Seyyîd QUTUB
Weka ku di sûretê Birûc de tê qalkirin,
buyera Eshabê Uhdud li her derê û di her nivşê de ji bo ên mirovan dawetê Xwedê
dikin rastîyeke ku divê bawermend li ser vê buyerê bisekinin û bifikirin.
Qur’an ji bo bawermendan nîşanên rê çik
dike û di alema xeyban de tiştên di bin nuxaman de ji Xwedê tê veşartin û
leqayîyên li ser rê û ji îhtîmalan re şexsîyeta wan amade dike
Çêroka Eshabê Uhdud; çêroka cemaeta ku bawerî bi Rebbê xwe anîye û bawerîya xwe di ser her tiştî girtî ye. Evan bawermendan ji ber ku bi heqîyê û bi Xwedayê Hemîd û Ezîz bawerî anîne rastî serdeçûn û îşkenceyên mirovên zalim, xayîn û sadîst hatine ku evanan heqê wan mirovên daxwaz dikirin ku bi azadî û rumet bijîn xesp dikirn û tinazê xwe bi mewkîya mirovan a li bal Xwedê dikirin û bi îşkenceyên hovane kefxweş dibun û gava mirovan di nava agir de ezîyet dikşandin ji, vê rewşa wan zewq digirtin
Di vê buyera Eshabê Uhdud de ruhê
bawermendan; li hemberî hemu tirsan, li hemberî hemu êşên dinyevî, li hemberî
dinyayê û daxwazên jîyana dinyayê û îmtîhanê, li hemberî îşkenceyan û hemu
deman, serkeftîya ku hemu mirovatî jê rumetê bigre qezenc kirine. A esil
serkeftî û serfîrazî ev e.
Sedem wekhev nebin jî wê dawîya dawîn hemu
mirov bimrin. Lê hemu mirov serkeftîyên awa nikarin qezenc bikin, nikarin
bigîhîjin bilindîyek awa, nikarin bi vî awayî ji hemu qeyd û zincîrên dinyevî
xelas bibin û azadîyek mutlaq qezenc bikin û bigîhîjin ser qotên bilind ên herî
bilind.
Xwedê Teala ji ber bawerî û îteatê ve ji
bela re sebirkirin, ji ceribandina jîyanê ên zor û zehmet û êşan re sebirkirin
ji bawermenden re sikûneta dil wead kirî ye
“Ew ên bawer kirine û dilê wan bi zikra
Xwedê mutmeîn dibin ev in. Baş bizanibin ku dil, bi zikra Xwedê dikeve cî.”
(Re'd, 28)
Ev xelat nîşana hezkirin û pêxweşbuna wî
zatê xwedî sifatê Rehman e. Qur’an wuha dibêje:
“Ji bo ên bawerî anîne û karên qenc kirine
wê Rehman di dilan de hezkirinekê çêke.”
Ev xelat li meleyê ‘Âla jî tê zikirkirin.
Resulullah wuha dibêje:
Dema zarokê evdekî dimre cenabê Heq ji
melaîketan dipirse dibêje: “We canê zarokê evdê min girt?” Ew jî dibêjin, belê.
Cenabê Heq dipirse dibêje: “We fêkîyê canê wî ê yekta jêkir?” Ew jî dibêjin
belê. Di ser vê yekê re Cenabê Heq dîsa dipirse: “Ji ber van hemu kirinên we ve
evdê min çi got?” Ew jî wuha bersiva wî didin, dibêjin: “Bitenê hemd kir û got
Înna lillahî we înna îleyhî Racîun (yanî em ji Xwedê hatin û emê dîsa bal bi wî
de vegerin). Di ser vê yekê re Xwedê Teala wuha fermanê li melaîketan dike
dibêje: “Li ser navê vî evdê min li cennetê Qesrekê çêkin û navê wê “Qesra
Hemdê” deynin.” (Tîrmîzî qeyd kirî ye.)
Di rêya micadelê de buyîna buyerên awa ku
bawermend jê xelas nabin û kafir jî ji ber kirinên xwe ve nayên cezakirin
miheqeq tê serê bawermendan. Di Qur’anê de mexseda qalkirina van buyer û
mînakan eve ku bawermendên serê xwe dane ser rêya dawetê divê di
şexsîyeta xwe de vi fikrî bicî bikin ku, di rêya Xwedê de carna dikarin mirovan
dawetî aqubetên awa trajîk bikin û di vê mijarê de tiştê ku ew bikin tune û rewşa
wan û rewşa wan a aqîdevî temamî aîdê Xwedê ye
Bawermend ji ber keda xwe ve, di merhale
yekemîn de gîhîştîne di dil de zîndîtîyê, di şiûrê de bilindîyê, di fikir de
estetîkê, ji hemu daxwaz û astengên dinyayê xelasîyê, ji tengî û tirsa hemu
rewşan rizgarî û azadîyê
Xelata ku wê di merhaleya duyemîn de
bigrin jî, di Meleyê Ala de bîranîn, rumetkirin, pezindayin û di piştî vîya de,
ji vê dinya piçûk û bêqimet û objeyên wê yên basît durketin, xelateka ji vanan
teva mezintir, li axretê bi hêsanî hesab dayîn û gîhîştina nîmetên mezin, di
tehlîla dawîn de ji vanan teva girîngtir, ji teva bi qîmetir razayîya Xwedê
qezenckirin; li ser rûyê erdê di xisûsa qeder û qudreta Xwedê bicîanîn de
bîzatîhî ji alîyê Xwedê ve hilbijartin e. Xwedayê mezin li ser rûyê erdê
daxwaza xwe bi wasita wan tîne cî.
Falîyetên Resulullah ên li ser perwerdeyê,
bi talîmatên Qur’anê re parelel meşîya bu. Dil û dîtin ber bi cennetê ve
zivirandibu, ji ber ku Xwedê Teala li dinya û axretê karên wan daxwaz kirine
îcra bikin loma kirine wezîfedar, ferman kirîye ku ji ber buyerên hatine serê
wan sebir bikin.
Resulullah gava li Mekkeyê dê û bavê ‘Emar
di bin îşkenceyên nayên tehamulkirin de dît bitenê ji wan re got:
“Ya malbata Yasîr! Sebir! Ji ber van
îşkenceyên hûn dikşînin xelata we cennet e.”
Qur’an dilên ku wê emaneta îlahî hilbigre,
di wesfê wî kesê dikare vê emanetê hilbigre de amade dike. Divê ev dilanan wusa
zînde ,wusa bi hêz û wusa xwe ji tiştê ku pê nizane îzole bike û wusa fedekar
be û xwe bi dil û yêqîn dabuyê ku li ser rûyê erdê karibe li hemberî her belayê
bisekine. Ji axretê pêvtir mexsedek wî tunebe. Ji razayîya Xwedê pêvtir li
benda xelatek din nebe. Divê ev dilanan bi awayekî wusa hatibin perwerdekirin û
amadekirin ku ji dinyayê parek girtin, xerabî dîtin, ji nîmetên dinyayê mahrumbun,
îşkence dîtin û heya ku mirin digîhîje wan ji her karê dinyevî elaqa xwe
bibirin. Ji xelatên dinyevî ên mesafa nêz jî...welew ku ev xelat dawetê biser
bixîne û li hember kafiran Misliman û Îslamê bigîhîne serkeftinê jî. Yan jî ev
xelat textîra ê Ezîz weka ku ên berê derewandibu (qewmê Ad, Semud, Nûh) hema
girtibu û dabu cezakirin dabe cezakirin jî, li cem van dilên hatine
perwerdekirin bêqîmet e.
Bêguman li ber tu xapandinê nakevin û wê
îşaretên vê rêyê nîşanê wan bide; aqubet çi dibe bila bibe, wê gavê ên ezim
kirine ku heya dawîyê wê di vê rê de bimeşin saxlem bide meşandin.
Di piştî vê merhaleyê de Cenabê Heq êdî di heqê dawetê û wan de çi textîr
kiribe wê ew çêbibe. Dema di rêyên bi xwîn, serîyên jêkirî, laşên perçe perçe
bune û xwîdana enîya wan de dimeşin, tu carî îltîfatî serkevtinek dinyevî,
xalîbyetê û cihêbuna nava heq û batilê ku îlle li vê dinyê nakin.
Ev şer ne şerekî sîyasî û ne şerekî
îktîsadî û ne jî şerekî nîjadî ye. Eger şerekî li ser van ûnsûran ba, wê
pirsgirêk bi hêsanî çaresar biba. Lê şer berê her tiştî şerekî bawerîyê ye. Yan
kufir yan bawerî; yan Îslam yan cahîlîye... alternatîfek vanan a sêyemîn
tune....
Belê ev pirsgirêka aqîdê ye. Şerê bawerîyê
ye... Divê li her derê û her demê dema bawermend rastî dijminên xwe tên di şiûra
vê rastîyê de bin. Lewra êrîşa dijminê wan ya dijî wan bitenê bawerî bi Wî
Xwedayê Ezîz û Hemîd anîne û bi îxlas jê re îteat kirine loma ye.
Îro alema xirîstîyanan dixwazin navbera
bawermendan û dijminên wan de teşebbusa guherandina şiklê şerê ezelî
û ebedî de di derheqê rastîya şer de me bixapînin. Ji dîrokê re derawan didin
gotin û dixwazin me bi gotina Şerê Xaçîyan bi tenê ji bo ku li hember
talanmendan bendekî bikşînin loma hatiye kirin bidin bawerkirin. Naxêr tucarî
tiştekî awa ne mewzubahîs e. Birastî talanmendîya ku paşê derketîya holê, ji
rûh û maska Xaçîyan ya nûjen pêvtir tiştek nîne. Ev rûhê Xaçîyan di dîrokê de
rastî zinarên ku di bin serdarîya Mislimanên cur bi cur qewman teşekkul buye
hatin û perçe perçe bun. Di nava van serdaran de Selheddînê Kurd û Turan Şahê
Memlukî hebu. Lê vanan qewmê xwe û etnîka xwe jibîr kiribun û aqîda
xwe pêş de girtibun û di bin ala aqîdê de gîhîştibun serkeftinê.
Bawermendan, ji bo ku bi wî Xwedayê Ezîz û
Hemîd bawerî dianîn; heyf ji wan digirtin. (Bûruc,8)
Xwedayê mezin raste û pîlanan çêdike,
hîlekar jî derewîn in.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder