(99 NAVÊ XWEDÊ TEALA)
Xweda ewe ku, Xaliq û Barî û Mussawîre û navê herî rind (Esma-ûl Husna) ê wî ne. Hemu tiştê li erd û esmanan wî tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Heşr-24)
Navê herî rind ên Xweda ne. Ji wî ra bi van navan dûa bikin. (A’raf,180)
Pêxember (A.S) kerem dike: “Nod û neh (99) navê Xwedê Teala hene. Ki evanan jiber bike ew diçe cinnetê. (Buharî û Muslîm)
" ALLAH: Hemu sifatan zeft dike û navê wî yê herî mezin e (Îsmê âzam)
Er- REHMÂN: Ewê pirr bi merhamet û rehm e. Er- REHÎM: Ewê pirr bi merhamet û rehm e.
El- MELÎK : Xwedîyê hemu qâînatê ye û hukumdarekî mutlaq e.
El- QUDDÛS : Ji xeletîyê, xefletê, acizîyê û hemu kêmasîyan dûr û berî ye. Pak û paqij e.
Es- SELÂM : Evdê xwe derdixîne silametê. Ewê di cinnetê de silavê dide evdê xwe yên bextîyar
El- MU'MÎN : Ewê di dilan de şewq /şewla bawerîyê hişyar dike û ên xwe dispêrin wî disitirîne û diparêze.
El- MÛHEYMÎN: Ewê diparêze û ditelîneEl- ‘EZÎZ : Ewê mexlubîyeta wî ne mumkune, tim serkeftî û xalib e.
El- CEBBÂR: Ewê kêmasîyan temam dike. Tiştê ku dixwaze bizorê dike muxtedîr e.
El- MÜTEKEBBÎR: Di her tiştî de û di her karî de mezinahîya xwe nîşan dide
El- XALÎQ: Ewê hemu hebunê û rewşê û bûyerê, kifş û tespît dike û hemuyan ji tunebunê çêdike.
El- BÂRÎÎ: Ewê eşya û wucuda her tiştî li hev tîne û wek hev dixuluqîne.El- MÛSAWÎR: Taswîr dike û sûret û sifatan dide.
El- XAFFÂR: Mexfîreta wî zêde yê
El- QEHHÂR: Li her tiştî, her tiştê ku dixwaze kare bike û hakim û xalibe
El- WEHHÂB: Her nîmetî dewamî bexş dike.
Er- REZZÂQ: Ewê rizqê mexluqat îhsanî wan dike.
El- FETTÂH: Ewê her zor û zehmetê vedike û hêsan dike.
El- A’LÎM: Bi her tiştî pirr baş zane
El- QÂBÎD: Ewê dijdîne û teng dike.
El- BÂSÎT: Vedike fireh dike.
El- XÂFÎZ: Ewê ji jor dadixîne jêr nizim dike.
Er- RÂFÎ’: Bilind dike, ber bi jor ve dike.
El- MÛÎZZ: Ewê îzzetê û rûmetê dide, mêvandar e
El- MÛZİLL: Dixîne zilletê û rezîl û riswa dike.
Es- SEMÎ': Her tiştî dibihîse.
El- BASÎR: Her tiştî dibîne.
El- HEKEM: Hukum dide û heqqîyê tîne cî.
El- ‘ADL: Pirr bi edalet e.
El- LETÎF: Ewê bi heqîqeta hemu karan baş dizane û evdê xwe digîhîjîne qencîyan
El- XEBÎR: Bi nava her tiştî dizane û bi veşartî û dizîyan xeberdar e.
El- HELÎM: Ewê hema ceza nade sucdaran. Mulayîm û nerm e û wextê dide evdê xwe.
El- ‘EZÎM: Pirr bi ezamet e.
El- XEFÛR: Eff û mexfîreta wî pirr û zêde ye.
Eş- ŞEKÛR: Berdêla qencîyên ku ji bo razayîya wî tê kirin, zêde zêde didê.
El- ‘ELÎY: Bi îzzet û rûmet û hukumranîya xwe pirr bilind e.
El- KEBÎR: Pirr mezin e, yê herî mezin e.
El- HEFÎZ: Ewê hemu karê ku tê kirin, bi tefsîlata wî digre, her tiştî heta dema wî ya kifşkirî, ji bela û
musîbetan diparêze muhafize dike
El- MUQÎT: Qut û nifqê her maxluqatî didê
El- HESÎB: Ewê di jîyana her kesê de bi tiştê ku kirîye dizane û bi hemu hesabê wî dizane.
El- CELÎL: Xwedî celalet û mezinahîyê ye.
El- KERÎM: Lutf û kerema wî pirr fireh û zêde ye.
Er-REQÎB: Ewê li ser hemu hebunê çavbend e û her tişt di bin qontrola wî da ye.
El- MÛCÎB: Daxwza kesê ku jê re dûa û lavayî dike tîne cî.
El- WASİ': Îlmê wî û rehmeta wî û ef û mexfîreta wî fireh e.
El- HEKÎM: Hemu emrê wî û karê wî bi hukum û hîkmete.
El- WEDUD: Ji evdê xwe pirr hiz dike û ji hizkirinê ra pirr layîq e.
El- MECÎD: Bi nav û şanekî mezin û bilind e.
El-BÂÎS: Mirîyan vedijîne û ji gorên wan dertîne.
Eş- ŞEHÎD: Di hemu deman de û li her derê hazir û nazir e.
El- HEQ: Hebuna wî qe naguhere.
El- WEKÎL: Karê wan kesê ku jê ra tevekkul dike digîhîjîne aqubetek baş.)
El- QEWÎY: Pirr bi hêz û quwet e.
El- METÎN: Pirr saxlem û qewîn e.)
El- WELÎ: Dostê evdê xwe yên qenc e.
El- HEMÎD: Ji wî tenê ra hemd û sena tê kirin û bi zimanê hemu hebunê peznê wî tê kirin.
El- MUHSÎ: Bi hejmara hemu tiştî yek bi yek dizane.
El- MÛBDÎ: Hemu hebun bê mîsal û bê madde cara pêşîn xuluqandî ye.
El- MÛ’ÎD: Ewê piştî ku hebun hemu tune kir, paşê ji nuhveda dixuluqîne.
El- MÛHYÎ: Ewê can bexş dike û heyat û sihatê dide.
El- MÛMÎT: Ewê mirina maxluqekî bi can dixuluqîne.
El- HEY: Zînde, bi her tiştî dizane û bi her tiştî dikare.
El- QEYYÛM: Bi erd û esmanan û her tiştî digre
El- WÂCÎD: Daxwazê xwe çi wextê bixwaze dibîne.
El- MÂCÎD: Qedr û şanê wî mezin e û kerem û qencîya wî zêde ye.
El- WAHÎD: Di zatê wî da û sifatê wî da û hukmê wî da û navê wî da tu şerîkê wî tune û tenê ye.
Es- SAMED: Ewê hewceyan û tengîyan diborîne
El- QÂDÎR: Ewê daxwaza xwe, dikare bîne cî
El- MUQTEDÎR: Ewê li ser ên xwedî quwet û qudret li gor daxwaza xwe tasarufê dike
El- MUQEDDİM: Ewê daxwaza xwe dixe pêşîyê û pêş da dibe.
El- MU’EXXÎR: Ewê daxwaza xwe dawîyê da dihêle paş da dibe.
El- EWWEL: Pêşîn e
El- AXİR: Dawî ye.
Ez- ZÂHİR: Eşkera ye, xuya ye.
El- BÂTİN: Ji her tiştî veşartî ye.
El- WÂLİ: Ewê qaînatê û her tiştê hema diqewume îdare dike.
El- MUTE’ÂLÎ: Ji het tiştê ku aqil di ber da diçe û ji her rewş û timtêlê bilindtir û mezintir e.
El- BERR: Ji bo evdê xwe tim hêsanî û rehetîyê dixwaze û qencîya wî zêde ye.
Et- TEWÂB: Towbeyan qebul dike û gunehan effu dike.
El- MÜNTEQÎM: Bi edaleta xwe sucdar musteheqê kîjan cezayî ye, wî cezayî didê.
El- ‘EFÛW: Pirr efukar e.
Er- REÛF: Pirr litufkar û pirr bi rehm e.
MALÎKU-L MULK: Ebedîyen xwedîyê mulk e.
ZÛL CELÂL-Î WE’L İKRÂM: Him xwedîyê mezinahîyê ye û him jî, xwedî fezl û kereme.
El- MUQSÎT: Hemu karê xwe wek hev û di cî de çêdike.
El- CÂMÎ': Çi bixwaze, li çi cîyî miraz kiribe dicivîne.
El- XENÎY: Pirr zengîn e û ne hewcîyê tu kesîye.
El- MUXNÎ: Kî bixwaze wî zengîn dike.
El- MÂNÎ': Ewê desturê nade ku tiştek biqewume.
Ed- DÂRR: Ewê tiştê elem û kederê dide, dixuluqîne
En- NÂFİ': Ewê tiştê bi xêr û nafetê dide mirov dixuluqîne
En- NÛR: Ewê nûra xwe dide aleman, hinek rûyan û hiş û dilan bi nûr dike.
El- HÂDÎ: Ewê hîdayetê dide û evdê xwe tîne ser rêya rast.
El- BEDİ': Ewê alêmên bê mîsal û ecêb çêdike.
El- BÂQÎ: Dawîya hebuna wî nîne.
El- WÂRÎS: Ewê hebuna wî dewamî ye û xwedîyê heyîna heqîqîye.
Er- REŞÎD: Ewê hemu kar û kiryaran li gor textîra xwe ya ezelî dimeşîne û li ser nizam û hîkmetek rast digîhîne aqûbeta wî.
Es- SEBÛR: Pirr bi sebir e.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder