9 Mayıs 2020 Cumartesi

AYETE'L KURSÎ


بِسْمِ اللهِ الرَّحْمَنِ الرَّحِيمِ
اَللهُ لآَ اِلهَ اِلاَّ هُوَ الْحَىُّ الْقَيُّومُ لاَ تَاْخُذُهُ سِنَةٌ وَلاَ نَوْمٌ لَهُ مَا فِى السَّمَوَاتِ وَمَا فِى اْلاَرْضِ مَنْ ذَا الَّذِى يَشْفَعُ عِنْدَهُ اِلاَّ بِاِذْنِهِ يَعْلَمُ مَا بَيْنَ اَيْدِيهِمْ وَمَا خَلْفَهُمْ وَلاَ يُحِيطُونَ بِشَىْءٍ مِنْ عِلْمِهِ اِلاَّ بِمَا شَآءَ وَسِعَ كُرْسِيُّهُ السَّمَوَاتِ وَاْلاَرْضِ وَلاَ يَؤُدُهُ حِفْظُهُمَا وَهُوَ الْعَلِىُّ الْعَظِيمُ ﴿
255


Allah; ji Wî pêve îlah tune. Zînde ye, bi zatê xwe qayîm e. Ne dihênije û nejî  xew pê digre. Li erd û esmanan çi hebe ê Wî ye. Ma heta destûra Wî  tunebe, kî kare li balê şefaetê bike? Ew bi tiştê pêş û paşê wan dizane. Ew ji xêynî tiştê Wî xwestîye, ji îlmê Wî tiştekî fahm nakin. Kursîya Wî erd û esman zeft kiri ye.  Parastin (û telandin) a wan, ji wî ra giran nayê. Ew pirr bilind û pirr mezin e.
(Sûreta Beqere-255)

Kursî û Kursîya Xweda, Mane û Mahîyeta Âyetu’l-Kursî

Kursî û Kursîya Xweda; kursî; tê maneya text û sedirê. Bi koka xwe tê maneya tiştê li ser hev tê qatkirin, li ser hev tê civandinê. Ji bo ku bi îlavekirin û civandina tîştan tê çêkirin, ji tîştên wek kursî û sedirê re kursî hatiye gotin. Bi Mecazî jî tê maneya îlîm, hêz, hukumranî û sultan. Qur’an behsa kursîya Xwedê Teala dike û dibêje ev kursî erd û esmanan dixe nava xwe zeft dike. (Beqere-255) Ev ayet ji ber van xesletê xwe ve bi Ayetu’l-Kursî hatiye navkirin.
Di derheqê mahîyeta Kursîya Xwedê de tu zanîn tune. Rîwayetên ji Resulullah tên de jî tu îzahek tune. Li gor hedîsek ku Taberî qeyd kiri ye, heft esmanê kursî wek dîrhemek di nava mertal da be. Di hedîsek ku Ebu Zer jî rîwayet dike da li hemberî Erşê rewşa kursîyê belî dike: “Di nava erşê de kursî, li ser rûyê erdê (xeleka) gistîra ku di nava çolê de ye. (İbn Kesîr, Tefsîru'l-Qur'anî'l-Ezîm, I, 309).

Di derheqê Ayetu’l-Kursî de şîroveyên mufesîran bi serekî li dora çar dîtina tê civandin.
 Li gorî Razî (Tefsîr-î Kebîr, Ankara, 1989, c.5, rp.420-421) kursî, cîsmekî mezine ku erd û esmanan dinuxume. Hesen Besrî jî di vê dîtinê de ye û dibêje: “Kursî, û Erş eynî tişt e. Hinek alim li hemberî vê dîtina Hesen Besrî derdikevin û dibêjin Kursî û Erş ji hev cihêne û ne eynî tişt in. Ji vanan hinek dibêjin Kursî di bin Erşê de li ser esmanê hefta ye. Îmam Suddî u hinekî din jî dibêjin di binê erdê de ye. Li gorî rîwayeta Saîd Bîn Cubeyîr, Ebas gotîye kursî, cîyê ku Xweda pîyê xwe lê datîne ye. 

Dîtina  duyemîn Kursîyê, li gor hukumdarî, qudret û mulkê  Xwedê Teala şîrove dike. Ev ray û dîtin cîsîmtîya Kursîyê red dikin û dibêjin uluhîyet (Xwedatî) ancax bi qudretê dibe. Çawa ji cîyê lê tê runiştinê re kursî tê gotin, carna ji ê ser rudinê ra jî kursî tê gotin. Ji ber vê yekê Kursîya Xweda ji hukumranîya wî re îşaret e.
Li gor dîtina sêyemîn jî: Kursî, Îlmê Xweda ye. Ji ber ku tiştê alim xwe dispêrinê îlîm e,  loma jê re kursî hatiye gotin. Alimên ku bîr û bawerî pê hene û emînin û ên xelk xwe dispêrinê re jî kursîyan (kerasî) hatiye gotin. Ji ber vê yekê Kursîya ku di ayetê de derbas dibe îlmê Xwedê Teala Îfade dike.
Şîroveya ku dibêje Kursî mezinahî û bilindîya Xweda Îfade dike jî, ray û dîtina çaremîn e. Li gorî Keffal Xweda, ji bo ku qala mezinahîya xwe ji mirovan re bike, bi teşbîhên ku însan bi hêsanî jê fahm dike mijarê îzah dike. Biwêjên wek Mala Xwedê (Beytullah, kabe),  Destê Xweda (Yed’ullah, Heceru’l Eswed) tev ji bo vê mexsedê hatiye karanîn. Evanan bi maneya maddî fahmkirin ne rast e. Ev fikir meriv ber bi tiştê ku Xweda wek tecsîm (Xweda wek cîsîm fikirandin) û teşbîh (Xweda şibandina însan) ve dike ku ev tiştekî xelet e. 

Li gorî muffesîran heta delîlekî ji nassê di dest meriv de tunebe di derheqê Kursîyê de te’wîl kirin tiştekî ne rast e. Ji ber vê yekê gotine ayeta di derheqê Kursîyê de bi maneya wê ya vekirî qebulkirin efdal e. Ancax divê meriv xwe li gorî vê dîtinê Xweda wek cîsmekî hesibandin û şibandina mirovan jî biparêz e. (Ahmet Özalp, Şamil İslâm Ansiklopedisi, c. 3, r. 424-425)
Âyetu’l-Kursî: Ji sûreta Beqere ayeta dused û pêncî û pêncan re Ayetu’l- Kursî tê gotin. Ji ber tabîra kursîyê ev nava girtî ye. Di nava Qur’anê de xwedî girîngî û fezîleteka mezin e.Di  derheqê vê ayetê de ji Resulullah hinek hedîs hatine neqilkirin.
Di vê ayetê kerîme da qala mezinahîya Xweda û sifatên Wî û buyerên di qaînatê de diqewume tev bi gorî îrada Wî diqewumin û heta destura wî tunebe tu kes nikarin şefaetê li yekî bikin û Kursîya Wî û tiştê li erd û esmanan tev aîdê wî ye dike

Hedîsên li Ser Girîngî û Fezîleta Âyetu’l-Kursî;

“Di Qur’anê de ayeta herî bi fezîlet, di sûretê Beqere de Ayetu’l Kursî ye. Gava ev ayet di malekê de tê Xwendin, şeytan ji wir dûr dikeve diçe.” (Tirmizî, Fezâîlu’l-Qur’an 2)

“Ayetu’l Kursî şahê ayetên Qur’anê ye.” (Tirmîzî, Fezâîlu’l-Qur’an 2)

İbnu’l-Aska’ wuha dibêje: "Mirovek hat cem pêxember (a.s) û jê pirsî got: “Di Qur’anê de ayeta herî bi fezîlet kîjane?”  Resûlullah (s.a.s.) wuha kerem kir: “Allahu Lâ îlâhe îllâ huwe'l-Heyyu'l-Qayyûm e...” (Muslîm, Musafîrîn, 258; Ebû Dâwûd, el-Huruf ve'l-Qirâa 35; Ahmed bîn Henbel, V/142).

Resûlullah (s.a.s.) carekê ji Kâ'b kurê  Ubey pirsî ye: ji ayetên di jibera te ye kîjan pirr bilnd e? "Gava bersiva Xweda û Resulê wî çêtir dizane” girtî ye pirs tekrar kiri ye. Ser vê yekê re Ubey gotîye ayeta ku ez pê dizanim a herî bilind "Allahu lâ îlâhe îllâ huwe'l-Heyyu'l-Qayyûm e. Resulullah (s.a.s.) ji bersiva girtî ye memnun maye û li sîngê Ubey xistîye û gotîye “Ey Ebû Munzîr! İlim ji te re bimbarek/pîroz be.” (Muslîm, Salâtu’l-Musâfirîn 258, jimara hedîsê: 810; Ebû Dâvûd, Vitr 17, Salât 352)

“Zîrva/şerefa her tiştî heye. Zîrveya Qur’ana kerîm jî sûreta Beqere ye. Di vi sûretê de ayetek heye ku efendîyê ayetên Qur’anê ye: (Ew)Ayetu’l-Kursî (ye).” (Tirmizî, Sevâbu’l-Qur’an 2, jimara hedîsê: 2881)

Navê Xweda ê herî mezin (Îsm-ê A’zam) ku Xwedê Teala, gava bi wî jê re dua tê kirin îcabetî duayan dike. Gava bi wî jê tiştek bê xwestin wî dide wan. Ev hersê sûret in:  el-Bekere, Âlî- İmrân û Tâhâ ye.” (Râvî Ebû Umâme ilâve dike: “Ez li wî Îsm-ê A’zam’gerîyam min ew di: sûretê Bekere, di Âyetü’l-Kürsî de, di sûretê Âlî-Îmrân “Elif Lâm Mîm. Allahu lâ îlâhe îllâ hû. El-Heyyu’l-Qayyûm de” û di sûretê Tâhâ “Ve anetî’l-vucûhi lî’l-Heyyî’l-Qeyyûm”de  dît. ( Îsm-ê A’zam;Navên Heyy û Qeyyûm e). (Kutub-ê Sîtte, c. 3, r. 329)

Di Qur’anê de ayeta herî mezin Ayetu’l Kursî ye. Kî wê bixwîne, Xwedê Teala hema melaîketekî dişîne. Heta rojek din qencîyê wî dinivisîne û gunehên wî jê dibe.  Ev ayet di malekî de bê xwendin û sî rojî şeytanan dev ji wî bernedin, ev nabe û çil rojî mêr û jinê sêhrbaz nikarin têkevinê. Ya ‘Elî! Vîya nîşanî ewladê xwe, malbata xwe û cîranê xwe de. Ji vîya mezintir ayetek nazil nebuye.” (Ahmed bîn Henbel, V/142, 178)

“Kî di pêy nimêjek ferz de Ayetu’l-Kursî bixwîne, heta nimaja di pêy de tê mahfûz dibe, tê parastin.”  (Kutub-ê Sîtte, c. 3, r. 329)

 “Kî bigîhîje serê sibê û Ayetu’l Kursî û du ayetê pêşîya  sûreta Hâ Mîm; Tenzîlu’l-Kîtâbî mîn’allahî’l-Ezîzî’l-Elîm (sûreta 40/Mü’min/Ğâfir) bixwîne, wê rojê heta êvarê (ji qeza û bela) tê parastin. Kî ber bi êvarê wan bixwîne, wê şevê heta serê sibê tê parastin.” (Kutub-ê Sîtte, c. 3, r. 329)

“Kesê Ayetu’l- Kursî bixwîne û razê şeytan nêzî wî nabe.” (Kutub-ê Sîtte, c. 9, r. 313)

“Efendîyên rojan roja Înî yê, efendîyên peyva Qur’an, efendîyê Qur’anê Sûreta Beqere, efendîyê Sûreta Beqere jî Ayetu’l-Kursî ye. (Râmûzu’l-Ehâdîs, 302)

FIKRΠ AMEDÎ



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder