15 Mayıs 2020 Cuma

Dİ HEDÎSÊN ŞERÎF DE ZALİM

Di hedîsek qutsî de wuha tê gotin: Resulullah (s.a.s), ji Xwedê Teala rîwayet dike û wuha dibêje: “Xwedê Teala (c.c) got: ‘Min zilm ji xwe re heram kirî ye. Min ew di nava we de jî heram kirî ye. Wusana naxwe zilmê li hev û din nekin!” (Muslîm, Bîrr, 15, jimara hedîsê: 2577, 4/1994)

 “Xwedê Teala (c.c),miheqek ku moletê dide zalim û gava bi wî digre nahêle çavê xwe veke û nişka ve bi wî digre.”di piştî vê îfadê Resulullah (c.c) ev ayet Xwend: ““Xwe ji nifirên mezluman biparêzin lewra di nava dûaya mezlum û Xwedê de tu perdeyek tune” (Buxâri, Mezâlîm 9, jimara hedîsê: 9, Cihad 180; Muslîm, îman 7, jimara hedîsê: 19, 1/150; Ebû Dâwud, Zikât 5, jimara hedîsê: 1584; Tirmizî, Zikât 4, -625-)
“Dûayên sê kesan red nabe:Gava fitarê dike dûaya yê rojî girtî ye, dûaya rêveberê adil û dûaya mezluman. Xwedê Teala (c.c)dûaya mezluman bi ser esmanan ve bilind dike û ji bo dûayê derîyên esmanan tê vekirin. Xwedê Teala (c.c) jî wuha dibêje: Bi îzzeta xwe sond dixwim ku bîstekî din be jî, ezê alîkarîya te bikim” (Tirmizî, Deavât 129, jimara hedîsê: 3598, 5/578)
Misliman ew kese ku, mislimanén din ji desté wi u zimané wi emin in. " (Buxâri, İman 4, 5, Riqak 26; Muslîm, İman 64, 65; Ebû Dâwud, Cihad 3; Tirmizî, Qıyâme 53, Îman 13)
Ji péxemberé me hate pırsin, “kijan cihad bi fezîlet e?” Got: “Li cem siltanekî zalim bi gotina heq axaftin,”(Îbn Mâce, Fiten 20, jimara Hedîsê: 4012, 2/1330)
 “Kî bizanibe mirovek zalime û ji bona ku alîkarîya wî bike û bi wî zalimî re  re bimeşe, ji Îslamê derdikeve.” (Îbn Kesîbi Bi Hedîsan Tefsîra Qur’ana Kerîm, c. 5, r. 2089)
“Kî alîkarîyê li zalimekî bike, Xwedê Teala wî zalimî muselletî canê wî dike.” (Deylemî; Îbn Aslâkîr, Dîrok) 
"Kî bi zanebun, ji bo mexseda ku alîkarîya wî bike û bi zalim re bimeşe ew kes ji Îslamîyetê derketî ye. " (Râmuz el-Ehâdis, c. 2, r. 445)
"Eger însan zalimekî bibîne û ji wî re nebe manî wê ji ber vêya ve hemu bêne cezakirin." (Tirmizî; Tuhfetu'l Ahvezî Şerhu Câmîu't Tirmizî, 8/423)
“Xwedayê min! Hestên min ên dîtinê û bihîstinê rast bike û wan ji min re bike waris. Li hemberî ên zilmê li min dikin, alikarîya min bike û heyfa min a ji zaliman tê girtin nîşanê min bide .” (Bûxarî, Edebu’l-Mufred, 82, jimara hedîsê: 649-650) 
“Kî bi neheqî ji birayê xwe tiştek sitendibe, heya ku bi qiymet nebuye bila di eynî rojê de îade bike. Eger ( îade neke) emelekî wî yê baş hebe, bi qasî ku neheqî kiriye jê tê sitendin. Ya na ji gunehên birayê xwe hildigre.” (Bûxarî, Askalânî, Şerh-î Sahîh-î Bûxarî, c. 5, r. 161)
“Kesê ku li ser wî ji ber zilmê ve yan ji ber  tecawuza malê yekê ve  heqê (birayekî wî yê Misliman) hebe; berî roja (qiyametê) ku nikare dînar û dîrhem bibîne bila îro li vê dinyayê ji mezlum daxwaza efubuna wî heqqî bike. Eger (mezlum heqê xwe helal neke) emelên qenc ê zalim hebe bi qasî ku zilm kirîye jê tê sitendin (û ji mezlum re tê dayîn) eger xêrên zalim tunebe; ji gunehên mezlum tê girtin û li zalim tê barkirin.” (Bûxarî, Mezâlim 10; Tirmizî, Sifatu’l-Qıyâme 1,jimara hedîsê: 2534)
Pêxember (s.a.s) pirs kir got:“Hûn dizanin muflîs kî ye”? Eshab got: “di nava me de muflîs mirovê ku bê dîrhem û bê eşya ye.” Di ser vê yekê re got: “Bi rastî ji ummeta min muflîs ew kese ku roja qiyametê bi nimêj, rojî û zikatê tê. Lê çêrî vîya kiriye, zîna îsnadê wîya kiri ye  malê wîya xwarî ye, xwîna filankesê rijandî ye û li ê din xistî ye. ji xêrê wî ji vîya re tê dayîn, ji xêrê wî wîya re tê dayîn. Eger berî ku doza wî nehatîye dîtin xêrê wî biqede, ji gunehên wan tê sitendin û li wî tê barkirin û paşê ber bi cehennemê de tê avêtin.” (Muslîm, Birr ve’s-Sila, 59 jimara hedîsê: 2581)
“Roja qiyametê miheqeq hûnê heqan bidin xwedîyê wan. Hetta, ji bona mêşina bê kiloç ji mêşina bi qiloç qisas tê girtin.” (Muslîm, Bîrr ve’s-Sila, 60, jimara hedîsê: 2582; Tirmizî, Sıfatu’l-Qıyâme 1, jimara hedîsê: 2535)
“Bêşik zilim roja qiyametê zilumat /tarîbun e” (Bûxarî, K. Mezâlim ve’l-xesb, 8, jimara hedîsê: 8; Muslîm, K. Bîrr ve’s-Sila, 57, jimara hedîsê: 2579) 
“Kî ji erdê perçekî bi neheqî zeft bike, (roja qiyametê) wek xelekek heft qatê erdê li situyê wî tê piçikandin.” (Bûxarî, K. Mezâlim ve’l-Xesb, 13-15; Muslîm, K. Musâqat, 137, 142 jimara hedîsê: 1610, 1612)
“Ki bi sonda xwe heqê Mislimanekî ji dest wî bistîne, Xwedê ji wî kesî re cehennem wacib kirî ye û cennet jî helal kirî ye. di ser vê peyvê re ji eshab zatekî got: “Tiştekî hindik be jî ya Resulullah?”Resulullah (s.a.s) gotibu: “ji dara mîswaqê darek be jî (dîsa wusa ye).” (Muslîm, Îman 61, jimara hedîsê: 218; Nesaî, Âdâbu’l-Kudât, 30 jimara hedîsê: 5384)
“Zilm bi sê awayî ye. Zilmek heye ku Xwedê wî efu nake. Zilmek heye ku Xwedê wî efu dike. Zilmek jî heye ku miheqeq Xwedê hesabê wî pirs dike. Zilma ku Xwedê wî efu nake  şîrk e. Lêwra Xedê gotî ye: “Şîrk zilmeka mezin e.” (Loqman ;13)   Zilma ku Xwedê efu dike ew zilme ku evdan li hemberî nefsa xwe kirî ye. Gunehên ku evdan li hemberî Rebbê xwe kiriye dikeve vê qategorîyê. Zilma ku wê Xwedê miheqeq hesabê wî bipirse jî bêheyatîyên ku evd li hemberî hev dikin e. Xweda hesabê vanan dipirse û  cezayê zaliman dide wan.” (Bi hedîsan Tefsîra Qur’anê, Îbn Kesîr, I/508)        

Amedekar: FİKRÎ AMEDÎ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder