Bİ Navê Xwedayê Rehman û Rehîm
“Hâ. Mîm.
Bi wê kitêba mûbîn (vekirî /eşkera) sond duxwim ku ;
Bi rastî me ew di şevek pîroz de daxistî ye. Lewra em hişyarker in.
Her karê bi hîkmet, di wê şevê de tê cihêkirin.Şeva
Bi emrekî ji bal me ve, lewra em pêxemberan dişînin.
Rehmetek ji Rebbê te ye. Bêşik ew bihîstkar û zana ye.” (Duxan:1-6)
Di Gunyetu't- Tâlibîn de îbnî Ebbâs -radıyallâhu anhu di derheqê tefsîra van ayetan de wuha dibêje:
"Ha, mîm: Yani, Xwedê Teâlâ hukmê tiştê ku wê heta roja qiyametê biqewume daye.
el-Kîtâbu'l-Mubîn, Qur'âna Kerîm e. Ji şeva pîroz jî miraz, şeva di nava meha Şabanê ye. (yanî şeva panzdemîn e).ew şev, şeva Beraatê ye." (Gunye 1 /189)
Hasan Basri Çantay di Qur'ân-i Hekîm û Meâl-î Kerîmê de di derheqê vê şevê de wuha dibêje:
"Di Celaleynê de di derheqê Şeva Leyletul Qedrê yajî Şeva Beraatê ku ev şev di nava meha şabanê de ye,wuha dibêje: “Wê şevê, Qur’an ji Lewhî Mehfûz, qatê hefta hatiye daxistin esmanê dinya yê.
Li gor Beydâwî û Medârîk jî: "Di wê şevê de Qur'ân tomarî ji Lewhî Mehfûz hatiye daxistin esmanê dinyayê û paşê birr bi birr ji pêxember (a.s) re hate daxistin. Pîrozbuna vê şevê ji ber vê rewşê ye. Lewra daxistina Qur’anê sebeba gelek feydê karê dinyevî û uxrevî ye. Yajî pîrozbuna vê şevê, ji ber daketina melaîketan û belavbun û coşbuna rehmeta îlahî ye. Di vê şevê de dua qebul dibin û nîmet parve dibin û qezayên îlahî û textîr ji hev cihê dibin.
Li ser vê şevê mufesîran îxtilaf kirine. Piranî ji vê şevê re gotin, şeva Qedrê û îkrîme û komek din jî gotin Şeva beraatê ye. Delîlê Piranîyan ev e: Xwedê Teala Di Sûreta Qedir de gotiye ku wî Qur’an di vê şevê de daxistî ye. Eger ji van her du şevan miraz yek şevek nebuya tenaquz lazim bu. Xwedê teala di her du ayetên din de jî beyan kirîye ku Wî Qur’an di meha Remezanê de daxistî ye. (Meha remezanê ye ku Qur’an di vê mehê da hatiye daxistin û ew, ji bo mirovan hîdayet û rêber û delîlên heq û batilê ji hev dike îzah dike. Ji nava we kî bigîhîje wê mehê bira rojîyê bigre. Kî jî nexweş be yajî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bira di hinek rojên din da bigre. Xweda ji we ra hêsanîyê duxwaze, zehmetê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo hûn hejmarê (rojan) temam bikin û ji ber ku Xweda hûn dane ser rêya rast, hûn Wi mezin bikin loma ye. Hêvî heye ku hûn şukir bikin. Beqere:185)
Li gor vîya îcab dike ku şeva piroz di meha Şabanê de nîne di Meha Remezanê de ye. Xwedê Teala Di derheqê vê şeva pîroz de dibêje: “Di wê de her karê bi hîkmet ji hev cihê dibe.”Di derheqê şeva Qedîrê de jî dibêje: “Di wê de Melaîket û rûh ji bo her emrî, bi destura Rebbê xwe dadikevin.” Ev emir, ji wê salê heta sala din, wek qezayên mirin, jîyan, riziqê Xwedê Teala ye.
Îbnî Ebbâs -radıyallâhu anhümâ wuha dibêje:
"Xwedê Teala hemu qezayan di nîvê Meha Şabanê de teslîmê melaîketên memur dike."
Dibêjin ku, di Şeva Beraatê de ev pênc xesletanan hene:
1- Her karê girîng di vê şevê de tê tefrîkkirin.
2- Fezîleta îbadeta vê şevê pirr mezin e.
3- Rehmet ê ilâhî feyz dide.
4- Şeva ef û Mexfîretê ye.
5- Di wê şevê de hemu heqqê şefaetê ji Resûlullâh -sallâllâhu aleyhi ve sellem – re hatiye dayîn.
Lewra Rasûl-ê Ekrem –sallâllâh û aleyhi ve sellem- Di Sêzdê (13.) şeva Şabanê de ji ummeta xwe re şefaet xwestîye û ji vê şefaetê sisêyan yek jê re hatiye dayîn. Çardê şevê de Xwestîye dîsa ji sisêyan yek hatiye dayîn û panzdê Şabanê de xwestîye di vê şevê de tev jê re hatiye dayîn. Ewên ji vê şevê mahrum bune wek ji devê ditirsin û direvin , wusa ji Xwedê direvin û ditirsin. Ji edetê îlahîye ku di vê şevê de ava bîra Zemzemê zêde dibe .
Di Gunyetü't-Tâlibîyn de bi ayetên Qur'ânê Kerîm dide îzahkirin ku:
"Xwedê Teâlâ wesfê pîrozîyê li baranê, zeytunê, Hezretî Îsâ –aleyhisselâm- û Kabe ya muazzama jî kirî ye.
Ji Şeva Beraatê re şeva Pîroz hatiye gotin. Lewra di wê şevê de ji sakinên ser rûyê erdê (muslimanan) re rehmet, bereket, xêr, efu û mexfiret dadikeve." (Gunye 1 /189)
Ji ‘Eli bîn Ebî Tâlîb -kerremellâhu veche- hatiye rîwayetkirin ku di hedîsek şerîf de Resûlullâh -sallâllâhu aleyhi ve sellem- wuha Kerem dike:
"Xwedê Tealadi panzdehê Şeva Şabanê de nizûlê esmanê dinyayê dike û ji xêynî muşrîk û munafiq û kesên ji merivên xwe munasebeta xwe birrîye û zînekaran pêve hemu gunehê muslimanan efu dike.”
Urve -radıyallâhu anh-, ji Hazret-i ‘Âîşe -radıyallâhu anhâ- wuha rîwayet dike:
"Di panzdehê şeva Şabanê de Nebîyy-î Zîşân -sallâllâhu aleyhi ve sellem- ji cem min çubu.
Min got qey -sallâllâhu aleyhi ve sellem- çuye cem pîrekên xwe yên din. Rabum û di nav malê de li wî gerîyam. Gava ez lê digerîyam, destê min bi pîyê wî bu. Li ser secdê bu û ev dua dixwend min hema ew dua jiber kir. Bi vî awayî dua dikir:
“Ya Rebbî! Ez ji xwe derbas bume û ji te re secde dikim. Dilê min bi te bawer kir. Ez nîmetê te îkrar û gunehê xwe îtîraf dikim. Min li nefsa xwe zulim kir, min efu bike! Lewra ji xêynî te ê gunehan efu bike tune. Ya Rebbî! Ez ji cezayê te xwe davêjim efuya te, ji heyfgirtina te xwe davêjim rehmeta te û ji xezeba te xwe davêjim razayîya te. Ez xwe davêjim bextê te. Ez acizim ku bi heqqî nikarim peznê te bidim.”
Bi vî awayî pêxember (a.s) heta serê sibê li pîya û runiştî ibadet û duayên xwe dewam kir. Pîyê wî yên bimbarek werimî û êşîya bu. Min di alîyekî de pîyê wî misd dida û di alîyekî din de jî wuha digot:
“-Dê û bavê min ji te re feda be! Ma Xwedê Teala hemu gunehên te yên borî û pêşerojê ef û mexfîret nekirî ye? Ma ne wusa ye? Ma ne wusa ye?
Pêxember (a.s) wuha kerem kir û got:
“-Ya Aîşe! Ma ez nebim evdekî ku ji van nîmetên Rebbê xwe re şukir dike? Min jî got:
“-Ma di vê şevê de çi heye?” wuha got:
“Ewên îsal diwelide û dimire di vê şevê de tê nivîsandin. Di vê şevê de qut û rizqê hemu rûhberan tê parvekirin û tayînkirin. Dîsa emelên evdan di vê şevê de ber bi Xweda ve tê bilindkirin.” Min jê pirsî:
-Ya Resulullah! Ma ji rehmeta Xweda nebe, kes nikare têkeve cinnetê? Resulullah wuha got:
-Ji rehmeta Xweda nebe tu kes nikare têkeve cinnetê. Min jê pirsî
-Ma tu jî Ya Resulullah? Pêxember (a.s):
Belê ez jî. Xwedê Teala min jî, ancax bi rehmeta xwe dixe cinnetê û bi destê xwe serê xwe û rûyê xwe mesh kir. (Gunye 1/190)
Di derheqê vê mijarê de hinek hedîsên Şerîf bi vî awayî ne:
(Di şeva Beratê de derê esmanan vedibe. Melaîket mizgînê dide mu’mînan û wan teşwîqê îbadetê dike.) [Nesaî, Beyheqi, A, Munzîrî]
(“Panzdehê şeva Şabanê bi îbadetê derbas bikin û rojê jî, bi rojî derbas bikin! Wê şevê Xwedê Teâlâ wuha kerem dike: “Ma ê efuyê dixwaze tune ku ez efu bikim. Ma ê rizq dixwaze tuneye ku ez rizq bidimê. Yekê bi derd tuneye ku sihat û efîyetê bidimê. Kî çi bixwaze ez bidimê.” Ev rewş heta serê sibê dewam dike. .) [Îbnî Mace]
(Di panzdehê meha Şabanê de, rehmetê îlahî dinyayê dinuxume. Her kes efu dibe. Ancax li ewên bi neheqî dijminantîya muslimanan dikin û ji Xweda re şirîkan peyda dikin mexfîret nabe.) [Beyheqî]
(Di piştî Remazanê de rojîya herî bi fezîlet rojîya meha şabanê ye.) [Tîrmîzî]
FİKRÎ AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder