9 Mayıs 2020 Cumartesi

ÎS L A M

“Ya Rebbê me! Me bike du evdên ku ji te re teslîm bûne û ji zûriyeta me jî, ummeteke ku teslîmî te bûye derîne. Cihê îbadeta me nîşanî me bide û tobeyên me qebûl bike. Lewra yê tobeyan qebûl dike û Rehîm hew tu yî.” (Beqere: 128)
Mane û Mahîyeta İslamê
Peyva Îslamê di ferhengê de  tê maneya teslîmbunê,  sitû xwarkirinê û îteatkirinê. Ji ber ku dînê Îslamê; ji emrê Xwedê Teala re teslîmbune û jê re îteat tê kirin ev nava girtî ye. Maneya Îslamê ya istilahî jî tê vê maneyê: “Nîzameka emelî û îtîqadîye ku ji alîyê Xwedê Teala ve bi wasita pêxemberan ji mirovan re hatiye şandin û şiklê jîyanê ye ku li dinya û axretê mirovan mesut û bextîyar dike. Îslam qanuneka îlahîye ku mirovên xwedî aqil  dibe ser rêya bi xêr.

Îslam, navê dînekî teybetîye ku Xwedê Teala ji bo mirovan hilbijartî ye. Îslam, rêya ji Rebbê alemê re teslîmbuna benî Adem e. Îslam benê di navbera mirovan û Xwedê Teala ye. Îslam şiklê jîyaneka bextewarîyê, aşîtîyê, rûmet û îzzetê nîşanê mirovan dide.
Koka peyva Îslamê ji fiîla “selîme-sîlm” tê. Selîme, tê maneya aşîtî yê. Peyvên wek “selm, sîlm, selâm jî ji eynî kokê tên û tê maneya aşîtîyê. Peyva selem jî ji eynî kokê tê û tê maneya kirina aşîtîyê, lihevhatinê û bi perê pêşîn mal kirînê. Esleme tê maneya aşîtî kir, ket aşîtîyê û li ser şertê aşîtîyê sekinî. Peyva selîme tê maneya situxwarkirinê û îteatkirinê jî. 
Peyva “selîme” tê maneya silametê, xelasîyê û ewlebunê jî. “Eslame” tê maneya xêr û qencîyê.
Peyva Îslamê ku ji koka esleme tê têne van maneyan:
1.      Ketina aşîtîyê, aşîtî kirin.

2.      Situ xwarkirin, îteat kirin û qebulkirin.

3.      Ketina Îslamê

4.      Ji Xwedê Teala re teslîm bun û xwe bi Xwedê Teala ve girêdan.

5.      Îxlas û samîmîyet

6.      Danûstanin, bi pêşin pere daîn û bi deyn mal sitendin.
Îslam navê dînê semawî (îlahî) ye ku ji hemu pêxemberan re hatiye şandin. Lewra çavkanîya wehya îlahî yek bitenê ye û Ew jî Xwedê ye. Ev dînê îlahî ku Xwedê Teala navê wê Îslam lêkiriye, bi Hz. Muhammed gîhîştîye kemalê, ji alîyê hemu hukman de temam buye, hemu prensîbên wê ji alîyê Hz. Muhammed(S.A.V.) ve hatiye îzahkirin û rêyeka hîdayetê ye. Muheqqeq li cem Xwedê dîn, hew Îslam e.  (3/ Alî- Îmran:19), navê ên bi vî dînî bawerî anîye re Misilman gotî ye (22/Hecc:78). Pêxemberên  berê jî Misilman bun û ên bi wan bawerî dianîn jî Misilmanbun. Wan pêxemberan jî mirovatî bitenê dawetî Îslamê dikirin. (2/Beqere, 128, 131-133, 135-136; 3/Âlî- İmrân, 20, 67).
Kesê ji Îslamê re teslîm bibe û pê bawerî bîne re “muslîm” yan jî “misilmam” tê gotin. Muslîm tê maneya mu’mînê bawerî anî ye. Mu’mîn jî, muslîmekî ji Îslamê re teslîm buye ye. Mu’mîn bê şek û guman bi îslamê bawerî anî ye. Di nava wê bawerîyê de ewlehî jî heye teslîmbun jî heye. Hinek mirov dibe ku ji ber mezinbun û hêza Îslamê re (li gor maneya wê ya ferhengî) teslîm bibin û ji otorîteya mislimanan re serî bitewînin. Lê bawerîya xwe bernede dil,  fahma îteata  ku xwe  li ber prensîbên îslamê bi dil û yêqîn teslîm neke bêqîmete. (49/Hicurât, 14).
Eger kesek bi zimanê xwe peyva şehadetê bîne yan jî bibêje ez “misilmanim”  ew li gor hukmê Îslamê misilman e. Lê eger bawerîyê di dilê wî de reh û koka xwe bernedabe misilmantîya wî li ser zimanê wî ye. Îslam hem bawerîye û hem jî pirensîbên wê di jîyana xwe de tatbîqkirin e. Eger bawerî ketibe dil mirov ji bo ku prensîbên bawerîyê bîne cî xîret dike . mirovên ku bibêje ez misilmanim û paşê her karê pîs û xerab bike yan bawerîya wan zeîf e yan jî bêbawer in. Bawerîya mirov însanan ji xerabîyan diparêze û xwedîyê xwe ber bi karên salih ve dike. 
Du beşê Îslamê ên esasî hene. Evanan 1- Aqaid, 2- Şerîet e. Di beşê aqaîdê de prensîbên Îslamê ên bawerîyê hene. Însanek wê çawa bawer bike, wê çi qebul û çi red bike mijara aqaîdê ye.  Qismê şerîetê jî muamelat e, îbadete, qaîde û ûsulên ku di nav malbatê, civakê danustandinê, têkilîya navbera mirovan , sûc û cezaên ku wê li sucdaran bê kirin û exlaqê misilmanan ku wê di jîyana xwe de tatbîq bike ne. 
Di Quranê de Istilaha Îslamê
“Ya Rebbê me! Me bike du evdên ku ji te re teslîm bûne û ji zûriyeta me jî, ummeteke ku teslîmî te bûye derîne. Cihê îbadeta me nîşanî me bide û tobeyên me qebûl bike. Lewra yê tobeyan qebûl dike û Rehîm hew tu yî.” (Beqere: 128)
Dema Rebbê wî jê re gotibû: “Teslîm bibe.” Wî jî gotibû: “Ez teslîm bûm ji Rebbê hemû aleman re.” (Beqere:131)
Îbrahîm ev, ji zarokên xwe re jî wesiyet kiribû. Yaqûb jî (wesiyet kiribû û) gotibû: “Zarokên min! Xwedê ji bo we ev dîn hilbijartiye. Û bi misilmanî bimirin.” (Beqere:132)
Ma qey dema ku Yaqûb kete ber (halê) mirinê, hûn li wir amade bûn? Wê demê Yaqûb ji zarokên xwe re gotibû: “Hûnê di pêy min de ji kî re îbadetê bikin?” Wan jî gotibûn: “Em ê ji îlahê te re, ji îlahê kalanê te Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq re; ku îlahekî bi tenê ye. Em ji wî re teslîm bûne.” (Beqere:133)
(Gelî misilmanan) bibêjin: “Me bi Xwedê û (Qur’an) a ku (wî) ji me re daxistiye; bi ya ji Îbrahîm, Îsmaîl, Îshaq, Yaqûb û neviyên wî re daxistiye; bi yên (wî) daye Mûsa û Îsa; û yên (hemû) pêxemberan ku Rebbê wan daye wan, bawerî aniye. Em tu cudatiyê nakin di navbera yekê ji wan jî, û em tenê teslîmî Xwedê Teala bûne.” (Beqere:136)
Muheqqeq li cem Xwedê dîn, hew Îslam e. Ew ên ji wan re kitêb hatiye dayîn, piştî ku ji wan re zanîn hat, ji ber çavnebariya nava xwe bi hev ketin. Kî ayetên Xwedê înkar bike; bila bizanibe ku Xwedê, hesab sivik e (pirr zû dibîne).(Alî- Îmran:19)
Kî ji (dînê) Îslamê pê ve, li dînekî din bigere, ew (dîn) ji wî nayê qebûlkirin. Û ew kes li axîretê jî di zîyanê de ye. (Alî- Îmran:85)
Êdî îro ew ên înkar kirine, ji (xerabkirina) dînê we bêhêvî bûne. Ji wan netirsin, ji min bitirsin. Min îro dînê we kamil kir û ni’meta xwe li ser we temam kir û min ji we re Îslam hilbijart. (Maîde:3)
Xwedê bixwaze kî bigihîne hîdayetê, sînga (dilê) wî li Îslamê vedike. Bixwaze kî jî bixerifîne- wekî ku ber bi asîmanan ve bilind dibe- sînga wî teng dike û dişidîne. Xwedê, li ser kesê ku bawerî neaniye de a wiha gemarê direşîne. Ev (Îslam û Qur’an) rêya rast, rêya Rebbê te ye. Em ji qewmekî ku şîretan digirin û difikirin re ayetên xwe yek bi yek beyan dikin. (En’am:125-126)
Bibêje: “Nimêja min, îbadeta min, jiyana min û mirina min, ji bo wî Xwedayê Rebbê alemê ye.” (En’am:162)
Kî bi qencî berê xwe bi alî Xwedê de bike; bêşik wî bi qulpê herî saxlem girtiye. Aqûbeta hemû karan digihîje Xwedê.  (Loqman:22)
Xwedê sînga kî ji Îslamê re vekiribe; ma ew ne li ser nûreke ji Rebê xwe ye? Êdî wey li halê wan kesên ku dilê wan ji aliyê zikra Xwedê ve pêt û hişk bûye. Ew di nav xerifiyeke eşkere de ne. (Zumer:22)
Ma ji wî kesê ku dema ji îslamê re tê dawetkirin û ew bi bêbêxtî derewan li Xwedê Teala dike zalimtir kî heye? Xwedê, civata zaliman nagihîne ser rêya rast.  (Seff:7)
Di Hedîsên Şerîf de Îslam
Hedîsa  Ebu Hureyre (r.a.): Wuha got:
Rojekê Nebî (s.a.v.)derketibu nava mirovan û runiştîbu. Zatek hate balê û jê pirsî got: “Îman çî ye?” Kerem kir got: “Îman, bawerî bi Xweda, bi melaîketên Wî  û bi gîhîjtîna Xweda û bi pêxemberên wî anîn û  bi zîndebuna paşîn bawerî anîn e.”
Pirsî got: “Îslam çî ye?” Kerem kir got: “ Ji Xweda re îbadet kirin û ji Wî re tu tiştekî nakî şirîk û îkama nimêjê, dayîna zikata hatiye ferzkirin û girtina rojîya Remezanê ye.”
Pirsî got: “Îhsan çi ye?” Kerem kir got: “Herwekî ku tu Xwedê Teala dîbînî û ji wî re îbadet kirin e. Bêşik tu wî nebînî jî, muheqeq ew te dibîne” 
Pirsî got: “Qiyamet kîngê ye?” Kerem kir got: “Di vê meselê de Yê jê tê pirsîn, ji yê pirs dike alimtir nîne. Lê ezê xebera elametên wan bidim te: “Gava carîye efendîyê xwe biwelidîne û gava şivanên devan ên ku kes bi wan nizane  di lêkirina avahîyan de bi hev re pêşbazîyê bikin. (Wexta qiyametê) ji pênc tiştan yeke ku Ji Xweda pêve kes pê nizane. Paşê Nebî (s.a.v.)ev ayet: “Bêşik îlmê saeta qiyametê li bal Xweda ye. Baranê dibarîne û bi tiştê di Rehîman de ye dizane. Kes nizane ku wê sibê çi bi dest xwe bixe. Tu kes jî nizane ku wê li kuderê bimre. Bêşik Xweda, zana ye û xeberdar e.  (Loqman:34) xwend.” Paşê ew şexis zivirî çu. Paşê Resulullah (s.a.v.) emir kir ku wî bizivirînin lê li tu cîyekî rastî şopa wî nehatin. Di ser vê yekê re kerem kir got: “Han ev Cîbrîl (a.s.) bu. Ji bona ku dînê mirovan nîşanê wan de loma hat.”
Ji  Îbnî Umer (r.a.) hatiye rîwayetkirin.
Wuha got: “Resulullah (s.a.v.) kerem kir got: “Îslam li ser pênc tiştî ava buye. Şehadet anîn ku Ji Xwedê pêve îlah tune û Muhammed Resulê Xweda ye, nimêj kirin, zikat dayîn, çûyîna heccê û girtina rojîya Remezanê ye.” (Buxarî û Muslîm)
Ji Ebu Hureyre (r.a.) hatiye rîwayetkirin:
Wuha gotîye: “Resulullah (s.a.v.) kerem kir got: “Li min hate emirkirin ku heta însan tev bibêjin: “LÂ ÎLAHE ÎLÂLLAH” ez bi wan re şer bikim. Kî bibêje LÂ ÎLÂHE ÎLALLAH ji alîyê min ve ji xêynî kisasê ku heqê Îslamê ye, mal û canê xwe parastî ye û hesabê wî jî li ser Xwedê ye.” (Buxarî û muslîm)
Hedîsa Ebu Bekir û Umer (R.Anhuma)
Ebu Hureyre (r.a.) wuha got: “Di ser wefata Resulullah (s.a.v.) de Ebu Bekirê siddîq bu xelîfe û nêt kir ku esker di ser qebîleyên ereban ên îrtîdat kirine û zivirînê  kufra xwe ya berê de bişîne.”
Umer gotibu:
-  Ey xelîfê Muslimanan! Ma tuyê çawa li hemberî vanan de şer vebikî? Resulullah (s.a.v.) gotibu: “Em Musliman memurin ku hetta muşrîk dibêjin “LAÎLAHE  İLLALLAH” bi wan re şer bikin. Ji wan kî vê kelîma şehadetê bibêje, heqqê Îslamê ne tê de malê xwe û nefsa xwe ji min parastî ye û hesabê wî jî, li ser Xwedê ye.  Hz. Xelîfe wuha bersiva wî da:
-  Welehî ji vanan kî nimêj û zikatê ji hev biqetîne ezê bi wan re şer bikim. Lewra zikat heqekî malî ye. Ez bi Xwedê sond dixwim ku, evanan karikek mê ku didan Resulullah (s.a.v.)  ji min bisitirînin; ji ber vîya ve ezê situyê wan bişkînim. Di ser vê yekê re Umer got:
-  “Welehî min fahm kir ku, ev hukmê ku xelîfe di heqê murtecîyan de daye, ji Xwedê Teale berhemek firehe ku xistîye dilê Ebu Bekir. Di vê sayê de min fahm kir ku şer heqq e, loma min Hz. Siddîq tesdî kir.  (Buxarî û Muslîm)
Hedîsa Îbnî Ebbas (r.a.)
Wuha got: “Gava Resulullah (s.a.v.) Muâz Îbnî Cebel  (bi walîtî û qadîtî) şand Yêmenê, wuha got: “Tu ji qewmê ku ehlê kitêbêne re diçî. Ji ber vê yekê tiştê tuyê ewul wan gazî bikî bila  îbadeta  ji bona Xwedê be. Gava Xweda naskirin vê xeberê bide wan ku Xweda di nava rojê û şevê de pênc wext nimêj li ser wan ferz kirî ye. Gava ev jî kirin vê xeberê bede wan ku Xweda ji malê wan zikatek ku bidin xizanan ferz kirî ye. Gava îteat kirin wî ji wan bistîne. Lê ji malê xelkê yê herî qenc xwe biparêze.” (Buxarî û Muslîm)
Hedîsa Eyyub El Ensarî (r.a.)
Bi rastî kesekî ji Resulullah re wuha got: “ Ya Resulullah ji min re emelekî ku wê min bixe cinnetê bibêje.” Civata li wir hazirbun heyreta xwe anîn ziman û gotin: “Çi bi viya buye çi bi vîya buye?” Resulullah (s.a.v.) kerem kir got: “Ma çîye îhîyaca hînbunê û dewam kir got, Ji Xwedê Teala re evdîtîyê dikî û tu tiştekî nakî şirîk nimêja xwe dikî, zikata xwe didî û muamelek baş ji merivên xwe re dikî.” Pêxember (s.a.v.) li ser heywan bu (ji bona ku vî zilamî hefsar û rişima heywan girtibu) jê re got hefsar berd e. (Buxarî û Muslîm)

FİKRÎ AMEDÎ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder