15 Mayıs 2020 Cuma

HUKMÊ KESÊ XWEKUŞTÎ

Ji Ebu Hureyre (r.a) hatiye rîwayetkirin: Resulullah (s.a.v) wuha kerem kirî ye:

“Kesê ku xwe ji çîyakî de werke /bavêje û xwe bikuje; wê di nava agirê cehennemê da ebedî û dewamî gêr bibe û bisekine.[20] kesê xwe bi perçeyekî hesin bikuje jî,  wê di destê wî de hesin hebe û wî di zikê xwe de çik bike û wê di vê rewşê de di agirê cehennemê de ebedî bimîne. [21]

Bi vî awayî metnê vê hedîsê Buxarî, Muslîm, Tirmîzî û Nesayî jî, rîwayet kirine. Bi tenê di Nesaî de, di pêy îfada perçê hesin de,  ilava “perçê hesin di zikê xwe de çik dike” cî nagre.[22]

Ebu Dawud jî, (di vê hedîsê de) beşa “jarê” rîwayet kirî ye. Lefzê hedîsa ku li gor vê mijarê bi vî awayî ye:

Kesê ku jarê bixwe û xwe bikuje, qedeha wê jarê di destê wî de ye û di nav agirê cehennemê de ebedî û dewamî bê daqultandin.[23]

 ....................................................................................

21- Buxârî, Tib 56; Muslîm, İmân 175 (109); Ebu Dâwud, Tib 11 (3872); Nesâî, Cenâîz 68; Tîrmîzî, Tîb 7 (2044); İbn Mâce, Tib 11 (3460); Ahmed b. Henbel, 2/254, 478

22- Nesâî, Cenâîz 68

23- Ebu Dâwud, Tib 11 (3872)

 

AMEDEKAR: FİKRÎ AMEDÎ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder