Peymana ku, pêxember (s.a.s) bi kes ên ji Medînê hatine û bune Misilman re
kirî ye. Peyman di sala 621-622’an de li Mekkê mewkîya Aqabeyê pêk hatî ye.
Navê Aqabeyê li herêmê li gelek cîyan
hatiye kirin, lê cîyê ku meşûr buye ji Mekkeyê 3 Km dûr di nava mîna û
Mekkê de ye. Gava Aqabe tê gotin, cîyê ku hevpeyman lê hatîye kirin, tê
famkirin.
Pêxember (s.a.s) ji bo ku ji ber û
qebîlan re qala Îslamê bike û wan bike Misilman di dema heccê de di nav
qebîleyan de digerîya û ji wan re qala peymana nû dikir. Di van heccan yekê
de rastî çend kes ên ji qebîleya Hezrec ku li Yesrîbê dijîn hat. Ew dawetê
Îslamê kirin. Sala yazdemîn ya ya nubuweta wî de ji vê qebîlê şeş kesan
îcabetî daweta wî kirin û bi dil û yêqîn bi vî dînî pêgirtin.
Lewra bi salan bu ku di nava wan û
qebîleya li Yesrîbê ya din de şerê Bûas dewam dikir. Hêvî dikirin ku ev
dînê nû di nava wan de aşîtîyê pêk bîne. Soz dan Resulullah ku wê ji
qebîleya Ews re jî qala vî dînî bikin û wan jî dawetî Îslamê bikin. Xatir
ji Resululla xwestin û wê salek din li eynî cîyê ku hevpeyman çêkirine dîsa
werin cem hev.
Li Medînê ji xêynî van herdu qebîle
yên Ereb sê qebîle yên Cihudan jî hebun. Evanan Ereb ên mişrîk ji ber
dînê wan û bawerîyên wan ya putperestî ve tim piçûk didîtin. Cihudan li gor
Tewrata di destê xwe de û li gor tiştên ji kalikên xwe û alimên xwe
bihîstibun digotin: “Wê di nêzîk de li vê herêmê pêxemberek ji nav me
derkeve û emê bawerî bi wî bînin û bi piştgirîya wî dawîyê li pûtperestîyê
bînin û Ereban ji holê rabikin.
Van gotinên Cihudan di hişê qebîleyên
Ews û Hezrecên Yesrîbê de cî girtibu. Dema bi pêxember (s.a.s) re li
Aqabeyê hevdîtin pêk anîn bê qirqilîn di pêşîya Cihudan de tevgerîyan û li
cem pêxember cîyê xwe girtin. Mislimanên pêşîn ên Yesrîbê bawerî bi Resulullah
anîn û wuha gotin:
“Qewmê me di nav rojên pirr zehmet de
jîyana xwe derbas dikin. Rewşa me qe ne baş e. Şerên ku bi salan dewam
dikin, di nava me de bu sedemê pevçûnên pirr kûr. Em bawer dikin ku wê vî
dînê nû me li hev bîne û aşîtîyê di nava me de pêk bîne.” Bi rastî jî
Yesrîbiyan dixwestin êdî di nava wan de ew şerê Bûasê xelas bibe.
Hezrecî yên bawerî bi Hz. Pêxember anîbun evanan e:
“Es’ad b. Zurare, Awf b. Xarîs, Rafî’ b. Malîk, Ukbe b. Amîr, Kutba b. Amîr
û Cabîr b. Ebdullah. Ji vanan herdu yên paşîn ji zarokên Necaran bun. (Îbnî
Hîşam Sîre II. 70, İbn Sa’d Tabakat. I. 217)
Van Misilmanên Medînê ên ku dil dabun
Îslamê vegerîyan warê xwe û ji bo ku vî dînê nû bidin naskirin û merivên
xwe jî bînin ser vê bawerîyê bi hemu hêzên xwe xebitîn. Vê gruba piçûk
tesîrek mezin li ser xelkê Yesrîbê hişt. Ji Ews û Hezrecîyan gelek kes bi
wasita van kesan bun Misilman. Bi teybetî xalanên Hz. Pêxember ên ji
zarokên Necaran Esad b. Zurare û Avf b. Xarîs Misilmantîya xwe tu carî
veneşartin û bi xîretek mezin mirov dawetî Îslamê kirin. Bi rastî jî, aqîda
Îslamê li Yesrîbê bo dawîhatina şerê di nava Ews û Hezrec de bu sebeb. Dawî
li dijminantîya nava wan hat û bi rehmeta Xwedê Teala bun birayên hev.
Salek din yanî di sala duwazdemîn ya
pêxembertîyê de di wexta heccê de duwazdeh kesên din jî li mewkîya Aqabeyê
bi pêxember (s.a.s) re hevdîtinek pêk anîn. Ji vanan şeş kes ên salek berê
bubun Misilman bun. Ji vê bey’atê re, bey’ata Aqabeyê ya yekemîn tê gotin.
Ji beşdarê vê bey’atê Ubade b. Samît bi vî awayî qala vê hedîsê dike,
dibêje:
Me li ser van esasan bey’at bi
pêxember anî ku emê di refahê de û tengîyê de, di kêfxweşîyê de û xemgînîyê
de destegê bidin wî û di her mijarê deji emrê wî re îteat bikin. Resulullah
di ser nefsa xwe re bigrin û çi dibe bila bibe emê ji wî re muxalefetê
nekin. Di rêya Xwedê de ji lomeyê tu lomevanan netirsin, tu carî ji Xwedê
re şirîka çênekin, dizî û zînayê nekin, zarokên xwe nekujin, bi
derewê ji ber xwe ve hatiye çêkirin derew û buxtanan li kesî nekin û di tu
karekî bixêr de ji Resulullah re muxalefetê nekin. Me dîsa li ser tiştê ku
Resulullah nîşanê me daye soz da resulullah ku ji me yek di sozê xwe de
bisekine ecîr û mukafata wî li ser Xwedê Teala ye û wê nîmetên cennetê jê
re were dayîn. Kî ji bi halê mirovatîyê ji vanan yekê bike û ji ber
vêya ve li vê dinyayê cezayê wî bê dayîn, wê ew jê re kefaret be. Kî jî ji
vanan yekê bike û tiştê kirî ye Xwedê Teala eşkere neke karê wî li Xwedê
maye. Eger Xwedê bixwaze wê wî effu bike û bixwaze wê ceza bide wî.
Ji duwazdeh kesên ku beşdarê vê
bey’ata Aqabeyê ya yekemin bubun şeş kes ên salek berê bawerî ani bun. Şeş
kes ên din jî evanan bun: “Mûaz b. Xarîs, Zekvan b. Qays, Ubade b. Samît,
Yezîd b. Sa’lebe, Ebbas b. Ubade ve Ebu’l Heysem Malik b. Teyyîhan bun.
Piştî ku Ehlê Medînê ji hecc vegerîyan,
Resulullah ji bo ku İslamê nîşanê wan bide Mus’ab b. Umeyîr jî bi wan re
şand. Di demek kurt de Îslam pirr zû li Medînê belav bu. Mus’ab b. Umeyîr
Resulullah ji tevgêra medînê haydar kir. Di demek pirr hindik de her malek
Medînê bi nûra Îslamê rohnî bu. Êdî Medîne ji dewletek Îslamî re amade bu.
Bi bandor û xîreta Mus’ab b. Umeyîr, ji pêşengên Medînê Sa’d b. Mûaz û
Useyd b. Hudeyîr bun Misilman. Îslam ji alîyê herkesî ve hate qebulkirin.
Di ser vê yekê re ehlê Medînê biryar dan ku wê Resulullah dawetî Medînê
bikin.
Di piştî bey’ata Aqabeyê ya yekemîn
salek din ehlê Medînê ji bo heccê dîsa hatin Mekkê. Ji wan du pîrek
75Misilman bun. Peywendîya Resulullah ya bi wan re îcar ne ji bo teblîxa
Îslamê tenê bu. Di arefeya gelek biryarên girîng de bun. Cîyê hevdîtinê
dîsa mewkîya Aqabeyê bu. Wê ev hevdîtin bi dizî bihata kirin û haya kesî jê
tuneba. Ber bi nîvê şevê ehlê Medînê pirr bi tedbîr hereket kirin û li cîyê
ku biryar dabun, hatin cem hev.
Resulê Ekrem vê carê bi apê xwe Ebbas
re hatibu. Ebbas yan bubu Misilman yan jî Misilmantîya xwe vedişart. Lê
birazîyê xwe hîmaye dikir. Di civînek awa de hebuna xwe wek wezîfeyek
malbatê ku dabun ser milê wî dihesiband. Di civînê de berê Hz. Ebbas dest
bi axaftinê kir got:
“Gelî Hezrecîyan! Hûn bi mewkîya
Mihemmed (s.a.s) ya di nava me de nizanin. Me ew ji dijminê wî parast û emê
biparêzin jî. Ew li vir, di nava malbata xwe de, li cem me di nav îzzet û
îkramê de ye. Lê dixwaze bi we re peymanekê çêbike û bi we re tevbigre.
Eger hûnê karibin sozê ku we daye wî bînin cî û li dijî ên muxalefetê bi wî
re dikin bisekinin û di vê xisûsê de bi hêz û quwet in, ji vîya re gotinek
me tune. Lê eger hûn wî teslîmê dijminê wî bikin û piştî ku hat cem we hûnê
wî tenê bihêlin, wî tiştî a niha bibêjin û Wî li ser rewşa wî bihêlin.
Bersiva Mislimanên Medînê bi vî awayî
bu:
“Me gotinên we guhdar kir ya Resulê
Xwedê, hûn bibêjin! Li ser navê Xwedê, ji bo Xwedê hûn çi dixwazin ji me
bistînin. Em amade ne.”
Resulullah Hz. Muhammed ji Qur’anê
çend ayet xwend û paşê wuha got: “Ez destê xwe bi şertê ku hûn zarokên xwe
û pîrekên xwe çawa diparêzin min jî wusa biparêzin dirêjî we dikim.”
Yê destê xwe berê dirêj kir, Bera’ b.
Ma’rur bu. Wî wuha got:
“Me bey’at bi te anî ya Resulullah, em
bi navê wî Xwedayê ku tu bi heq şandî sond dixwin ku, em xwe, zarokên xwe û
pîrekên xwe çawa diparêzin û disitirînin te jî wusa biparêzin û
bisitirînin. Jixwe em ew kesin ku di şer mezin bune. Em hînê zirxê
ne. Ev mîrasa kalanê me ye ku ji me re maye.”
Di piştî Bera’ Ebu Heysem jî soz girt
û wuha axivî:
“Ya Resulullah, bi Cihudan re hinek
peywendîyên me hene. Emê wan peywendîyan bibirin. Piştî ku me ev tiştanan
kir û hûn bi înayeta Xwedê biserbikevin, ma hûnê dev ji me berdin û vegerin
herin
cem qewmê xwe?”
Resulullah (s.a.s) kenîya û wuha got:
“Xwîna min xwîna we ye. Hûn ji min in,
ez jî ji we me. Hûn bi kî re pevçinin ez li cem we me. Hûn bi kî re aşîtîyê
çêbikin, ezê bi wî re aşîtîyê çêbikim.”
Kês ên li wir ên ku van peyvê
Resulullah (s.a.s) bihîst, ji bo ku bey’atê pê bînin destê xwe dirêjî wî
dikirin, di vê demê de Ebbas b. Ubadederket holê û ji wan re wuha got:
“Gelî Hezrecîyan! Ma hûn zanin, hûn ji
bo çi bey’atê bi vî zatî dikin? We bi bey’ata ku bi Wî anî ye, hûn di serî
de qebul dikin ku bi ên sor û reş re yano bi ên ereb û ên ne ereb re xwe ji
bo şer amadekirin e. Eger dema hûn rastî felaketekê werin û rastî mirina
mezinên xwe werin û hûnê wî bi serê xwe tenê bihêlin, a niha dev jê berdin.
Wê ev rastir be. Ya na hûnê li dinya û axretê rezîl û riswa bibin. Lê eger
hûnê li ser sozê ku didin bisekinin û hindakirina malê xwe û
kuştinamezinên xwe bidin ber çavê xwe vîya bikin. Lewra xêra dinya û
axretê di vîya de ye.”
Teva qebul kirin û pirsîn gotin:
Ya Resulê Xweda tu li hemberî vîya çi
ji me re wead dikî?
Resulullah got:
“Cennetê ji we re wead dikim.”
Di demek kurt de bey’at temam bu. Teva
jî soz dan ku wê di tengî û firehîyê de di her rewşê de îteat bikin û
gotinên rast bibêjin. Di rêya Xwedê de ji tu lomeyê lomevanan netirsin.
Di piştî bey’atê de Resulullah ji
Hezrecîyan neh û ji Ews jî sê kes bi yekunî duwazdeh naqîp hilbijart. Esad
b. Zurare jî bu ser û emîrên hemu kesan. Ji vanan her yek serê qebîleyekê
bun. Ev jî dihate wê manê ku duwazdeh qebîleyan Îslamîyet qebul kiribu.
Bey’at di tarîya şevê de li cîyekî
xewle û dizî hatibu kirin. Lê di piştî bey’atê de qêrînekê perdeya tarîyê
qelaşt.
Gelî Qureyşan! Muhammed û ên bi wî re
ji dînê kalikên xwe derketine ji bo ku bi we re şer bikin peyman
çêkirin.!...
Lê êdî Misilman ji tu kesî
neditirsîyan. Gava ev denga bihîstin, Ebbas b. Ubade wuha got:
“Ya Resulullah ez bi navê wî Xwedayê
ku tu bi hek şandî sond dixwim ku eger tu bixwazî, hema bibe sibe emê şûrê
xwe ji kalanên wan bikşînin û êrîşê wan bikin. “ Resulullah (s.a.s) jî wuha
got:
“Naxêr... Hê destûra şer ji me re
nehatîye dayîn. Aniha hûn tev bizivirin cîyên xwe.”
|
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder