Hz ‘Elî dibêje, rojekî pêxember (a.s) gazî min kir û ji min re wuha got:
-Ya ‘Elî! Nêzîkîya te ya li cem min, wek li cem Musa (a.s) nêzîkîya Harun e. Lê di pêy min de pêxember nayê ezê hinek şîret û wesyetan li te bikim.
Eger tu guhdar bikî; tuyê bibî ji şukirvanan û şahidan. Wê Xwedê Teala roja qiyametê te bi faqihî û alimî bivejîn e. Û wuha dewam kir:
Ya ‘Elî sê elametên mu’mînan hene,
-Nimêj dikin
-Rojîyê digrin
-Zikat û sedeqê didin.
Di munafiqan de jî, sê elamet hene,
-Gava bi serê xwe tenê nimêj dikin, çewt û kêm dikin. Li cem xelkê tam û tekûz dikin.
-Li cem kesê ku peznê wî didin, karê xwe rast û durust dike.
_Li cem xelkê Rebbê Alemê zikir dike û tîne bîra xwe. Lê gava tenê dimîne jibîr dike.
Di munafiqan de sê alemetên din jî hene,
-Gava dipeyîve, peyva wî derew e.
-Di sozê û ehdê xwe de nasekine.
-Li emanetan îxanet dike.
Di zaliman de sê elamet hene
-Kesên ji xwe zeîftir dieciqîne û zulm û tadeyîyê li wan dike.
-Heta ku hêz û quwweta wî digîhîjê, malê xelkê bizorê ji wan distîne.
-Ji wî re ferqa helal û heramîyê tune. Li xwarin û vexwarina xwe mêze nake û nabêje gelo ev ji ku hatiye. Çi bibîne digre.
Di hesudan /çavnebaran de sê elamet hene.
-Di civakê de ji yekê re xweşokîyê/ lebokîyê dike.
-Di pêy herkesî de xeywê wan dike û fesadîyê dike.
-Afat û bela were serê yekî kêfa wî lê tê.
Di tiralan/zexelan de sê elamet hene.
-Gava ji Xwedê re îbadet dikin; zexelîyê dikin û qe kêfê ji îbadetê nagrin.
-Emelê wî bi qisur e û betal e.
-Nimêjê di wexta wê de nake, dereng dixîne.
Sê elametê mirovên towbekar hene.
-Xwe ji heraman diparêze û dûr disekine.
-Ji bo hînbuna îlim, bi ezîm û xirs e.
- Çawa şîrê ji pêsîrê derkeve, şunde nakeve pêsîrê; ew jî nazivire gunehên ku jê zivirîye.
Di mirovên jîr û biaqil de sê elamet hene.
-Qedr û qîmetê nade dinyayê
- Êş û ezîyetan dikşîne lê gilî nake.
-Di demên ezîyet û mûsîbetê de sebir dike û berxwe dide.
Di mirovên bisebir de sê elamet hene.
-Diçe zîyareta kesên ku lê nagere û nayê zîyareta wî.
-Kesên ku zulm lêkirîye efu dike
-Mexfîret û bexşê li kesê ew mehrum hiştîye dike.
Sê elametên kesê ehmaq hene.
-Di ferzan de zexelî û tiralîyê dike.
-Li ser tiştê bêfeyde û betal dipeyîve.
-Bêrihm e. Li mehluqat pirr ezîyet dike.
Sê elametên mirovê baş hene.
-Xwarin û vexwarina wî helal e.
-Li bajarê xwe, di meclîs û civata zaneyan de cîye xwe digre.
-Pênc wext nimêja xwe, bi cemaetê re dike.
Sê elametê kesê bextreş hene.
-Xwarin û vexwarina wî heram e.
-Ji îlim nisîbê wî tune.
-Nimêja xwe bêuzir bi serê xwe tenê dike.
Sê elametê mirovê baş hene.
-Îbadetên xwe di wextê de dikin.
-Ji tiştê heram dûr disekine.
-Qencîyê bi kesên li wî xerabî kirine dike.
Sê elametê mirovê xerab jî hene.
-Li hemberî emrê Xweda zexelî û tiralîyê dike.
-Zirar û zîyana wî digîhîje herkesî
- Xerabîyê li ên qencî bi wî kirine dikin.
Di mirovên salih de sê elamet hene.
-Bi îlmê xwe emel dike û dîne xwe bi hêz dike.
-Tiştê ji bo xwe diecibîne, ji bo herkesî diecibîne.
-Ji bo Rebbê Alemê kar û kirinên qenc dike û Wî qayîl dike.
Di kesê mutteqî de sê elamet hene.
-Ji mirovên xerab dûr disekine.
-Xwe ji derewan diparêze.
-Ji tirsa ku wê bikeve heraman, ji helalan jî xwe diparêz e.
Sê elametê mirovê gunehkar hene.
-Di hemu karên xwe de di xeletê de ye.
-bi leystik û mûsîkê re mijul dibe.
-Hertiştî ji bîr dike.
Sê elametê mirovê dilê wî reş buye hene.
-Gunehê xwe bi zeîfan nayne û rihmê li xizan û miskînan nake.
-Qenaeta xwe bi hindikî nayne û çavê wî qe têr nabe.
-Tesîra şîret û nesîhetan lê nabe.
Sê elametê mirovê rast hene.
-Îbadetên xwe dizî dike, ji rîya û peyayê xwe diparêz e.
-Musîbetên xwe vedişêre û ji ber tengasîyan ve sebir dike.
-Zimanê wî bi zikir ve mijul dibe.

Sê elametên mirovên fasiq hene.
-Ji fitne û fesdîyê hiz dike.
-Kêfa wî li musîbet û nexweşîyên xelkê tê.
-Ji kar û kirinên baş dûr disekine.
Sê elametên mirovên suflî/ adî hene.
-Li merivên xwe dixeyîde û tim bi wan re munaqeşe dike.
-Ezîyet li cîranê xwe dike.
-ji gunehan û gunehkarîyê hiz dike.

Di morovên ku Xweda jê hiz nake de sê elamet hene.-Pirr derewan dike û bi derewan sond dixwe.
-Ezîyet dide xelkê
-Dixwaze li ser pişta xelkê, xwe xwedî bike.
-Ezîyet dide xelkê
-Dixwaze li ser pişta xelkê, xwe xwedî bike.
Sê elametên kesên abîd hene.-Dewamî li mezinayîya Xweda û piçukîya xwe difikire.
-Daxwzê nefsa xwe gem dike.
-Mexsed û miraza wî, razayîya Xweda ye.
Sê elametên mirovên Xwedî îxlas hene.
-Gava hêza wî bigîhîjê efu dike.
-Zikata malê xwe டிடி
-Ji dayîna sedeqê hiz dike.
Di çikos/tema de sê elamet hene.
-Ji birçîbunê ditirse.
-Ji parsekan ditirse, gava tiştekî dide ditirse ku wê xizan bibe.
-Kînê li kesê çêyî li wî kiriye dike.
Di mirovên bi sebir de sê elamet hene.
-Di îbadetan de bisebir e.
-Ji terkirina gunehan re bisebir e.
-Li hemberî musîbetê, ji Xweda tê re bisebir e.
Sê elametên mirovên facîr/gunehkar hene.-Pirr sond dixwe û bi vî karê xwe, peznê xwe dide.
-pîrekan pirr dixapîne
-Pirr derew û buxtanan li xelkê dike.
Di kesên ji te hizdikin de sê elamet heye.
-Malê xwe di rêya te de xerc dike
-Canê xwe di rêya te de பட dike
-Sirrê te vedişêre, ji kesî re behsa wan nake.
Sê elametên kafiran hene
- Gumanê Ji dînê Xweda dikin
-Dijminantîya kesên ji Xweda hizdike dikஇன்
.-Di îbadetên xwe de xafil e. Bi îbadetan nizan e.
Sê nîşanên ên hatine efukirin heye.
-Ji ezabê Xweda ditirse-
Ji Hêrsa Xweda ditirse.Ji şîretên ji bo Xwedê têkirin ditirse.
Ya ‘Elî! Li cem Xwedê Bixêrtirên mirovan, ewê feyda wî digîhîje her kesî ye. Ê herî xerab jî, ewê bi rik û li heyfê digere û dewamî xeyîdî ye.Kesê ku Xweda jê buxz dike jî, ewê ‘emrê wî dirêje û emelê wî xerab e. Evanan dervayê wan bi xemla gunehan rind, nava wî bi pisiya gunehan tije ye.Ya ‘Elî a ji vîya xerabtir, ji bo ku xwe ji şerrê wî biparêze lê îkramkirin e. Ya ji vîya jî xerabtir, li zengînan ikram û xizanan jî qewurandin e. Ji bo zengînan gelek sifran hazir dikin û wan têr dikin; lê tu comerdîyê li xizanan nake û parîkek nan jî nade wan.Ya ji vîya xerabtir jî, bi serê xwe tenê dixwe û tiştekî nade kesî ye.Ya ‘Elî Fezîlet, terkirina gunehan e. Elametê tirsa ji Rebbê Alemê jî, xwe ji heraman parastin û dûr sekinandin e.Elametê mirovê rast dipeyîve jî; kesek ji bo ku rast peyîvîye lê dixeyîde jî, lê hêrs dibejî, ew hwecîyê wî be jî dîsa rast dipeyîve.
Ya Êlî pênc tişt dil dikuje;
-Xwarina zêde-Xewa zêde-Axaftina zêde-Kenê zêde
-Tirsa ji bo rizq e.
Pênc tişt dil reş dike.
-Di gunehan de israr e.-Têre jî dîsa xwarinê dixwe-Bi zulmkarî mal dicivîne-Di wextê de nimêja xwe nake.-Bi destê çepê dixwe û vedixwe.
Pênc tişt dide jibîrkirin.
-Xwarina tiştê ji ber mişk maye.-Di alîyê qiblê de, mîzkirin e.-li ser xwelîyê mizkirin e.-Di ava sekinî de mizkirin e.Nifqê xwe ji heramîyê tedarikirin e.
Pênc tişt nûrê dixe dil û dibiriqîne.
-Pirr xwendina sûreta Îxlas e.-Xwarina hindik-Di civatên zanînê de mayîn-Xwarina nanê hindik pijya ye-Kirina nimêja şevê ye.
Pênc tiştê din jî nûrê dixe dil
-Di civatên zanînê de pirr mayîn-Destê xwe di serê sêwîyan de gerandin-Nivê şevê pirr îstîxfar kirin-Xwarin û vexwarina hindik-pirr rojî girtin e.
Pênc tişt nûra çavan zêde dike
-Li kabeyê pirr mêzekirin-Li Qur’ana Kerîm mêzekirin-Li rûyê dê û bavê mêzekirin-Li rûyê aliman mêzekirin-li ava diherike mêzekirin e.
Pênc tişt mirov pîr dike.
-Deynê zêde-Derd û kederên zêde-Pirr pirr bêhna xweş li xwe dan-Xem û kedera îbadetê kişandin-pirr belxem avêtin
Ya ‘Elî’ min li ser derîyê cinnetê dît ku wuha dinivîsand: “kî miraz û daxwazê hewa û hewesa xwe red bike; cîyê meqama wî cinnet e.
Cehennem jî dipirse: “Ya Rebbî! Ma te çima ez xuluqandim?”Xwedê Teala dibêje: “Min tu ji bo kesê çikos û qure xuluqand î.”
Ya ‘Elî! Razayîya Xweda di razayîya dê û bavê de, xezeba Wî jî, di xezeba dê û bavê de veşartî ye.
Ya Êlî! Cîranê te kafir be jî, alîkarîya wî bike.
Ey Rêwîyê cinnetê
Gelo tu ji kîjan sinifê yî. Tu xwe di nava kîjan pêncî de, di nava kîjan sisêyî de dibînî.
FİKRÎ AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder