berê eskerîyê dibun xwedî ewlad û tewlad. Lê van salên dawîn ev urf hinekî sist buye. Ezê di vir de ji we re qala serpêhatîyek xwe bikim:

Ez 4 salî yan jî 5 salîbum bavê min ji esker hat. Zû zewucî bu. Xeber hat, gotin bavê te ji esker hatîye, ez revîyam çum pêşîyê. Wek însanekî xerîb wî destê xwe serê min da. Ev ukde ez mezin jî bum ji dilê min derneket. Min çend caran jê pirsî: “Çima te ez nekirim hemêza xwe û ez maç nekirim?” got: “ Min fedîkir. Berê ev tişt wek bêedebîyê dihat dîtin.  
Êdî heta xort eskerîya xwe nekin,, kes keça xwe nade wî û dê û bavê kurik jî kurên xwe nazewucînin. Berê salê zewaca keçikan 14-18 bu. Lê keçên me edî bi pirranî ser bîstan re dizewucin. Li gundan hindik mabe jî edetên berê dewam dike.
Berê li gundan ji bo zewacê dor hebu. Heya birayên mezin nezewucîya, ên piçûk nedizweucîn.  Lê îro ev edet jî  guherî. Carna birayê piçûk riza birayê mezin digre û berê wî dizewuce.
Dema xort dihate wexta zewcê, mirazê xwe yan ji xuşka xwe re, yan ji, jina birayê xwe digotin. Bêdebîyek mezin bu ku, kur vîya ji dê û bavê xwe re bibêje. Van salên dawîn êdî jê dê re jî tê parvekirin lê hîn jî ji bavê re nayê gotin. Lê li bajaran ev tişt pirr guherî ye. Bav û ewlad rudinên û qala evîndarên xwe dikin.
Di vê xisûsê de keçik qe nediaxivîn.  Lê dema ji keçikê sewal bikirana, eger dilê wê tunebuya, eşkera digot ez naxwazim, eger dilê wê hebuya digot: “hun zanin.”
Li hinek cîyan hinek edet û usulên daxwaza zewacê bi vî awayîbu:
Daxwaza Kuran:
·         Wexta xort savar dixwar, kevçîyê xwe di girarê de çik dikir.
·         Xort, kevçîkî zêde dihanî ser sênîyê. Yanî daxwazek yeka nû dikir ku were navmalê.
·         Tund û çewt bersiva dê û bavê xwe dida,  li gor ya bavê xwe nedikir, bi birayên xwe re şer dikir û di her karê xwe de îsyan derdixist
·         Bêdil kar dikir. Ji mezinan dixeyîdî.
·         Li ber herkesî ezîyet  li heywanan dikir.  
·         Porê xwe şil dikir û şe dikir. Ji ber eynikê dernediket yan jî ji bêrîka xwe eynik derdixist û li pêş herkesî porê xwe şe dikir.
·         Panîya solê xwe dişikand û solê xwe şimikî dikir pê.
·         Hinek xortan qedeh û bardax dişikandin
·         Li cîyekî tenê rudinişt û diket xeyalan.
Daxwaza Keçikan:
·         Keçikan jî bersi nedidin mezinên xwe, hêrs dibin û prir dikirin kut kut.
·         Keçik bi gotina dîya xwe neke û ya xwe bike ev daxwazê zewacê ye.
·         Ji bîrkirin jî elametên daxwaza zewacê ye. Mîsalen li ser kuçik xwarinê ji bîrkirin peyvê jibîrkirin.
·         Keçik ji xwarin û vexwarinê dihate birîn. Ên der û dora wan digotin: “keçik ji ber evîna xwe ji xwarin û vexwarinê hatiye birîn.” Ev jî dibu elametê daxwaza Zewacê
·         Dema firak dişuştin dişkandin, teyfik davêtin û derî hişk lêdidan.
·         Li hinek deveran xwarin şor dikirin.

·         Eger keçikê dewamî tişt daweşanda, yan jî biçuya avê, ev jî elametê daxwaza zewacê bu. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder