Hz. Sare Jina Îbrahîm (a.s) û dîya Hz. Îshaq e. Di derheqê xwedêdana
wê, malbata wê û nesebê wê de di çavkanîyan de tu zaninek ne mewcud e. Di
hinek rîwayetên dîrokî de tê gotin ku; Sare keça Heranê ku birayê Azer e û
apê Îbrahîm e. yanî Îbrahîm bi keça apê xwe re zewucî ye. Dîya Hz.
Sareyê prensesek bu û navê wê Havza binti Kusa bu. Bavê wê di dewletên
Babilê yekê de padişah bu.
Hz. Îbrahîm li Îraqê herêma Babîlê de bubu pêxember. Hukumdarê wê herêmê Nemrud doza îlahtîyê dikir û Îbrahîm gazî wî kir ku were ser rêya heq. Piştî Nemrud ket tatûlê ku wê padîşahtîya wî ji dest wî here xwestibu Îbrahim bavêje nava agir û xwe ji wî xelas bike. lê Xwedê Teala Îbrahîm ji xezeba wî parastibu û Nemrud û arteşa wî bi arteşek mêşan helaq kiribu. Dema ev buyerên nexewş diqewumîn li cem Îbrahîm jinek ku jê hezdikir, bawerê pê dianî û piştgirîya wî dikir hebu. Ev jinik Sare bu.
Hz. Îbrahîm, jina wî Sare û birazîyê wî Lut pêxember bi hev re ji welatê
Nemrud derketibun. Paşê wan û Lut rêya xwe ji hev qetandin û ew ber bi warê
Kenanê de çûn. Dema hatin Filistînê ev peyvên Cebraîl (a.s) bihîstin: “Xwedê
Teala ev welat da zarokên te.” Hz. Îbrahîm bi van gotinên Cebraîl pirr kêfxweş
bu û ev mizgîn da Hz. Sareyê jî. Lê Sare bi vê gotinê hinekî din jî xemgîn bu.
Lewra zarokên wê çênedibun. Ji Îbrahîm re wuha got: “ Ya Îbrahîm! Qe
kurên min çênebun û ez bawernakim ku wê çêbibin jî. Ma wê di vê rewşê de çawa
zarokên me bibin xwedîyê vî welatî?”
Îbrahîm (a.s) got: “Ya Sare! Sebir bike. Ew Rebbê me yê ku ev xeber daye
me, miheqeq wê te bi zarokekî bextîyar û mesud bike.”
Hz. Îbrahîm û qefîla xwe gihîştin sînorê Misrê. Ew li vî welatî xerîb bun.
Hz. Sare hem jinikek pir xweşik bu û hem jî xwedî xuyekî nerm bu û ji
mêrê xwe re jî îteatkar bu. Lê ev der welatê Fîr’ewun bu. Fîr’ewun doza
îlahtîyê dikir û ji xwe mezintir kes nedidît. Eger bixwesta, kîjan jin bi xweşa
wî biçûya ji xwe re digirt û mêrê wê dikuşt. Îbrahîm bi feraseta pêxembertîyê
ji vê rewşê haydar bu. Sara temî kir û jê re wuha got: “Eger di derheqê te de
yek tiştekî bipirse bibêje em xuşk û bira ne. Ji xwe em dîn de xuşk û bira yên
hev in. ”
Dema Fîr’ewun bihîst ku jinikek xweşik hatiye Misrê hema zilamên xwe şand
cem Îbrahîm (a.s) û ew dawetî qesrê kirin. Fîr’ewun ji Îbrahîm (a.s) pirsî: “
Ew jinika li cem te kî ye?” Îbrahîm (a.s) got: “Ew xuşka min e.” Fir’ewun
got: “Wê ji min re bişîne.” Wî jî çû tiştê ku fîr’ewun gotibu jê re îzeh kir û
temîyên ku berê lê kiribu bi bira wê anî. Lê dilê wî teng bubu û çû secdê ji
Rebbê xwe re ji bo ku jina wî ji vî hukumdarê zalim biparêze dua kir û ji bona
ku jina wî, nûra çavê wî bisitirîne ji Rebbê xwe re lavayî dikir. Dema Fîr’ewun
destê xwe dirêjî Sareyê kir û xwest destê wê bigre, wê jî bi bawerî û
teslîmîyetek wusan ji Rebbê xwe re dua û lavayî dikir ku Resulullah (s.a.v)
wuha qala vê rewşê dike: “Sare rabu desnimêj girt, nimêj kir û wuha dua kir:
“Xwedayê min! Min bawerî bi te û pêxemberê te anîye û îfeta xwe ji xêynî mêrê
xwe ji her kesî parastî ye. Vî kafirî pêdarî canê min neke.” Hema hilma
Fîr’ewun çikîya û li erdê perpitî. Di ser vê yekê re got: “Xwedayê min eger ev
zilam li vir bimre wê bibêjin sareyê kuşt. Ji ber vê yekê ez naxwazim
bimre,” ruh ket canê fîr’ewun û vê rewşê sê caran dubare kir.” (Buxârî,
Buyû, 100, Enbîyâ, 8, Hîbe, 36.)
Di piştî vê hedîsê de fîr’ewun famkir ku Sare ne ji jinan jinek e û ev
jinik, jinik salîheye û xwedî esalet e. Di ser vê yekê re ji Serayê re got: “
Ezê carîyekî bexşî te bikim. “ Paşê gelek dîyarî da wan û ew ji misrê derxistin.
Hz Sare bi dilxweşî ji Misrê vegerîya welatê xwe. Lewra bubu xwedî
carîyek xwedî xuyekî qenc û bi exlaq.
Xwedê Teala mizgîna zûrîyeta wî dida Îbrahîm ,lê salê îbrahîm û Sareyê
derbas bubu. Îbrahîm bi rastî jî nizanibu wê vê rewşa çawa were cî. Îbrahîm
(a.s) carna Ji Rebbê xwe re dua dikir û digot: “Ya Rebbî ma ezê ji vê dinya bê
zarok bimrim herim?”
Sarê êdî ji xwe hêvîya xwe birî bu. Bawer nedikir ku êdî zarokê wê çêbibe.
Biryar da ku Hacerê û Îbrahîm bi hev re bizewucîne. Nêta xwe ji Îbrahîm re
vekir got:
“Ez êdî pîr bume. Emrê min ji heştêyî derbastir bu. Wusa xuya dike ku wê
Rebbê alemîn zarokekî nede min. Eger di rûyê min de tuyê nebî xwedî zarok, hema
bila ew zarok ne ji min be. Min biryar da ku ev carîya ku li Misrê Fîr’ewun ji
min re dîyar kiribu bi te re bizewucînim. Sarokê ku ew xwedêbide ezê wek zarokê
xwe jê hezbikim û hesreta xwe ya zarokan bi wî awayî bînim cî. Lewra hesreta
zarokan min jî û te jî pirr nerihet dike.”
Îbrahîm (as)fam kiribu ku ev teklîfek îlah ye. teklîfa wê qebul kir. Ev
mezinahî hezkirin û fezîleta Sareyê bu
Hz. Sâreyê bi fedekarîyek mezin, ji bo ku zarokê wê tunebu Hacer bi dîyarî
dabu mêrê xwe Îbrahîm. Lê bi xwedêdana Îsmaîl xemgîn bubu. Lewra wê
dewamî hesreta zarokekî dikişand. Ew 90 salî û mêrê wê Îbrahîm 120 salî bu.
Xwedê teala di van rojan de berê mizgîna Îshaq û paşê mizgîna nevîyê wî Yaqub
da wan. (Hâkîm; Hûd, 11/71.)
Hz .Lut Û Îbrahîm (a.s) pêxemberê eynî dewrê bun. Qewmê Lut( a.s) qewmekî
homoseksuel bu û xezaba Xwedê kişandibun ser xwe. Komek melek ji bo ku xebera
helaqbuna qewmê Lut bide wî û vî emrî bicî bînin hatin Mala Îbrahîm (a.s).
Evanan di sûretên mirovan de xortên ciwan bun. Dema xwarina ber xwe nexwarin
Îbrahîm (a.s) famkir ku evanan ne însanin û tirsîya. Hz. Sareyê li pê ji wan re
xizmet dikir. A vam mêvanan beha melekbuna xwe kirin û mizgîna zarokekî da wan
gotin:
“Bi sond dema qasidên me ji Îbrahîm re bi mizgînî hatin, gotin:
“Selam” (li te be) wî jî got: “Selam” (li we be). Paşê ji wan (qasidan) re
golikek qelandî anî. Dema ku dît destê xwe dirêjî golikê nakin, ev halê
wan bi xweşa wî neçû û tirsek kete nava dilê wî. Gotin: “Netirse, em ji qewmê
Lût re hatin şandin.” Jina wî li piya bû. (Dema gotinên wan bihîst)
keniya, me Mizgîna Îshaq û di piştî Îshaq de jî mizgîna Yaqûb da wî.
(Jina wî) got: “Li min vê ecêbê! Ez pîr im û mêrê min jî kalek e ma ez ê çawa
zarokan bînim? Bi rastî ev tiştekî pirr ecêb e.” (Li ser vê yekê qasidan)
gotin: Ma tu li karê Xwedê ecêb dimînî? Gelî ehlê malê! Rehm û bereketa Xwedê
li ser we ye. Ew hêjayî hemdkirinê ye û Mecîd e." (Hûd, 11/69-73.)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder