Eger mal di destê çikosan de,
çek di destê tirsonekan de û îdare di destê bêaqilan de be; nîzam xerab
dibe. (Hz. Ebu Bekir r.a )
Çavê xwe ji heraman parastin,
ji şehwetê re çi perdeyek rind e. (Hz. Osman r.a)
Ên li pêy tiştên bê lizûm
direvin, tiştên bi lizûm ji dest xwe direvîne. (Hz. ‘Elî r.a)
Kesê bi tîlaweta Qur’anê feyza
rûhanî sîrayetî dilê wî kiribe, bi fîrqeta dostên xwe nakeve halê
wahşetê. (Hz. ‘Elî r.a)
Dema aqil temam bibe, gotin kêm
dibe. (Hz. ‘Elî r.a)
Kesê bibe xwedî fikrê kûr,
nezera wî jî, rind dibe (Hz. ‘Elî r.a)
Di îbadeta bê îlim û tîlaweta
Qur’anê a bê tefekkur de xêr tune. (Hz. ‘Elî r.a)
Di nava mirovan de bimîne lê ji wan re nebe bar. (Husameddîn Mankpûrî)
Pîrekek Misliman heya dema ku
zarokê xwe dimêjîne her wekî ku di rêya Xwedê de cîhad kiribe. (Se’îd
Bin Cubeyîr r.a)
Ên bi dijminê we re rabe û runê
ne dostê we ye. (Sadî Şirazî )
Îlim wek xwarinê ye. Dewamî
mirov hewceyê wê ye. Feyda wê jî, ji herkesî re ye. (Ebdulvehhab-î
Mutteqî)
Kafir be jî dilê tu kesî
neşkîne. Dil şikandin, êşandina Xwedê teala ye. (Ahmed
Yesevî)
Di nava Îslamîyetê de tu
xerabî, di derveyî Îslamîyetê de ji tu qencî tune. (Ebu’l Wefa)
Sê tişt dil dikuje; axaftina
zêde, xewa zêde, û xwarina zêde (Fudayl Bin Iyad)
Dinya sê roje; do, îro û sibê.
Do derbas bu çû, hatina sibê ne kifşe, wusane qîmeta îro bizanibin. (Hesen
Besrî r.a)
Zilamê bê dert, zilamekî bê
ders e. (Receb xoce)
Rewşa fedîkirina zarokan, di wî
de elametê nûra aqil e. (Îmam Xezalî r.a)
Herkesê ku tu dibînî Xizir, her
şevê jî Qedir bizani be. (Silêman Ata)
Bi qîmeta xortanîyê extîyar, bi
qîmeta hizurê bêhizur, bi qîmeta sihatê nexweş û bi qîmeta jîyanê jî mirî
dizanin (Xatimê Esam)
Mar û defîne, gûl û dirik, xem
û şahî bihevre ne.
AMEDEKAR: FİKRÎ AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder