11 Mayıs 2020 Pazartesi

GOTİNÊN NAVDARAN

Hinek însan hene ku mijara yek kitêbê dikarin bi çend hevokan bînin ziman. Gotinên wan ji dil tên, ji tecruban diherikin.  Ji her bela û mûsîbetekê dersek derxistine û ev dersanan di jîyana xwe de ji xwe re kirine rêber. Mezinayîya  van însanan  ji vê yekê tê. Ji ber vê yekê ye ku evan însanan wek eşyayekî antîqa tu carî kevn nabin û gotinên wan roj bi roj qîmetê digre. Emê li jêr çend gotinên van însanên mezin ên bi hîkmet  pêşkêş bikin. Ez hêvî dikim ku emê feydeyê jê bibînin.

1- "Efukirin zikata  serfîrazîyê ye."

(Hz. Muhammed (s.a.v))

2- "Bawerî, berhemên şuxla aqil e."

(Ahmed Xulûsi)

3- "Eger kesek du caran ji dîya xwe newelide, nagîhîje melekûta esmanan."

(Hz. Îsa (a.s))

4- " Êş seydayê zilamên jîr e."

(Byron)

5- " Bela li ser zimanê însan e.  Eger mirovek bibêje ez tiştekî nakim, şeytan dev ji karê xwe berdide û heta wî karî bi wî bide kirin  bi wî de dikeve."

(Hz. Muhammed (s.a.v))

6- " Bawerî du parên wekhev in. Nîvê wî sebir û nîvê din jî şukir e.

 (Hz. Muhammed (s.a.v))

7- "Însanê rûyê xwe bide tavê, sîyê nabîne. "

(Helen Keller)

8- “Nezan pirsan napirse.”

(Benjamîn Franklîn)

9- “Peyva hindik barê mêrane, peyva zêde barê heywana ne.”

(Yunus Emre)

10- Rûmet û fezîlet xemla ruh e. Eger vanan tunebe  beden tu carî xweş xuya nake.”

 (Cervantes)

11- “Du navê şeytan hene.  Yek şeytan û yê din jî derew e.”

(VÎctor Hugo)

12- “Ji kevirê nava birincê yên reş netirse. Ji kevirên sipî bitirse.

 (Arîf Nîhad Asya)

13- “ Însananekî  qe neketibe xeletîyê, li benda talûkeyek mezin e.”

 (Paul Valer)

14- “Tiralî, mirovên azad dike hêsîr.”

(Fîrdewsi)

15- “Li ser mîzanê ji xuyê xweş, girantir tu tişt tune.”

(Hz. Muhammed (s.a.v))

16- “Tîcaret wek hinek kanîyan e. Eger hûn rêya wan biguherînin dimiçiqin (zuha dibin) .”

 (Fenelon)

17-  “Derewînekî nîşanê min bidin, ezê dizekî nîşanê we bidim.”

(George Herbert)

18- “Dostanîyeka jîrekî, ji dostanîya hemu dînan teva çêtir e.”

(Demokrîtos)

19- Moza di devê wê de hunguv hebe di boça wê de derzî heye.

(John )

20- “ Ji her derdî re devayek heye, huner dîtina wî ye.”

(waq'anuvîs Mehmed Esad)

21- “Însan di bin zimanê xwe de veşartî ye.”

 (Hz. Muhammed (s.a.v))

22- “ Tirs û bêhêvîbûn; şerm û mehrûmbûn digel hev in. Fersend jî wek derbazbûna ‘ewran diborin, vêca hûn fersend û derfetên qenc bernedin.

(Hz. ‘Elî)

23- “Zimanê mirovên  biaqil di pişt qelbê wî da ye û qelbê (dilê) mirovên ehmeq jî di pişt zimanê wî da ye.

(Hz. ‘Elî)

24- Ew malê te yê ji te ra bûyê we’z û nesîhet, ew ji dest te neçûye.

(Hz. ‘Elî)

FİKRÎ AMEDÎ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder