Silheddîn Eyyûbî li ber ta mirinê bu. Gazî kurê xwe Melîk Efdal kir û wuha
lê şîret kir got: “Kurê min! Ez wesyetê li te dikim ku tu ji wî Xwedayê ku hemu
qencî ji wî tê bitirsî û ji rêya rast venegerî. Ji bona ku emrê Xwedê bînî cî
tu sistîyê nekî û qisûrekî nekî. Bizanibe ku xelasî di vîya de ye.
Bi xwîna tu kesî destê xwe qirêj neke. Ji bo emnîyet û saadeta xelkê, bixebite.
Bizanibe ku ew ji te re emanetên Xwedê ne.
Qîymetê bide qomutanê xwe.
Hevalên xwe biparêze.
Ji bîr neke ku wê herkes rojekê bimre.
Heqê kesî hinda neke. Heqê evdan heya evd efu neke Xwedê efu nake.”
Piştî van şîretan ev tiştanan jî lê wesîyet kir got: “Kefenê min bi serê
rîmekê ve bikin û bidin destê bangvanekî. Bila ew bi kuçe kuçe bigere û ji xelkê
re wuha bibêje: “Ha gelî ahalî! Ev kefenê fatîhê Qudsê ê Silheddînê
Eyyubî ye. Ji dinyayê bitenê wê bi vî kefenî here. Ji xêynî vîya mal, milk,
meqam û mewkî di derê mirinê de derbasî wî alî nabe. Lê binêrin û hêweta
bigrin.
FİKRÎ AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder