28 Temmuz 2017 Cuma

Qedene

Dema ez piçûk bum, kalikên me ên qala eskerîya xwe dikirin, tim qala hinek heywanên ku jê re digotin: “qedene” dikirin. Digotin me erebeyên xwe ên topan bi van heywanan dikişandin. Ew heywanana pirr bi hêz û zexmbun. Welhasil pirr peznê wan didan. Min jî meraq kir û di derheqê wan de hinek malumat civand.
Qedene: cûre kî hespan e. Di Tirkî de jê re digotin kadana/katana.
Cisnekî hespanın ku ji hespên suwarbunê girantir û bihêztir in. Teybetî ji bona ku barên giran bikşînin, dihatin xwedîkirin.
Di nav bajêr de ji bona ku vagonan bikşînin jî dihatin xwedîkirin.
Evan hespanan bi eslê xwe hespên macaran (Hungari) ne.

Arteşa Rûs, hemu bergîrên xwe xwe ên ji bo sûwarîyan, ji bo topçîyan û ji bo bar ji van hespan hildibijartin. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder