Lİ SER HER TİŞTÎ WEKÎL E
Qe hukumranîya te li ser evdên min tune. Ji wekîlîyê ra Rebbê te besî te ye.(Îsra-65)
Xweda xaliqê her tiştî ye û li ser her tiştî wekîl e. (Zûmer-62)
Jİ WÎ PÊVE DOST Û ALÎKAR TUNE.
Xweda, bi dijminên we çêtir dizane. Ji dostanîyê ra jî, alîkarîyê ra jî Xweda bes e. (Nîsa-45)
Hûn li erd û esmanan nikarin Xweda aciz bihêlin. Ji we ra ji xêynî Xweda ne dost û ne jî alîkar nîne. (Enkebut-22)
Mulkê erd û esmanan ê Xweda ye. Ewê dimirîne û vedijîne Ew e. ji Xweda pêvtir dost û alîkarê we tune. (Tewbe-116)
Ewê erd û esman û ên di nabeyna wî da, di şeş rojan de xuluqandiye û paşê istîwayê Erşê kiriye, Xweda ye. Ji we ra ji wî pêve alîkar û şefaetvan nîne. Ma hûn hê jî nafikirin-şîretan nagrin. (Secde- 4)
Lewra ew, tiştekî ku ji Xweda were, nikarin ji te def bikin. Bêşik zûlimkar dostê hev in. Xweda ji, dostê mutteqîyan e. (Casîye-19)
XWEDÎYÊ HEMU ALEMAN E.
Hemd, ji bo Wî Xwedayê Rebbê alemê ye. (Fatîhe-2)
Bibêje: “Nimêja min û îbadeta min û heyata min û mirina min ji bo wî Xwedayê Rebbê alemê ye.” (En’am-162)
Ji bo kuştina min, tu destê xwe dirêjî min bikî jî, ez ji bo kuştina te destê xwe dirêjî te nakim. Lewra ez ji (wî) Xwedayê Rebbê alemê ditirsim. (Maîde-28)
Tu dibînî ku, melaîketan hewîrdorê Erşê zeft kirine û bi hemd û sena Rebbê xwe tesbîh dikin. Di nava wan de bi heqqî hukum hatiye dayîn û hatiye gotin; hemd ji bo wî Xwedayê Rebbê alemê ye. (Zûmer-75)
PİRR Bİ EDALET E.
Vegera we giştan bi bal wî ve ye. Wada Xwedê Teala heq e. Ew dest bi xuluqandinê dike, paşê ji bo ku ewên bawerî anîne û karên qenc kirine bi edaletî xelata wan bidê, (piştî mirinê) wan dîsa dixuliqîne. Ewên kafir jî, ji bo ku bune kafir, ji wan ra ji ava kelandî vexwarinek û ezabekî bi êş û jan heye. (Yûnis-4)
Li hemberî wan, heta ji we tê, quwwet û (ji bo cîhadê) hespên xwedîkirî hazir bikin. Bi vêya dijminê Xweda û dijminê xwe û ji vanan pêve dijminên hûn pê nizanin, lê Xweda pê zane, bitirsînin. Hûn di rêya Xweda de çi xerc bikin, bi kêmasî ji we ra tê dayîn û hûn neheqîyê jî nabînin. (Enfal-60)
Mêr dibe jin dibe kî bi bawerkirin karekî qenc bike; han evanan dikevine cinnetê û bi qasî misqalê zerre jî neheqîyê nabînin. (Nîsa-124)
Bêşik wê ked û xebata wî bê dîtin.
Paşê wê berdêla keda wî bi kêmasî jê ra bê dayîn. (Necm-40-41)
Ma tu van kesê ku peznê xwe didin û xwe pak nîşan didin nabînî? Na, Xweda, kî buxwaze wî pak dike û bi qasî muyekî zirav jî neheqî li wan nayê kirin. (Nîsa-49)
Roja em gazî hemu mirovan û îmamê wan bikin, êdî kitêba kî di milê rastê da bê dayîn, ewanan kitêba xwe dixwînin û bi qasî misqalê zere jî neheqî li wan nayê kirin. (Îsra-71)
Gava em, di wê roja ku di hatina wê da qe guman tune da wan dicivînin û kî çi bi dest xwe xistibe kêmasî jê ra tê dayîn û neheqî li kesî neyê kirin, gelo wê di wê rojê da halê wan çawa be? (Alî-îmran-25)
Bêşik wê Rebbê te berdêla keda wan bi kêmasî bide wan. Lewra Xweda ji kar û kirinên we haydar e. (Hud-111)
Kurê min! Eger (kirina te) bi qasî liba xerdelê be jî û ew di nav zinarekî de yan li esmana be yan di (binê) erdê da be jî, Xweda wî tîne. Lewra Xweda letîf e û ji hemu tiştî xeberdare . (Loqman-16)
XEFUR Û EFUKAR E.
Ji mirovan hinek jî hene, ji bo ku razayîya (qayilbuna) Xweda bi dest xwe bixin nefsa xwe difroşin. Xweda ji evdê xwe ra pirr Reuf (nerm) e. (Beqere-107)
Kî xerabîyekî bike, yajî li nefsa xwe zûlim bike û paşê ji Xweda mexfîretê buxwaze, wê Xweda Xefur û Rehîm bibîne. (Nîsa-110)
(Ji mucahîdan ra) ji bal xwe ve derece û mexfîret û rehmet (daye wan). Xweda, Xefur û Rehîm e.(Nîsa-96)
Ew berî başîyê ji te bi lez xerabiyê dixwazin. Lê di pêşîya wan da gelek mîsal derbas bune jî. Bêşik ji ber zûlma wan mirovan jî, dîsa Rebbê te xwedî mexfîret e û bêşijk cezayê Rebbê te pirr zor û asê ye (Raad-6)
Bi tenê tu dikarî, ewên dane pêy zikrê (Qur’anê) û ên nedîtine jî, ji Rehman ditirsin hişyar bikî. Mizgîna mexfîretê û ecîrekî mezin bide evanan. (Yasîn-11)
Lê ewên zûlmê dikin ne têda. Eger evanan piştî xirabîyê bizivirin qencîyê êdî bêşik ez efukar û bi rehm im. (Nemil-11)
Rebbê we bi tiştê nava we çêtir dizane. Eger hûn mirovên salih bin; bizanibin ku Xweda ji towbekaran ra pirr Xefur e. (Îsra-25)
Lewra wê Xweda ecrê wan bi temamî bide wan û ji lutf û qencîya xwe lê zêde bike. Bêşik Xweda, Xefur û Şekûr e (ji ber şukra wan ve zêde zêde dide wan). (Fatir-30)
Ji bo wexta ku me danî bu, Musa ji qewmê xwe heftê zilam bijartibu. (Ewanan gotibun: “Heta em Xweda eyan beyan nebînin em bi te bawer nakin. Ser vê ya ra) gava lerzînekî bi wan girtibu (û xeriqîbun) Musa gotibu: “Rebbê min, eger te xwestibuya te yê ez û ew berê helaq bikirana. Ma tuyê aniha ji ber çend heb bêmêjîyê ji nava me, me helaq bikî? Lê ev hedîse, ji îmtîhana te pêvtir tiştek nîne. Bi wê tu kî bixwazî dixerifînî û kî jî bixwazî digîhîjînî hîdayetê. Welîyê me tuyî. Êdî me efû bike û rehmê li me bike. Tu çêtirê Xefuran î. (A’raf-155)
REHÎMÊ REHÎMAN E.
Yusif ji) gotibu: “Êdî îro tu feydeyek ji gilî û gazinan tune ye. Xweda we effu bike. Ew Rehîmê Rehîman e. (Yusif-92)
Eyub jî (zikir bike); Te dî wî gazî Rebbê xwe kiribu û wuha duâ kiribu: “Ev derd (û nexweşî) li min ketîye. Tu Rehîmê Rehîmanî.(Enbîya-83)
XWEDÎ HUKUM Û HÎKMET E.
“Rebbê me! Ji wan ra ji nava wan qasidekî ku ayetên te dixweyne û kitêb û hîkmetê nîşanê wan dide û wan paqij dike bişîne. Bêşik ê Ezîz û Hekîm (xwedî hukum û hîkmet) tu yî tu.”
(Beqere-129)
Piştî ku delîlên xuyayî ji we ra hatiye jî, eger hûn (ji rêya heq) bizivirin- bişemitin; bizanibin ku Xweda, Eziz û Hekim (xwedî hukum û hîkmet) e. (Beqere-209)
Han qisseyan (di heqqê îsa da) tê qalkirin, ya rast ev e. Ji Xweda pêvtir îlah tune, Xweda Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Alî-Îmran-62)
Kî gunehekî bi dest xwe bixe, wî ev di aleyha xwe de bi dest xwe xistîye. Xweda, zana ye û xwedî hukum û hîkmet e. (Nîsa-111)
Xweda ev, ji bo ku ji we ra bibe mizgîn û dilê we mutmeîn bibe loma çêkir. Jixwe alîkarî, li cem wî Xweda yê Ezîz û Xwedî hukum û hîkmet e. (Alî-Îmran-126)
Ew li ser evdê xwe qadir û xalibe. Ew xwedî hukum û hîkmete û ji hemu tiştî haydar e. (En’am-18)
Ma qey nabînin ku em tên erdê û ji kevîyên wê kêm dikin. Xweda hukum dide. Kesê ku li pêy hukmê wî keve tune û ew hesab pirr zû dibîne. (Raad-41)
XWEDÎYÊ HUKUM EW BİTENÊ YE.
(Ey Muhammed tu ji mu’mînan ra ra bibêje): Ma ez ji Xweda pêve li hekemekî din bigerim? Lê wî kitêb ji we ra bi îzahkirin daxistîye. Ewên me kitêb daye wan dizanin ku ew kitêb bi heqqî ji Rebbê wan hatiye daxistin. Êdî tu nebe ji gumankaran .(En’am-114)
Nuh gazî Rebbê xwe kir û got: “Rebbê min! Kurê min ji malbata mine û bêşik wada te heq e û tu hakimê hakiman î.” (Hud-45)
Gelo qey li hukmê cahilîyê digerin? Ma ji bo civateka bi zanînek yêqîn bawer dike, ji hukmê Xweda rintir hukmê kî heye? (Maîde-45)
Gelî ewên bawerî anîne! Peymanên xwe bînin cî. Ji xêynî ewên ku wê ji we ra bê xwendin, goştê heywanan ji we ra hate helal kirin. lê bi şertê ku hûn di îhramê de nêçîrê li xwe helal nekin. Bi rastî Xweda li gorî xwestina xwe hukim dide. (Maîde-1)
Û dîsa bibêje: “Ez ji Rebbê xwe li ser delîlên aşîkar im û we jî ew derewandîye. Tiştê (ezabê) hûn lê dilezînin jî, ne li cem mine. Hukum yê Xweda bi tene ye. Ew heqqîyê dibêje û ê çêtirê ji hev diqetîne Ew e.(En’am-57)
Ew Xwedayê heq û hukumdar bilind e. (Ey Muhammed!) heya ji te ra wehya wê temam nebe; di xwendina (Qur’anê) da lez neke û bibêje: “Rebbê min îlmê min zêde bike.”(Tâhâ-114)
XWEDÎ LUTUF ( Û ÎHSAN) E.
Pêxemberên wan ji wan ra gotin: “Bi rastî em jî wek we beşer in. Lê Xweda , ji evdê xwe kîjanê ra bixwaze, lutf (û îhsan) a xwe dide wî. Heta destura Xweda tunebe, ne mumkune ku em ji we ra delîlekî bînin. Bira mu’mîn xwe bispêrin Xweda bi tenê. (Îbrahîm-11)
Wî ji her tiştê ku we xwestibu da we. Eger hûn bixwazin nîmetên Xweda bijmêrin hûn nikarin wan teva bijmêrin. Lê dîsa jî mirov pirr zalim û pirr nankor e. (Îbrahîm-34)
Xweda, ji evdê xwe ra lutifkar e. Ji kîjanê ra bixwaze riziq dide wî. Ew bi quwwete û Ezîz e. (Şûra-19)
TOWBEYAN QEBUL DİKE.
Bêşik Rebbê te, ewên bi nezanî xerabîyekî dikin û paşê ji vêya towbe dikin û rewşa xwe rast dikine wê effu bike. Bêşik Rebbê te ji piştî vêya Xefur û Rehîm e. (Nehl-119)
Rebbê me! Me bike du evdên ji te ra teslîm buye û ji zûrîyeta me jî, ummeteka ji te ra teslîm buye derîne. Cîyê îbadeta me nîşanî me de û towbeyên me qebul bike. Lewra ê towbeyan qebul dike û Rehim tu yî tu.”(Beqere-128)
Ewên karên xerab kirine û piştî vêya towbe kirine û bawer kirine jî; Bêşik Rebbê te piştî vêya Xefur Rehîm e. (A’raf-153)
Ma ew nizanin ku ewê towbeyên evdê xwe qebul dike û sedeqan distîne Xweda ye. Xweda towbeyan qebul dike û Rehîm e. (Tewbe-104)
Bi rastî ez ji ewên towbe kirine û bawer kirine û karên qenc kirine û gîhîştîne rêya rast ra pirr Xefur im. (Tâhâ-82)
Lê ewên towbe dikin û bawer dikin û karen qenc dikin ne têde. Xweda gunehên wan bi qencîyan diguherîne. Xweda, Xefur û Rehîm e.
Kî towbe bike û karên qenc bike; bi rastî ew bi towbekirî bal bi Xweda ve tê vegerandin.(Furqan-70-71)
Lewra wê Xweda, rastgoya ji ber rastîya wan ve xelat bike eger bixwaze wê ezab li munafiqan bike yan towbeyên wan qebul bike. Bêşik Xweda Xefur û Rehîm e. (Ehzab-24)
ÎCABETÎ DUAYAN DİKE
Eger evdên min pirrsa min ji te kirin, ji wan ra bibêje: “Bi rastî ez ji wan ra pirr nêzim. .Gava ji min ra duâ bikin, ez icabetî duâyên wan dikim. Êdi bira ew jî, icabetê daweta min bikin. Bira bawerî bi min bînin ku, rêya rast bibînin. (Beqere-186)
Hemd ji Xweda ra ku di pîrîtîya min da îsmaîl û îshaq daye min. Bêşik Rebbê min duayan dibîhîse. (Îbrahîm-39)
Rebbê we got: “Ji min ra duâ bikin ku, ez duâyê we qebul bikim. Ewên tenezzûr nakin ji min ra îbadet bikin û quretîyê dikin hene; wê bi rezîlî û riswatî bikevin cehennemê. (Mu’mîn-60)
(Gelo ew bi xêrin) yan ewê gava di tengîyê de gazî dikinê îcabetî we dike û tengîyê ji ser we radike û li ser rûyê erdê hûn kirine xelîfe (bi xêre)? Ma bi Xweda re îlahekî din? Na, hûn çiqas hindik difikirin-şîreta digrin?(Nemil-62)
Bi sond Nuh ji me ra lavayî kiribu û me jî çiqas xweş îcabetî wî kiribu. (Saffat-75)
FİKRİ AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder