11 Mayıs 2020 Pazartesi

Jİ HZ. ‘ELÎ GOTİNÊN Bİ HÎKMET

1.    Însan, hem bi nasnama xwe û hem bi bi heqîqeta xwe însan e.

2.    Cennet, pêzanina yekbuna bi Xweda re ye.

3.    Ji ên ku ji min hez dikin daxwaza min: li ser hîdayet û bilindahîyê meşandina wan e.

4.    Ji zincîra cehaletê bêtir, êşek esaretê tune.

5.    Rêya herî qenc rastî û rêberê herî baş îlîm e.

6.    Ji eşk û exlaq rintir hebun tune.

7.    Xwedê tu azad afirandî, bila çikosî te neke bende.

8.    Ger tu dixwazî li cem Xwedê bibî evd û li cem mirovan bibî însanekî meqbul bi heddê xwe zanibe.

9.    Alimê ku eşkere îsyan dike û cahilê xwe daye îbadetê ez xemgîn kirime.

10. Ji destê mirovê bêhawa, ava heyatê be jî, venexwe.

11. Kesê ku Xwedê bi wan xweşe ew kesin ku; ji hukmê Xwedê re razî bune.

12. Xizneya herî mezin rûmet û namûs e.

13. Peznê rezîlan dayîn, rezîlî ye.

14. Kemalî, axaftina rast û rastbune.

15. Rastî rêya xelasîyê ye. Zarokên xerab, rumeta malbatê xirab dike û derbê li derbasbuna wan dide.

16. Zilamtî, ji ehdê xwe re wefa û li ser soza xwe sekin e.

17. Rindiya rast, exlaqê baş, xuyekî xweş û edeb e.

18. Kesê ku xwe bixîne bêexlaqîyê, esaleta ku ji eslê wî jî tê nikare wî xelas bike.

19. Ji civaka ku exlaq di destê bêexlaqan de buye lîstik tu xêr jê nayê.

20. Hûn layiqê çibin, hûnê rastî wî tiştî werin.

21. Eyba herî mezin, bi eyba ku di te de heye, tu yekî din pê şermezar dikî.

22. Nerehetîya nava malbatê, deyn û nexweşî heyatê dike zîndan. ·

23. Nexweşîya rûh ji xirsê tê. ·

24. Merivên ku ji xerîban dûrtir ketine hene.

25. Edalet quweta xwe ji wijdanê digre.

26. Ê bi xwe û hebuna xwe zanibe, bi heq jî dizane.

27. Hezkirina însan, hestê herî mezin e.

28. Peyva arifan nîmet û sikûta wan jî hîkmet e.

29. Sirra di însan de, xizna Rehman e.

30. Ê bi çav re sibeh buye.

31. Bi çogên xwe na, bi dilê xwe bi dînê xwe ve bigre.

32. Tewazû mirov dike xwedî rûmet.

33. Dijminê mirov, zikê mirov e.

34. Derîyê ku tu dîsa nikarî vebikî, negre.

35. Eger tu bi wijdana xwe bişêwirî, tuyê dev ji karê xerab berdî.

36. Hurmetê nîşanê pîrekê bide. Lewra ew dîya mirovan e.

37. Ji we pêvtir tu kes selametê nade we.

38. Gazinan ji demê neke, te xerabî bi destê xwe bi dest xwe xist.

39. Zimanê xwe ji pesindayînê jî, ji zemkirinê jî biparêze.

40. Ji sûcê xwe pêvtir ji tu tiştekî netirsin.

41. Kesê ku rêya xwe şaş bike, nikare rê nîşanî kesî bide.

42. Kesê di ser pira rastîyê de derbas bibe, di ser Siratê re jî derbas dibe.

43. Ji merivan ên ehdê xwe xerab dikin, ew kesin ku bi xwe nizanin û eslê xwe înkar dikin.

44. Ewên hev û din effu dikin, Xweda jî wan effu dike.

45. Ê mafdar maf diparêze.

46. Ên bi sirê nîmeta şukir dizanin, pirr hindik in.

47. Çîrokbêj, îlîm û hezkirina îlîm dikuje.

48. Şeytan quweta xwe ji nezanîyê digre.

49. Kesê ku kefîlê wî bi quwet be, îflas nake.

50. Di nava dil û HEQTEALA de perde tune.

51. Ê hezdike, ji ya hez kiriye gilî nake.

52. Xalweta te Xwedê be, her der ji te re xelwetgah e.

53. Dinya ji bo dostên Xwedê secdegah, û warê danustandinê ye.

54. Tiştê ku dibuhure diçe ne deme, umir e.

55. Xebat, îbadeta herî mezin e.

56. Hêrs, ji hinguv şêrîntir û ji jahrê tealtir e.

57. Sîya ê xwar jî xwar e.

58. Cezayê xerabekî hezar baş dikşîne.

59. Rastîyê ne bi qiyasa mirovan, mirovan bi qiyasa rastîyê nas bike.

60. Eslê îbadetê paqijî û terikandina karê xerab e.

61. Eger hûn dixwazin di pêy mirinê de bijîn, di pêy xwe de berhemekî ku namire bihêlin. Mirovê nede pêy îcabê demê, ji kafî şûnde dimîne.

62. Heyat, xelatek rind ya Xwedê ye.

63. Bi bawerîyeka yêqîn razan ji nimêja bi guman çêtir e.

64. Ji xwe re berî rê, rêhevalekî, berî xanî, cîranekî bibîne.

65. Heraman ûr hezim neke jî, wijdan hezim nake.

66. Gava tu soz didî lez neke, lewra soz namûs e.

67. Herkes edaletê dixwaze lê herkes nikare adil be.

68. Ji mezinê xwe re hurmetê bike, ji piçûkê xwe re bi şefqet be û ji merivên xwe hez bike.

69. Wê dawîya her mîhnetê were, bi sebir be.

 

70. WFİKRÎ AMEDÎ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder