10 Mayıs 2020 Pazar

ŞEVA QEDRÊ

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

1- Bi rastî me ew (Qur’an) di şeva Qedrê da daxist
2- Ma tu çi zanî ku şeva Qedrê çiye?
3- Şeva Qedrê ji hezar mehî bi xêrtir e.
4- Di wê şevê da Rûh (Cebraîl) û melaîket bi destura Rebbê xwe ji bo her karî dadikevin.
5- Heya segura sibê, ew xweşî û silamet e. (97/Qedr, 1-5). 
Di ferhengê de kelîma qedrê tê maneya , hukum, rumetê, hêz û bilindîyê.”di lîteratura dînî de jî, bi awayê “leyletul qedrê”tê karanîn û navê şeva ku Qur’an tê de daketîye re tê gotin. Sûreta 97. jî, ku navê wê leylet’ul qedr e, qala fezîleta vê şevê dike. Di sûretê de qal dike ku Qur’an di vê şevê de daketîye û ji hezar şevî bi xêrtir e. Mufesîr dibêjin tiştê bi xêr emelê ku di vê şevê de kirin e.
Ji bona ku Rebbê Alemê bi wasita pêxemberê xwe mesaja xwe ya dawîn yanî Qur’an daxistîye û ev daxistina Qur’anê ji bo hîdayeta mirovatîyê kiriye nuxtek muhîm, vê şevê manek teybetî girtî ye.
Wekî ku di Sûreta Qedrê de tê beyankirin, di vê şevê de bi destura Xweda melaîket û Cebraîl dadikevin ser rûyê erdê û di vê şevê de aşîtî û xweşî hakim dibe
Gava em malumatên di sûreta qedir de hatiye dayîn û ayetên sûreta Beqere (Meha remezanê ye ku Qur’an di vê mehê da hatiye daxistin û ew ji bo mirovan hîdayet û rêber û delîlên heq û batilê ji hev dike îzah dike. Ji nava we kî bigîhîje wê mehê bira rojîyê bigre. Kî jî nexweş be yajî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bira di hinek rojên din da bigre. Xweda ji we ra hêsanîyê duxwaze, zehmetê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo hûn hejmarê (rojan) temam bikin û ji ber ku Xweda hûn dane ser rêya rast, hûn Wi mezin bikin loma ye. Hêvî heye ku hûn şukir bikin. Beqere:185) û Duxan (Bi rastî me ew di şevek pîroz de daxistîye, lewra em hişyarker in. Her karê bi hîkmet, di wê şevê de tê cihêkirin. Duxan:3-4) bi hev re mutala dikin, dibînin ku, Şeva Qedrê di meha Remezanê de ye. Lê li ser şeva leylet’ul qedrê îxtilaf hatiye kirin. Di gelek hedîsan de tê beyankirin ku ev şev di di meha remezanê de di deh yajî heft rojên dawîn de ye.
Aliman gotine ku; hîkmeta kifşnebuna vê rojê eve: “Eger ev şev bihata zanîn wê muslimanan di vê şevê de tenê îbadet bikirana. Lê ji bo ku şev tam ne kifşe musliman di meha remezanê de, di deh rojê dawîn de li vê şevê digerin û îbadetên xwe dikin.

Di hedîsekî de pêxember (a.s) wuha mizgînê dide mu’mînan û dibêje: “ kî bi fezîleta şeva Qedrê bawer bike û sewabê ku wê bigre ji bixwaze û şevê bi îbadet tâat derbas bike; gunehên wî yên berê tev efu dibe.” (Buxârî, Fazlu Leyletî’l-Qadr 1; Muslîm, Salât’'l-Musâfîrîn 175-176).Gava deh rojê meha remezanê ên dawî dihate, pêxemper (a.s) dev ji karê dunyevî berdida û dikete îtîqafê. Di van şevan de pirr zêde îbadet û tefekkur dikir û malîyên xwe jî hişyar digirt.
(Buxârî, Fazlu Leyleti’l-Qadr 5, Î’tiqâf 1; Muslîm, Î’tiqâf 1-5; Tîrmîzî, Savm 73).Hz Aîşe walîda me gotîye: “min ji pêxember (a.s) pirsî; Ya resulullah eger ez rastî şeva qedrê werim, ma çawa dua bikim? Kerem kir got: ““Allahumme înneke afuwwun tuhibbu’l-afwe fa’fu annî; Xwedayê min! Tu efukar û, ji efuyê hiz dikî. Min effu bike.” (Tirmizî, Deavât 84; Îbn Mâce, Duâ 5).Ji ber vê yekê divê musliman deh rojên dawîn ê meha Remezanê ,teybetî şeva 27. bi şiûra evdîtîyê bi îbadet derbas bikin û ji bo ef û mexrîfeta gunehên xwe pirr lavayî û nîyaz bikin. Vê şevê ji bo xwe rojek nû hesab bikin.

FİKRÎ AMEDÎ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder