9 Mayıs 2020 Cumartesi

XWEDA-6

BERDÊLA QENCÎYAN ZÊDE ZÊDE DİDE.

Xweda, bi qasî misqalê zerre neheqîyê nake. (Di vê giranîyê de) qencîyek hebe, wî qat bi qat zêde dike û ji bal xwe ve ecîrekî mezin dide wî. (Nîsa-40)
Ji ên qencî kirine ra, qenctir û zêdeyîk heye. Ne rûreşî bi wan digre û ne jî zillet. Han evanan ehlê cinnetê ne. Wê di wir da dewamî bimînin. (Yûnis-26)
Xweda bi vî awayî mizgînê dide evdên xwe yê bawerî anîne û karên qenc kirine. Bibêje: “Ez ji ber vêya ve, ji hizkirin û nêzbuna we pêve tu ucretekî  ji we naxwazim. Kî karekî qenc bike, em qencîya wî zêde dikin. Lewra Xweda, Xefur û Şekur e (ew berdêla şukrê dide).(Şûra 23)
Wê rojê tu dibînî ku, nûra mêr û jinên mu’mîn di pêşîya wan de û li milê wan ên rastê dimeşe. (ji wan ra tê gotin:) “Îro mizgîna we cinnetên di binî de çem diherike ku hûnê tê da dewamî bimînin heye. Xelasîya mezin ev e. (Hedîd-11)
Lewra wê Xweda ji ber kar û kirinên wan ên herî rind ve xelata wan bide wan û wê ji fezl û kerema xwe zêdetir bide wan. Xweda ji kî ra bixwaze, wî bê hesab dide riziqkirin. (Nûr-38)
(Mal) ê li cem we diqede, lê ewê li cem Xweda dimîne. Emê keda sebirvanan, bi kar û kirinên wanê rind xelat bikin.
Mêr dibe jin dibe kî bi mu’mînî karê qenc bike, em wî bi heyateka rind didin jîyandin û xelatên wan bi kar û kirinên wan ên rind didin wan. (Nehil-96-97)

BERDÊLA ŞUKRÊ DİDE.

Tê bîra te, Rebbê we wuha kerem kiribu: “Bi sond eger hûn şukir bikin, ezê ji we ra (nîmetên xwe) zêdetir bikim. Lê eger hûn nankorîyê bikin, bêşik ezabê min pirr zor û asê ye.” (Îbrahîm-7)

Eger hûn înkar bikin, bizanbin ku; Xweda ne hewcîyê we ye. Lê ew dîsa jî, bi nankorîya evdê xwe qayîl nabe. Eger hûn şukir bikin, ji we vêya qebul dike. Tu gunehkarek gunehê yekê din nakşîne. Paşê hûn bal bi Rebbê xwe da vedigerin. Ew we ji kar û kirinên we xeberdar dike. Lewra ew bi tiştê di dilê mirovan da ye dizane. (Zûmer-7)
Ma hûn şukir bikin û bawer bikin, wê Xweda çima ezab li we bike? Xweda Şakir (ecîrên şukirvanan didê) û zana ye. (Nîsa-147)

HER TİŞT NÎŞANÊ MİROV DAYE.

Xweda navê hemu tiştî nîşanê Adem dabu û paşê ew, nişanê melaîketan dabu û ji wan ra gotibu: “Eger hûn di gotina xwe da rastin, ka navê evanan ji min ra bibêjin?”
 (Melaîketan wuha ) gotibun: “(Ya Rebbî!) Em te tenzîh dikin, ji xêynî tiştên ku te nîşanê me nedaye zanîna me tune. Bêşik Alim û Hekîm (xwedî hukum û hîkmet) tu yî tu.              (Beqere-31-32)
Eger fezl û rehmeta Xweda li ser te nebuya, ji wan komekî xwestibun te bixerifînin. Lê ew bi tenê dikarin xwe bixerifînin  û qe nikarin zîyanekî bidin te. Lewra Xweda ji te ra kitêb û hîkmet daxist û tiştê te pê nizanibu nîşanê te da. Fezl û rehmeta xweda li ser te pirr zêdeye.
( Nîsa-113)
Eger hûn (ji tiştekî) bitirsin, bi peyatî yajî suwarî (nimêj) bikin. Gava ku hûn (ji tirsê) emîn bun, wek bi tiştê ku berê we pê nizanibu Wî nîşanê we da, Xweda zikir bikin.  (Beqere-239)

ŞÎFAYÊ DİDE.

Gelî mirovan! Ji we ra ji Rebbê we, şîretek û ji bo (derd û kulê) sîngê we şifayek û ji bo mu’mînan, hîdayet û rehmetek hatiye. ( Yûnis-57)
Gava nexweş dikevim ê şîfayê dide min Ew e. (Şûera-80)
Em ji mu’mînan re, ji Qur’anê tiştê şîfa û rehmete dadixin. Ew zîyana zaliman zêde dike. (Îsra-82)

RİZİQ DİDE

Ewê xwarinê bi min dide xwarin û vexwarin Ew e. (Şûera-79)
Li ser erdê qe jîndarek tuneye ku rizqê wî ne li ser Xweda be. Xweda bi cîyê sekna wî û bi cîyê emaneten lê hatiye hiştin dizane. Evanan hemu jî di kitêba mubîn (Levhî Mahfuz) da ye. (Hud-6)
Lewra wê Xweda ji ber kar û kirinên wan ên herî rind ve xelata wan bide wan û wê ji fezl û kerema xwe zêdetir bide wan. Xweda ji kî ra bixwaze, wî bê hesab dide riziqkirin. (Nûr-38)
Eger Xweda, rizqê evdê xwe zêde bikira,  wê li ser rûyê erdê har bibuna. Lê ew li gorî xwestina xwe dadixîne. Lewra ew ji rewşa evdê xwe haydare û dîdar e (dibîne). (Şûra-27)
Xweda ji kî ra bixwaze rizqê wî fireh dike û teng dike. Lê ew bi heyata dinê dilxweş bun. Lê heyata dinê li ber axretê ji nifqekî hindik pêvtir ne tiştek e. (Raad-26)


Bi rastî ewê dikenîne û girî dike Ew e. (Necm-43)

CAN DİDE Û CAN DİSTÎNE EW E.

(Gelî kafiran!) Ma  hûn Xweda çawa înkar dikin? Hûn mirî bun wî hûn vejinandin, paşê wê dîsa bimirîne û ji nuhveda bivejîne. paşê hûnê dîsa bal bi wî da bêne vegerandin. (Beqere-28)

Ewê di şevê de (xewa weka) mirinê dide we Ew e. Di rojê da hûn çi dikin pê dizane. Paşê ji bo ku ecel temam dibe, yê we di wê da vedijîne (û hişyar dike) Ew e. Paşê vegera we bal bi wî da ye û wê we ji tiştê ku kiriye haydar bike. . (En’am-60)

Me gotibu: “Bi perçekî wê (dewarê) li wî kuştîyî din.” Xweda bi vî awayî mirîyan vedijîne û ayetên xwe nîşanê we dide. Hêvî heye ku hûn aqil di ber da bibin.(Beqere-73)

MİRÎYAN VEDİJÎNE (ZİNDE DİKE)

Rastî eve ku qiyamet nêz dibe tê. Di wê da guman tune û wê Xweda ên di goran de bivejîne û rake. (Hecc-7)
Çavê wan bi rezîlî û riswatî berjêr buye û wek kulîyên belav bune ji gorên xwe derdikevin.
Gava situyê xwe, ber bi bangvan de dirêj kirine û direvin; ewên kafir dibêjin: “Ev rojek pirr zor û zehmet e. (Qemer-7-8)

Gelo qey mirov guman dikin ku wê beredayî bêne berdan?
Ma qey ew ji dilopek menîya ku tê avêtin nebu?
Paşê bu alaq ( xwîna tîr =embîryo) û paşê ew xuluqand û sûret dayê.
Paşê me jê cotê nêr û mê ava kir.
Gelo qey Ew (Xweda) ma nikare mirîyan jî vejîne?(Qiyamet36-40)

Gava li sûrê tê pifkirinê, ji goran radibin û ber bi Rebbê xwe da direvin.(Yasîn-51)

ROJA HESAB (Û KİTİB) Ê XULUQANDÎ YE.

Dipirse ku ka roja qiyametê kîngê ye?
Gava ku çav birûskan vedide û alû dibin
Û gava Hîv tê girtin
Û Hîv û Roj bêne civandin
Wê rojê mirov dibêje: “Ka cîyê revê kuda ye.”
Naxêr, tu sitare tune.
Wê rojê cîyê vegera paşîn, huzûra Rebbê te ye.
Wê rojê mirov, bi tiştê pêş xistiye û paş de hiştiye tê haydar kirin. (Qiyamet6-13)

Gava ku qiyamet rabibe,
Kesê rabuna wê derew hesab bike /bihesibîne  tune.(Waqi’a)

HESAB PİRR ZÛ DİBÎNE

Li cem Xweda dîn, Îslam e. Ewên ji wan ra kitêb hatiye, piştî ku ji wan ra îlîm hate, ji ber çavnebarîya nava xwe bi hev ketin. Kî ayetên Xweda înkar bike; bira bizanibe ku Xweda, hesab pirr zû dibîne. (Alî-Îmran-19)

Paşê ew (can) ana wê ber bi Mewlayê ku Xwedayê we yê rastîne ve bê fetilandin. Hukum yê Xweda ye. Ew hesab pirr zû dibîne. (En’am-62)

Ma qey nabînin ku em tên erdê û ji kevîyên wê kêm dikin. Xweda hukum dide. Kesê ku li pêy hukmê wî keve tune û ew hesab pirr zû dibîne. (Raad-41)

Kar û kirinên kafiran jî, wek leylaneka li çolê ye. Kesê tî buye dibê qey av e. Lê gava diçi balê qe tiştekî nabîne û li bal xwe Xweda dibîne. (Xweda jî) hesabê wî bi kêmasî didê. Xweda hesaban pirr zû dibîne. (Nûr-39)

WEADA WÎ HEQ E.

Wê di wir de dewamî bimînin. Weada Xweda heq e. Ew, Ezîze û xwedî hukum û hîkmet e. (Loqman-9)

şik Xweda mal û canê mu’mînan li hemberî cinnetê ji wan kirî ye. Ew di rêya Xweda de şer dikin û dikujin û dimrin. Ev di Tewrat û Încîl û Qur’anê da wada Xweda ye. Gelo ji Xweda çêtir kî heye ku wada xwe bîne cî? Wêgavê ji ber tîcareta xwe kêfxweş bibin. Han xelasî û serkeftina mezin ev e. (Tewbe-111)

Eger Qur’aneka pê çîya dihate meşandin yajî erd dihate perçekirin yajî pê mirî dihate peyîvandin hebuya, (dîsa jî bawer nedikirin) Naxêr, hemu kar ê Xweda ye. Ma qey mu’mînan hê fahm nekirine ku, eger Xweda bixwesta wê hemu mirov bigîhanda hîdayetê. Ji ber kar û kirinên wan ve, heya wada Xweda tê wê tim bela û musîbet bê serê kafiran yajî wê bê nêzî malê wan. Paşê peyva Xweda tê cî. Bêşik Xweda ji peyva /weada xwe venagere. (Raad-31)    

 (Wê bikevin) Cinnetên Adn ku Rehman ew bi xiyabî ji evdê xwe ra wad kiribu. Bêşil wê weada wî were cî.  (Meryem-61)
Ew ji te ezab bi lez dixwazin. Xweda ji wada xwe venagere. Bi rastî rojek li cem Rebbê te, wek hezar salên hûn dijmêrin e. (Hecc-47)

HİŞYAR DİKE Û DİTİRSÎNE

Bi wê kitêba mûbîn (vekirî /eşkera) sond duxwim ku ;
Bi rastî me ew di şevek pîroz de daxistîye, lewra em hişyarker in. (Duxan-2-3)

Ev Qur’an ji bo ku bêne hişyarkirin û bizanibin Xweda yek îlahek bi tenê ye û ewên Xwedî aqil şîreta bigrin, loma ji mirovan ra hatiye teblîx kirin. (Îbrahim-52)

Ew (kitêbeka) rast e. Ji bo ku wan ji bal xwe ve bi ezabekî zor û asê bitirsîne û mizgînê bide mu’mînên ku karê qenc kirine ew (kitêb)şand. Bêşik ji wan ra ecîrekî rind heye. (Kehf-2)

Bi vî awayî me Qur’an bi erebî daxist û me di wê da tiştê ku ditirsîne tekrar tekrar îzah kir. Hêvî heye ku bitirsin yajî îbret û hişyarîyekî bide wan. (Tâhâ-113)

FİKRİ AMEDÎ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder