BAWERÎYÊ Bİ MU’MÎNAN DİDE HİZKİRİN Û KUFRE JÎ, KİRÊT DİDE XUYAKİRİN.
Hûn bizanibin ku pêxemberê Xweda di nava we da ye. Eger wî di gelek karan de bi ya we bikira, hûnê biketana tengîyê. Lê Xweda bawerî bi we dabu hizkirin û ew di dilê we da xemilandibu û kufir û fisq û îsyan jî, li ber we reş kiribu. Ewên li ser rêya rast evanan in. (Hucurat-7)
KARÊ MU’MÎNAN HÊSAN DİKE.
Ma me sîngê te fireh (yajî ve) nekir?
Û me barê te ji te dananî?
Ku wî barê pişta te dişkênand
Û me nav û dengê te (zikra te) bilind nekiribu
Bi rastî bi her ezîyetê ra hêsanî heye
Ji bo ku tu mizgînê bidî mutteqîyan û qewmekî bi rik hişyar bikî, me ev (Qur’an) bi zimanê te hêsan kir. (Meryem-97)
Û emê te ji rêya hêsan re muwafiq bikin. (A’la-8)
Herçî ê ku bide û xwe biparêze
Û ya herî rind tesdîq bike
Emê wî muwafiqê rêya herî hêsan bikin (Leyl-5-7)
Xweda, duxwaze (bar) ê li ser pişta we sivik bike. Lewra mirov zeîf hatiye xuluqandin. (Nîsa-28)
Ewên bawerî anîne û karên qenc jî kirine hene; em ji quwweta wî zêdetir bar lê nakin. Ew ji eshab/ehlê cinnetê ne, wê di wir da dewamî bimînin. (A’raf-42)
Meha remezanê ye ku Qur’an di vê mehê da hatiye daxistin û ew ji bo mirovan hîdayet û rêber û delîlên heq û batilê ji hev dike îzah dike. Ji nava we kî bigîhîje wê mehê bira rojîyê bigre. Kî jî nexweş be yajî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bira di hinek rojên din da bigre. Xweda ji we ra hêsanîyê duxwaze, zehmetê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo hûn hejmarê (rojan) temam bikin û ji ber ku Xweda hûn dane ser rêya rast, hûn Wi mezin bikin loma ye. Hêvî heye ku hûn şukir bikin. (Beqere-185)
Em li tu kesî barê ku nikare hilbigre lê (bar) nakin. Di destê me da kitêbeka ku rastîyê dibêje heye û tu car neheqî li wan nayê kirin. (Mu’mînun-62)
Eger hûn ji pîrekên xwe yên ji heyîzê derketinê û ên hê neketine heyîzê gumanê bikin, edî dema sekna wan sê meh e. Dema sekna pîrekên hemle jî, bi welidandina wan xelas dibe. Kî ji Xweda bitirse, (Xweda) karê wî hêsan dike. (Telaq-4)
Jİ MU’MÎNAN HİZ DİKE.
Tu, qet di wir da nimêj neke. Li wê mizgefta ku ji roja ewul pêve li ser teqwayê hatiye lêkirin, nimêj bike. Li wir muslimanên ku ji paqijîyê hiz dikin heye. Xweda ji paqijan hiz dike. (Tewbe-108)
Gelî ewên bawerî anîne! Ji we kî ji dîne xwe vegere (bira bizanibe ku), wê Xweda di pirr nêzîk de di şuna wan da civateka wusan derxîne ku Ew (Xweda) ji wan hiz dike û ew jî, ji Wî hiz dikin. Ji mu’mînan ra muşfîk (bi rehm) in û li hemberî kafiran jî şedîd û bi şeref in. Di rêya Xweda de cîhad dikin û ji lome û gazinên lomevanan jî natirsin. Ev fezl û rehmeteka Xweda ye. Ji kî ra buxwaze dide wî. Xweda, (bi rehmeta xwe) firehe û zana ye. (Maîde-54)
HİZUR Û EMÎNÎYÊ DİXE DİLÊ MU’MÎNAN.
Ewê, ji bo ku bawerîyê bixin nav bawerîya xwe, hizûr xistiye dilê mu’mînan Ew e. eskerên erd û esmanan ê Xweda ye. Ew bi her tiştî dizane û xwedî hukum û hîkmet e. (Fetîh-4)
Bi sond, gava di bin wê darê de ji te ra bey’at kirin; Xweda ji mu’mînan razî buye. Bi ya dilê wan zanibu û hizûr û emînî di ser wan da daxistibu û xelata fethek nêz dabu wan. (Fetîh-18)
Wêgavê ji alîyê Xweda ve bi emînî xewek sivik bi we girtibu. Ji bo ku we paqij bike, pîsîtîyê şeytîn ji we biborîne û dilê we bihev ra girêbide û bi vêya pîyê we li erdê qewîn bike, di ser we da ji asîman baran barandibu. (Enfal-11)
Piştî vêya Xweda di ser mu’mînan û pêxemberê xwe da hizûr û sikunet daxist û hinek eskerên ku we nedidît daxist û ezab li kafiran kir. Han cezayê kafiran ev e. (Tevbe-26)
Eger hûn alîkarîya wî nekin, (bizanibin) ku Xweda alîkarîya wî kiriye. Gava ji du heban yekbu û kafiran jî ew (ji mekkê) derxistibun, tedî ew di şikeftê da bun. Wî ji hevalê xwe ra gotibu: “Xemgîn nebe, Xweda bi me ra ye.” Bi vî awayî Xweda di ser wan da huzûr û sikunet daxistibu û bi eskerên ku we nedit piştvanîya wî dikir û peyva kafiran jî nizim kir. Peyva herî bilind a Xweda ye. Xweda Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Tevbe-40)
XERABÎYÊN MU’MÎNAN DİNUXUMÎNE.
Ewên bawerî anîne û karên qenc kirine jî, hene; emê xirabîyên wan binuxumînin.(Enkebut-7)
Lewra wê Xweda kar û kirinên wan ên xerab binuxumîne. Wê bi kar û kirina wan ên herî rind ecrên wan bide. (Zûmer-35)
Roja ku wê we ji bo roja civînê, bicivîne; ew roja kar û zîyanê ye. Kî bawerî bi Xweda anîbe û karekî qenc kiribe, Xweda gunehên wî dinuxume û wî dixe cinnetên di binî de çem diherike. Wê di wir de dewamî bimîne. Xelasîya mezin ev e. (Teğabun-9)
Gelî ewên bawerî anîne! Eger hûn ji Xweda bitirsin, wê fahm û nûrek (Furqan) a heqq û batilê ji hev dike bide we. Gunehên we dinixumîne û we effu dike. Xweda, Xwedî fezl û kerema mezin e. (Enfal-29)
Jİ BONA MU’MÎNAN CİNNET ÇÊKİRÎ YE.
(ji wan ra tê gotin:) “Ev xelat ji ber xebatên we ve ye. Xebata we hatiye şukirkirin.” (Însan-22)
Ji ewên bawerî anîne û karên qenc kirine ra jî, cinnetên naîm (nîmet û xweşî) heye (Loqman-8)
Ji ewên bawerî anîne û hîcret kirine û bi mal û canê xwe di rêya Xweda de cîhad kirine ra li cem Xweda dereceyên mezin heye. Han ewên xelasî û bextîyarî dîtine evanan in.
Rebbê wan ji bal xwe ve mizgîna rehmetê û xweşîyê û cinnetên ku ji bo wan tê da nîmetên dewamî heye dide wan. (Tewbe-21)
Han warê axretê; em wî didin wan kesên li ser rûyê erdê quretî û fesadîyê nakin û aqubet ji mutteqîyan ra ye. (Qeses-83)
Xweda jî, wan ji xirabîya wê rojê parastîye û ronahî û dilxweşî daye wan.
Ji ber sebra wan ve bi cinnetê û hevrîşîm hatine xelat kirin. (Însan-11-12)
Lİ DİNYA Û AXRETÊ ALÎKARÎYÊ Lİ KESÊ ALÎKARÎYA DÎNÎ WÎ KİRÎYE DİKE.
Ji bo ku wan (mu’mînan) gotine: “Rebbê me Xweda ye,” bi neheqî ji warên xwe hatine derxistin. Eger Xweda hinek mirov bi hinekan neqewuranda; wê manastir û dêr û hewra û mizgeftên ku navê Xweda tê de pirr tê zikirkirinê bihatina hilkişandin. Kî alîkarîya (dînê) Xweda bike, ew jî alîkarîya wî dike. Bêşik Xweda bi hêz û Ezîz e. (Hecc-40)
Bêşik hem di jîyana dinyayê de û hem jî di roja ku hemu şahid radibin de, em alîkarîya pêxemberê xwe û mu’mînan dikin. (Mu’mîn-51)
Gelî ewên bawerî anîne! Eger hûn alîkarîya Xweda bikin, wê Xweda jî alîkarîya we bike û wê pîyê we (li ser erdê) qaîm bike (Muhammed-7)
FİKRİ AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder