24 Mayıs 2020 Pazar

ROJÎ Û MEHA REMEZANÊ

ROJÎ Û MEHA REMEZANÊ

 Gelî ewên bawerî anîne! Wekî ku li ên berî we ferz buye, rojî ji we ra jî ferz buye. Dibe ku hûn bitirsin (û xwe biparêzin).

(Rojî) rojên jimartîne. Di nava we da kî nexweş be yajî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe), bira di rojên din de bigre. Ewên quwweta wî nagîhê jî, bi qasî têrkirina xizanekî fidye jê re lazime. Lê kî bi dilê xwe qencîyekî bike, ev ji bo wî çêtir e. Eger hûn zanibin girtina rojîyê ji we re bixêrtir e.

Meha remezanê ye ku Qur’an di vê mehê da hatiye daxistin û ew ji bo mirovan hîdayet û rêber û delîlên heq û batilê ji hev dike îzah dike. Ji nava we kî bigîhîje wê mehê bira rojîyê bigre. Kî jî nexweş be yajî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bira di hinek rojên din de bigre. Xweda ji we ra hêsanîyê duxwaze, zehmetê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo hûn hejmarê (rojan) temam bikin û ji ber ku Xweda hûn dane ser rêya rast, hûn Wi mezin bikin loma ye. Hêvî heye ku hûn şukir bikin. (Sûreta Beqere: 183-185)

 Mane û Mahîyeta Sewmê /Rojîyê. 

 Rojî kelîmeyek kurdî ye. Bi Farisî jî, ji vê kelîmê re “rûze” tê gotin. Ji kurdî derbasî Tirkî jî buye û kelîme guherîye “oruc” ê. Kelîma sewm di Erebî de tê maneya, ji tiştekî dûr sekinandinê, li hemberî tiştekî xwe parastin û manîbun e. Bi istilaha fiqhê jî tê maneya; ji wexta paşîvê (îmsaqê) heta wexta fitarê ji bo mexsed û armancekî ji xwarin û vexwarinê û munasebeta cînsî dûr sekinandine, xwe parastin e.   

 Îmsâq, Di Erebî de tê maneya “xwe girtin, parastin û manîbunê.” Ruknê rojîyê ê esil jî di vê maneyê de ye. Di zimanê me de mana wexta îmsaqê despêkirina yasaxên rojîyê (xwarin, vexwarin û munesebeta cînsî) ye. Wexta îmsaqê, belekbuna fecrê (fecrî Sadiq) ye û ji vê demê pêve dema nimêja Î’şa derketîye û dema nimêja sibê destpêkirî ye. Di vê demê de wexta paşîvê xelas dibe û rojî destpê dike. Wexta fitarê jî, tê maneya yasaxê rojîyê xelas buye û serbestbuna xwarin û vexwarin û munasebeta cînsî ye. Ev dem gava roj diçe ava destpê dike. Bi vê demê re wexta nimêja êvarê jî destpê dike. Li herêmên ku şev û roj teşekkul nake jî, dema rojîyê li gor herêmên nêzî wan tê kifşkirin. 

 Di Qur’anê de despêkirin û xelasbuna dema rojîyê bi mecazî bi vî awayî tê qalkirin:

 “...Heta tayê sipî ji tayê reş tê veqetandin, bixwin û paşê heta şevê temam bikin. Gava hûn di mizgeftan da dikevin  îtîqafê, nêzî  jinên xwe nebin. Xweda ayetên xwe awa îzah dike ku hûn xwe biparêzin...” (Sûreta Beqere:187) 

 Divê ji paşîvê heya fitarê ji xwarin û xexwarin û munasebeta cînsî  dûr sekinandin mexsedek hebe û ev kar bi şiûrekî bê kirin. Ev armanc û şiur, razayîya Xweda ye ku bi tabîra “nêtê” tê îfadekirin. Eger ev armanc û şiur nebe, ji bo birçîbun, parêz, rejim , zîndetîyê ji van hersê tiştan (xwarin, vexwarin û munasebeta cînsî) dûr sekinandin; rojî nayê hesibandin.

 Rojî di piştî sal û nîv hîcreta pêxember (a.s) ve Di dehê meha Şabanê de hatiye ferzkirin û ji pênc ruknê ÎSlamê ye. Pêxemberê me di vê xususê de wuha gotiye: “Îslam li ser pênc tiştan hatiye avakirin: Şehadet bi Ji Xêynî Xweda îlah tune û Muhammed  evdê wî û qasidê wî ye anîn, kirina nimêjê, dayîna zekatê, girtina rojîya meha remezanê û Zîyareta Beytullahê (heccê) ye.  (Buxârî, îman 34, 40, Îlîm 25; Muslîm, îman 8)Ayetên ku ferzbuna rojîyê beyan kirine jî; Sûreta Beqere 183 û 184 e.

 Ji bo ku girtina rojîyê, li gorî îbadetên din hinekî din jî bi eza û cefaye, Gava Xwedê Teala ferzbuna rojîyê beyan dike; bi uslubeka ku psikolijîk hêsanîyê dide û ji bo muslumanê muxatabê vî emrîye rehet bike, behsa girtina rojîyê dike û dibêje rojî li ummetên berê jî ferz buye û di alîyekî din de ji bo nexweş û rêwîyan jî, mazereta rojîyê beyan dike. Ev uslub ji bo nimêjê neatîye karanîn. Lewra nimê jî, ji ummetên berê re hatibu ferzkirin. 

 Ji bo ku pirr hindik rîya dikeve nava rojîyê, xêr û sewabê wê jî pirr zêde ye. Herwekî ku ji pêxemberê me hatiye neqilkirin, Xwedê Teala (c.c) wuha kerem kirîye: “Rojî ji bo mine û xêra wî jî, li ser min e. (Buxârî, Sewm 2, 9; Muslîm, Siyâm 30)

    Di îbadetan De Li Hîkmetê Gerîn û Hîkmeta Rojîyê:

 Emr û yasaxên Xwedê Teala, ji bo evdê Wî ye. Alimên îslamê îtifaq kirine ku hemu hukum ji bo feyda mirovan e. Di tiştê ku Xweda xwestîye evdê Wî bikin de ji bo evdê wî gelek xêr û feyde heye. Di yasaxên wê de jî, zirar û zîyanên mezin heye. Di Qur’anê Kerîm de tu emr û yasaxek li dijî hiş û aqil tune ye. Jixwe mirov bi hemu hîkmet û feyda van emr û yasaxan jî nizane. Ji alîyekî din ve, divê muntesîbê wî dînî, îbadetê ku Xwedê Teala emir kirîye, di ser hiş û aqil re bigre û  di her îbadeta xwe de razayîya Xweda bîne ber çavê xwe.

 Gava Îmam Gazalî qala sê derecên rojîyê dike, wuha dibêje:

 Rojîya ‘ewam: Rojîya Kesê ku herdu azayê xwe, yanî mîde û uzvê cînsî ji tişti ku jê zewqê distîne mahrum dike û xwe ji vê zewqê diparêze ye.

 Rojîya Hewas: Rojîya Kesê ku herdu ûzvê xwe û bi vanan re çavê xwe û gohê xwe û ûzvên xwe yên din jî, diparêze.

 Rojîya Ehassu’l Hewas: Evanan rîayetî hemu rojîya hewas dikin û di ser vanan re  dilê xwe ji emelên piçuk, fikara dinyayê û masîvayê safî dikin

 Kîjan dereca rojîyê bê girtin bila bê girtin, rojî mirov digîhîne kemalatê û di nav civatê de û di heyata mirov de hizur û derbasîyek baş bexşî mirov dike.

  Rojî mirov ji hêrs û xeydê, ji kerb û rikê diparêze. Di meha rojîyê de di civakê de dizî, zîna, qumar û araqxurî kêm dibe û millet xwe ji pirr xuy û hesletên kirêt diparêze.

 Pêxember (a.s) di hedîsek xwe de wuha dibêje: “Rojî mertale; gava hûn bi rojînin, nezanîyê nekin û gotinek xerab nebêjin. Eger yek pêşkarî we bu û bela xwe bi we da, bira bibêje: Ez bi rojî me, ez bi rojî me.” (Buxârî, Savm 9; Muslîm, Siyâm 30)

 Di rojîyê de mexsed xwe birçihiştin tenê nîne. Ji her karê kirêt û pîs xwe parastin û bi ruh û aqilekî kemal ji Xweda re teslîmbun e.  Rojîya gelek mirovan hene ku ji birçîbun û tîbunê pêve tu feydek jê re tune. Pêxember (a.s) wuha dibêje: “Ji mirovên ku rojîyê digrin ên wusa hene ku, kara wan bitenê birçîbun û tîbun e.” (Îbn Mâce, Siyâm 21)

 Rojî li hemberî daxwazên mirov re sebrê û hêzên sebatê bexşî meriv dike. Di civakê de çi problem çêdibin tev ji ber nefsa meriv ve çêdibe. Nefs, dewamî emrê xerabîyê li mirov dike û tiştê ku Xweda yasax kiriye, dicu. Însanê ku bi zaneyî rojîyê bigre xwe ji hemu karê nefsa xwe diparêze. Nabe hêsîrê şehweta xwe. Lewra rojî şehwetê kêm dike.

 İnsanekî ku rojîyê bigre ji birçîbun û xizanîyê fahm dike. Ji rewşa xizan û feqîran haydar dibe. Ji nîmetên ku Xwedê Teala dayê re şukir dike û alîkarîya xizanan dike. Jixwe meha remezanê meha alîkarî û piştgîrîyê ye.

 Di Qur’anê de, di gelek ayetan de, rojî û sebir bi hev re tê karanîn. Lewra mirovekî rojîyê bigre ji ber feqîrîyê ve sebir dike. Îsyan nake. Dizane ku ev xizanî ji bo wî îmtihane û eger sebir bike û di rêya Xweda de bixebite wê Xwedê Teala miheqeq rizqekî paqij bide wî. Qur’an di vê xisusê de wuha dibêje: “Bi sebr û nimêjê alîkarîyê bixwazin” (Beqere:153) pêxember (a.s) jî wuha dibêje: “Rojî nîvê sebrê ye.” (Tirmizî, Deavât 86)

 Dîsa tip jî qala gelek başî û feyda rojîyê dike. Beden salekê wek makîneyê dixebite. Pirr diweste.  Lazime ku ew jî hilma xwe bigre û hinekî raweste. Rojî mehekî bedena mirov dide rawestandin.

 Eger meriv li nefsa xwe ambargo daneyne û bibe hêsîrê nefsa xwe û aqlê xwe û ezîtîya xwe ber bi nefsa xwe da bifetilîne; bi îfada Resulullah ji şeytanê mezin re mexlub dibe û îmtihana dinyayê hinda dike. Li dinyayê hem zirarê dide xwe û hem ji dide hinekî din. Însan bi nefs û şehweta xwe dibe cinewûr. Bi tabîra Qur’anê ji heywanan nizimtir dibe.

 “Me ji bo cehennemê  ji cinn û mirovan gelek kes afirand. Dilê wan heye, lê bi wî fahm nakin. Çavê wan heye, bi wan nabînin. Guhê wan heye, bi wan nabihîsin. Evanan wek heywanan e, heta ij wan nizimtirin (yajî zêdetir xerifandîne). Han ewên di xefletê da ne evanan in.” (A’raf:179)

  Însan dewamî meylê xerabîyê û gunehan dike. Ji bo şikandina vê meylê Qur’an wuha dibêje: Gelî ewên bawerî anîne! Wekî ku li ên berî we ferz buye, rojî ji we ra jî ferz buye. Dibe ku hûn bitirsin (û xwe biparêzin). (Beqere:183)Em ji malumatên ku Qur’anê daye me fahm dikin ku ji H.z Adem û her civatên pêxember jê  re hatiye şandin re rojî hatiye ferzkirin.  Ên bi xirîstîyanîyê baş dizanin,  qebul dikin ku di eslê xirîstîyanîyê de rojî mewcud e. 

 

Di Qur’an û Sunnetê de Rojî

 

Di Qur’ana Kerîm de Rojî.

 Gelî ewên bawerî anîne! Wekî ku li ên berî we ferz buye, rojî ji we re jî ferz buye. Dibe ku hûn bitirsin (û xwe biparêzin). (Beqere:183)

 (Rojî) rojên jimartîne. Di nava we da kî nexweş be yajî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe), bira di rojên din da bigre. Ewên quwweta wî nagîhê jî, bi qasî têrkirina xizanekî fidye jê ra lazime. Lê kî bi dilê xwe qencîyekî bike, ev ji bo wî çêtire. Eger hûn zanibin girtina rojîyê ji we ra bixêrtir e. (Beqere:184)

 Meha remezanê ye ku Qur’an di vê mehê da hatiye daxistin û ew ji bo mirovan hîdayet û rêber û delîlên heq û batilê ji hev dike îzah dike. Ji nava we kî bigîhîje wê mehê bira rojîyê bigre. Kî jî nexweş be yajî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bira di hinek rojên din da bigre.  Xweda ji we ra hêsanîyê duxwaze, zehmetê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo hûn hejmarê (rojan) temam bikin û ji ber ku Xweda hûn dane ser rêya rast, hûn Wi mezin bikin loma ye. Hêvî heye ku hûn şukir bikin. (Beqere:185)

 Ji we ra hate helal kirin ku hûn di şeva rojîyê da herin cem jinên xwe. Ew kinc (cil) ê we ne û hûn kincê wan in. Xweda pê dizanibu ku we li nefsa xwe îxanet dikir, loma towbeyên we qebul kir û hûn efu kirin. Hûn êdi karin nêzî wan bibin û li tiştê ku Xweda ji we ra nifisandîye  bigerin. Heta tayê sipî ji tayê reş tê veqetandin, bixwin û paşê heta şevê temam bikin. Gava hûn di mizgeftan da dikevin  îtîqafê, nêzî  jinên xwe nebin. Xweda ayetên xwe awa îzah dike ku hûn xwe biparêzin.  (Beqere:187)

 Ew pirrsa hivan ji te dikin. Tu ji wan ra bibêje: “Ew ji bo mirovan û heccê wext in. Başî ne ewe ku hûn di pişt xanîyan da têkevin hûndir. Lê esil başî  (rewşa) ewê xwe parastî ye. Di derîyan da bikevin xanîyan. Xwe ji Xweda biparêzin ku hûn bigîhîjîn mirazê xwe. (Beqere:189)

 Ji bo Xwedê hecc û umrê temam bikin. Eger hûn (ji ber şer û nexweşîyê) jê bêne menkirin, êdî qurbanek ji we ra hêsane (bişînin). Heta qurban digîhîje cîyê xwe serê xwe nequsînin. Ji we yek nexweş be yajî êşek di serê wî da hebe,  jê ra roji û sedeqe yajî divê qurbanekê bike fîdye. Gava hûn emîn bibin û bixwazin, heta heccê umrê bikin, divê  qurbanek ku ji we ra hêsane hûn bidin. Lê eger hûn vêya nebînin, di wexta hecê da sê roj û gava hûn vedigerin (welatê xwe) jî, heft roj ku ev dike deh roj, rojî li we wacib dibe. Ev (hukum) ji bo kesên mala wan ne li mescîd-ê Heram e. Ji Xweda bitirsin û bizanibin ku cezayê Xweda giran e. Beqere:196)

 ji bo mu’mînekî ji xeletîyê pêve kuştina mu’mînekî nabe. Kesê ku bi xeletî mu’mînekî  bikuje, (cezayê wî) azadkirina koleyekî mu’mîn û ji malbata mirî ra dayîna dîyetê ye. Eger malbata mirî dev ji dîyetê berde û bibexşîne ne têda. Eger kuştî ji, mu’mîn be û ji qewmekî ku dijminê we be, azadkirina koleyekî mûmîn lazime. Eger ew ji qewmekî ku di nava we û wan de peyman heye be, ji malbata wî ra dîyet û azadkirina koleyekî mu’mîn lazim e. Kesê ku evanan nebîne, ji bo ku Xweda towbeya wî qebul bike divê du mehan li ser hev rojîyê bigre. Xweda zana ye xwedî hikum û hikmet e.(Nîsa:92)

 Xweda we ji wan sondê we yên ku hûn beredayî dibêjin mesul nagre. Lê we ji wan sondên ji dil gotîye mesul digre. Kefarete wê (sondê) ev e: “Ji wê xwarina nîvwarî (wasatî) ye. Ji xwarina ku hûn didin malbata xwe deh kesê xizan têrkirine yajî cilkirina wan e yajî azad kirina koleyekî ye. Kî evanan nebîne, ji wî ra sê roj rojî heye. Gava hûn sond bixwin keferata sondên we ev e. Sondên xwe biparêzin. Ji bo ku hûn şukir bikin  Xweda, ayetên xwe awa îzah dike. (Maîde:89)

 Gelî ewên bawerî anîne! Gava hûn di îhramê da bin, nêçîrê nekujin. Ji we kî wî bi qesdî bikuje heywaneka wekî ya kuştîye cezayê wî heye. Ev jî qurbaneka ku digîhîje Kabbê ye û di nava we da du kesê adil hukum dide. Yajî kefareteka ku têrkirina xizana ye yajî bi qasî wî rojî girtine. Ji bo ku webalê karê xwe tam bikin loma ye. Xweda, tiştê derbas buye effu kiriye. Kî dijminantîyê bike Xweda heyfê jê distîne. Xweda, Ezîz û heyfgirt e. (Maîde:95)

 Êdî bixwe û vexwe bira çavê te rohnî bibe. Eger tu mirovekî bibînî bibêje: “Min ji bo Rehman rojî girtî ye. Ez îro bi tu merivekî ra napeyîvim. (Meryem:26)

 Bi rastî Xweda ji bo mêrên musliman û jinên musliman, mêrên mu’mîn û jinên mu’mîn, mêrên îtaetkar û jinên îtaetkar, mêrên rast û jinên rast, mêrên ku sebir dike û jinên sebir dike, mêrên bi rûmet û jinên bi rûmet, mêrên sedeqê didin û jinên sedeqê didin, mêrên rojîyê digrin û jinên rojîyê digrin, mêrên erzê xwe diparêzin û jinên erzê xwe diparêzin, mêrên pirr Xweda zikir dikin û jinên pirr Xweda zikir dikin ra mexfîreteka mezin hazir kiriye. (Ehzab:35)

  Lê ewên nikarin vîya peyda bikin, berî temasê divê du meha li ser hev rojîyê bigrin. Ên nikarin vîya jî bikin divê şêst xizanî têr bikin. Ev (hêsanî) ji bo ku we bi Xweda û pêxemberê wî bawerî anîye loma ye. Evanan tixubê- hidudê Xweda ne. Ji bo kafiran ezabekî biêş û jan heye. (Mucadele:4)

 Di Hedîsên Şerîf de Rojî û Fezîleta Rojîyê

  Her emelê zaryên Adem lê tê qatkirin. (Lewra di vê xususê de sunneta Rebbê Alemê bi vî awayî ye:) Emelên bixêr bikêmasî bi deh mislê wî tê nivîsandin, ev bi qasî heftsed mislî jî zêde dibe. Xwedê Teala (di hedîsek qudsî de ) wuha dibêje: “Rojî, wekî din e.  Lewra ew ji bo min tenê ye. Xelata wî jî, (li gorî daxwaza xwe) ez didim. Evdê min ji bo min şewheta xwe û xwarina xwe terk kir. Ji bona kesê bi rojî du şahî heye: Yek, şahîya ku gava rojîya xwe vedike ye. Ya din jî, şahîya ku gava digîhîje cem Rebbê xwe ye. Bêhna ku ji devê ê rojî girtîye tê; li cem Xwedê Teala ji bêhna mîsk û enberê xweştir e. Rojî mertale. Gava ji we yekê rojî girt bira gotinek xerab nebêje û hêrs nebe. Gava yekê jê re gotinek xerab got yajî pê re pevçinî, bira bibêje: “Ez bi rojîme ( û pêşkarî wî nebe).” (1)

 Di cinnetê de derîyekî ku jê re Reyyan tê gotin, heye. Bi tenê ên rojî girtine di wî derîyî de derbas dibin. Gava ên rojî girtine tê de derbas dibin, êdî kes nikare tê re derbas bibe.” (2)

  “Kî gava di rêya Xweda de (cîhad dike); rojekê rojîyê bigre, Xweda di nava wî û agir de  çalek bi qasî nava erdê û esmana digre çêdike. (3)

  “Xwedê Teala, kesê ku di rêya Xweda de rojî girtîye, ji ber rojîya wî ya rojekê ve wî ji agirê cehennemê heftê salî dûr digre. (4)

  “Rojî nîvê sebrê ye”(5)

 “Rojî mertal e.”(6)

 ”Bêşik rojî, mertale ku evd bi wî xwe ji cehennemê diparêze. (Xwedê Teala wuha gotîye:) rojî ji bo mine û berdêla wê jî, ezê bidim.   (7)

 “Ji bona ê rojî girtîye du şahî heye. Ji vanan yek wexta fitarê a din jî, dema leqayî Rebbê xwe tê ye.” (8)

 “Ji her qencîyê re ji deh mislî heta heftsed mislî berdêl heye lê rojî wekî din e. Lewra rojî ji bo mine û  ecrê wî ezê bidim wan.” (9)

 "Wê roja qiyametê rojî û Qur’an li evdan şefa’etê bike. Wê rojî wuha bibêje: “Ya Rebbî! Min bi roj ew ji xwarin û şehwetê men kir. Ji ber vê yekê di derheqê wî de min bike şefa’etvan; Qur’an jî, wê wuha bibêje: “min bi şev ew bêxew hişt. Min jî di derheqê wî de bike şefa’etvan.” Bi vî awayî her du jî, ji wî evdî re  şefa’etê dikin.” (10)

 “Ki bi fezîleta wê bawerî bîne û berdêla wê Ji Xweda bixwaze û rojîya meha remezanê bigre; gunehên wî yên derbas bune efu dibin.” (11)

  “Gava meha remezanê tê, derîyên cinnetê vedibin û derîyê cehenemê tê girtin û şeytan tên girêdan.” (12)

 “Kî fitarê bide mirovekî bi rojî, bi qasî xêra ê rojî girtîye ji wî re jî xêr tê nivîsandin û ev xêr tu tiştekî ji xêra ê rojî girtîye kêm nake.” (13)  

 “Ebu Umame (r.a) dibêje: “Min ji Resulê Xweda re got, ey resulê Xweda! Emelekî wusa emrê min bike ku (gava min ew kir) bira Xweda xelatê bide min.” Resulullah (s.a.s) wuha got: “Ez şîreta rojîyê li te dikim, lewra heval (û tayê wê) tune.” (14)

  “Kî bi rojî be û jibîr bike û tiştekî  bixwe û vexwe; bira rojîya xwe temam bike. Lewra Xweda bi wî daye xwarin û vexwarin. (15)  

“Kî rojîyê berê fecrê bi nêtê bi cî neke rojîya wî tune.” (16)

 Enes (r.a.) dibêje: “Resûlullah (s.a.s.), carna mehekê rojî nedigirt û me digot qey wê ji wê mehê qe rojîyê negre. Carna jî, wusa dewamî digirt ku, me digot qey wê ji wê mehê qe rojekê bê rojî derbas neke. Eger te bixwesta wî şev li ser nimêjê bibînî, miheqeq teyê ew bidîta. Eger te bi xwesta wî şev di xewê de bibînî, miheqeq teyê ew bidîta.” (17)

 Li gorî rîwayetan, zilamekî ku porê wî belav buye  hatê cem pêxember (a.s) û jê re wuha got: “Ya Resulê Xweda! Qeysa rojîya ku Xweda ez jê re mukelef kirime bibêje.” Pêxember (a.s) jê re wuha gotibu: “Meha Remezanê bi rojî derbas bike.” Zilam vê carê wuha jê pirsî bu: “Ji xêynî vîya rojî bigrim yana?” Pêxember (a.s) jî; “Naxêr, li ser te rojîyek din tune. Lê tu karî rojîya nafîle bigrî, zilam bi vî awayî pirsê xwe dewam kiribu û di derheqê nimêj, zikat û heccê de malumat girtibu û gotibu: “Bi navê wî Xwedayê îkramê dide sond dixwim ku ji ên hatine gotin zêdetir tişekî nakim û kêm jî nakim. Pêxemberê me di pêy wî de wuha gotibu:”Eger bi gotina xwe bike, ev zilam xelas buye.  (18)

 Îbnî Ebbas (r.a) dibêje: “Resulullah (s.a.s) ji meha remezanê pêve tu mehek seranser bi rojî derbas nekiriye.” (19)

 “Îbnî Umer (r.a) dibêje: “Resulullah (s.a.s) Remezan zikir kir û got: “Heya we hîv nedît, rojîyê negrin. Dîsa heya we hîlal nedît nexwin. Eger dinya ewr be, hîvê texdîr bikin. (hejmarê li sî rojî temam bikin)  (20)

  “Heya we hîva remezanê nedît û hejmar îkmal nekir , (rojîyê) di pêş de nekşînin û destpê nekin. (piştî ku we hîv dît û hejmar temam kir), heya hûn hîvê dibînin û hejmarê temam dikin, rojîyê bigrin. (21)

 “Em Ummetek ummî nin. Ne bi nivîsê zanin û ne jî, bi hesab, hîv bi vî awayî ye: “carekî bîst û neh û carekê jî, sî dikişand.(22)

   “Kî gotinek derew (derew, xiybet, fesadî û gotinên guneh) û emelê xerab terk neke; (bira bizanibe ku) Xweda ne hewcîyê wîye ku ew dev ji xwarin û vexwarinê berd e.” (23)

 "Gelek kesê bi rojî hene ku, (ji ber ku xwe ji heraman neparastine) ji rojîyê tiştê ji wan ra maye bitenê birçîbun û tîbun e. "(24)  

 “Eger mêrê pîrekê hebe bira bê destur rojîya (nafîle) negre (25)

 “Xwedê Teala nîvê nimêja rêwî rakir. Di alîyê rojîyê de jî, ruhsata xwarinê da rêwî û eger ji bo zarokê xwe xemgîn bibin, ruhsat da pîrekên hemîle û pîrekên zarokên xwe dimêjîne.” (26)

 “Eger ji we yekê xwest, rojîya xwe veke bira rojîya xwe bi xurmê veke. Eger xurmê nebîne, bira bi avê veke. Av paqij e.”(27)

 Eger ji we yekê jibîr kir û tiştek xwar û vexwar, bira rojîya xwe temam bike. Lewra Xweda ew daye xwarin û vexwarin.”(28)

 Âmir Îbn Rebîa (r.a.) dibêje: “Gava Rasûlullah (s.a.s.) bi rojî bu min pirr caran dît ku xwe mîswaq dikir.” (29)

 “Âişe (r.a.) wuha got: “Carna Rasûlullah (s.a.s.) bi malîyên xwe re dikete munasebetê û bi cinobetî sibe dikir. Paşê xwe dişuşt û rojîya xwe digirt.” (30)

 

Çavkanî:

 

1- (Buxârî, Sawm 2, 9, Libâs 78; Muslîm, Siyâm 163, 164, jimara Hedîsê: 1151; Ebû Dâwud, Sawm 25, jimara Hedîsê: 2363; Tirmizî, Sawm 55, Jimara Hedîsê: 764; Nesâî, Siyâm 41; Îbn Mâce, Siyâm 1, Jimara Hedîsê: 1638, Edeb 58, Jimara hedîsê: 3823; Muwattâ, Siyâm 58)

2- (Buxârî, Sawm 4, Bed’u’l-Xalk 9; Muslîm, Siyâm 166, Jimara Hedîsê: 1152; Nesâî, Sîyâm 43; Tirmizî, Sawm 55, Jimara Hedîsê: 765)

3- (Tirmizî, Cîhâd 3, Jimara Hedîsê: 1624)

(Buxârî, Cîhâd 36; Muslîm, Sîyâm, 167-168; Tirmizî, Fezâîlu’l-Cîhâd 3; Ebû Dâvud, Cenâîz 3)

4- (Buxârî, Cîhâd 36; Muslîm, Sîyâm, 167-168; Tirmizî, Fezâîlu’l-Cîhâd 3; Ebû Dâvud, Cenâîz 3)

5- (Tirmizî, Deavât, 86, 87, jimara Hedîsê: 3519)

6- (Buxârî, Sewm 9; Tirmizî, îman 8)

7- (Ahmed bîn Hanbel, III/396)

8- (Buxârî, Sewm 9)

9- (Muslim, Siyâm 164; Nesâî, Siyâm 42)

10- (Ahmed bîn Hanbel, II/174)

11- ) (Buxârî, îman 28, Sewm 6; Muslim, Siyâm 203, Musâfîrîn 175; Ebû Dâwud, Remezan 1, Sewm 57; Tirmizî, Sewm 1, Cennet 4; Nesâî, Siyâm 39; Îbn Mâce, Îkamet 173, Siyâm 2, 33)

12- (Buxârî, Sewm 5, Bed’u’l-Xalq 11; Muslim, Siyâm 1, 2, 4, 5; Nesâî, Siyâm 5)

13- (Tirmizî, Sewm 82, jimara hedîsê: 807; Îbn Mâce, Siyâm 45, Jimara Hedîsê: 1746)

14-(Nesâî, Siyâm 43 -4, 165-)

15- (Buxârî, Sewm 26, Eymân 15; Muslim, Siyâm 171, Jimara Hedîsê: 1155; Tirmizî, Sewm 26, Jimara Hedîsê: 721; Ebû Dâwud, Sewm 39, Jimara Hedîsê: 2398)

16- ) (Ebû Dâwud, Sewm 71, Jimara Hedîsê: 2454; Tirmizî, Sewm 33, Jimara Hedîsê: 730; Nesâî, Sewm 68)

17- (Buxârî, Sewm 53, Teheccud 11; Muslim, Siyâm 180, Jimara Hedîsê: 1158; Tirmizî, Sewm 57, jimara Hedîsê: 769)

18- (Buhârî, Savm 1; Müslim, İman 9)

19- (Buxârî, Sewm 53; Muslim, Sewm 178, Jimara Hedîsê: 1157; Nesâî, Sewm 70)

20- )  (Buxârî,Sewm 11, 5, 13, Telâq 25; Muslim, Siyâm 9, Jimara hedîsê: 1080; Ebû Dâwud, Sewm 4, Jimara Hedîsê: 2320; Nesâî, Sewm 10, 11; Muvattâ, Siyâm 1)

21- (Ebû Dâwud, Sewm 6, Jimara Hedîsê: 2362; Nesâî, Sewm 13)

22- (Buxârî, Sewm 13, 5, 11, Telâq 29; Muslim, Sewm 13-15, Jimara Hedîsê: 1080; Ebû Dâwud, Sewm 4, Jimara Hedîsê: 23129-2321; Nesâi, Sewm 17)

23- (Buxârî, Sewm 8, Edeb 51; Ebû Dâwud, Sewm 25, j. hedîsê: 2326; Tirmizî, Sewm 16, Jimara Hedîsê: 707)

24- (İbn Mâce, Siyâm 21)

25- ) (Buxârî, Nîkâh 84, 86; Muslim, Zikât 84, Jimara Hedîsê: 1026; Ebû Dâwud, Sewm    74, Jimara Hedîsê: 2485; Tirmizî, Sewm 65, Jimara Hedîsê: 782)

26- Ebû Dâwud, Sewm 43, j. Hedîsê: 2408; Tirmizî, Sewm 21, j.Hedîsê: 715; Nesâî, Sewm 51; İbn Mâce, Siyâm 12, j. hedîsê: 1668)

27- (Ebû Dâwud, Sewm 21; Tirmizî, Zekât 26, Sewm 10; İbn Mâce, Siyâm 25)

28-  (Buxârî, Sewm 26, Eymân 15; Muslim, Siyâm 171; Ebû Dâwud, Siyâm 39; Tirmizî,Sewm 26; Îbn Mâce, Siyâm 15)

29- (Buxârî, Sewm 27; Ebû Dâwud, Sewm 26, Jimara Hedîsê: 2364; Tirmizî, Sewm 29, jimara Hedîsê: 725)

30- (Buxârî, Sewm 22, 25; Muslim, Siyâm 76)

 

 

FİKRÎ AMEDÎ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder