Bi rêya Ebu Kilabe, ji Sabît îbnû’d- Dehhaq hatiye rîwayetkirin:
Sabit Ebu Kîlabe gotîye min di bin darê de [24] bey’atî
Resulullah (s.a.v) kiriye û gotiye Resulê Xweda wuha xeber daye:
Kî ji xêynî îslamê bi qestî li ser dînekî din sond bixwe, ew wek gotina xwe (li
ser wî dînî) ye. [25] kî jî, xwe bi tiştekî bikuje, roja
qiyametê, bi wî tiştê (xwe kuştîye) tê ezabkirin.[26] kerem kirîye
ku, mirov di xisusa tiştê ku ne xwedîye de nezrê [27] nake. [28]
Di rîwayetekî de îlaveyek wuha heye:
Lanet li mu’mînekî kirin, wek kuştina wî ye. [29] her kî
mu’mînekî bi kafirîyê îtham bike; herwekî ew kuştibe. Kî jî xwe bi tiştekî
bibire, roja qiyametê ew bi wî tiştî tê birandin. [30]
Di rîwayetek din de jî, îlaveyek wuha heye:
Kî ji bona ku malê xwe zêde bide xuyakirin, bi derewan tiştekî îddia bike;
Xweda malê wî, ji kêmkirinê zêde tiştekî[31] nake [32]
Di rîwayeta Tirmizî de jî, pêxember (s.a.v) wuha kerem dike:
Di xisusa tiştê ku ne xwedîye da nikare nezrê bike. Kesê lanetê li mu’mînekî
bike, herwekî ew kuşti be. Kesê mu’mînekî bi kafirî îtham dike, wek yê ew kuştî
ye. Xweda Kesê xwe bi tiştekî kuştîye, wê roja qiyametê bi tiştê xwe kuştîye
ezab dike. [33]
Di hinek rîwayetan de (ev) ifada resulullah (s.a.v)“ di xisusa
tiştê ku ne xwedîye” cî digre. [34]
25- Ji sondê mexsed eve: "ez awa bikim bibim kafir, bibim
cihud" e.
26- Nefsa mirov, aîdê wî nîne aîdê Xweda ye.
27- Ev, tê vê maneyê: "Eger Xweda şîfayê bide nexweşê min filankes
aad be"
28- Buxârî, Cenâîz 84, Eymân 7; Muslîm, İmân 176-177 (110); Ebu Dâwud, Eymân
7 (3257); Tîrmîzî, İman 16 (238); Nesâî, Eymân 7; İbn Mâce, Keffârât 3 (2098);
Ahmed b. Hanbel, 4/33, 34
29- Li vir teşbîh di xisusa guneh de ye
30- Buxârî, Edeb 44, 73; Muslîm, İmân 177 (110)
31- malê wî tune xwe dewlemend dide
32- Muslîm, İmân 176 (110}
33- Tîrmîzî, İmân 16 (238)
34- Buxârî, Edeb 44; Muslîm, İmân 176 (110); Nesâî, Eymân 31; Tîrmîzî,
İmân 16 (238); Ebu Dâwud, Eymân 7 (3257)
FİKRÎ AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder