Ji ehlê hîkmet hinek kes wuha dibêjin:
- sihat û selameta wİcud di xwarina hindik de, sihat û selameta ruh di bê gunehîyê da; selameta dîn jî, bi girtina ehlaqê Hz. Muhammed (s.a.v) e.
Xwedê Teala C.C. wuha dibêje:
“Gelî ewên bawerî anîne! Ji Xwedê Teala bitirsin. Bira herkes binêre ka ji bo sibehê (roja qiyametê di pêş xwe de) çi şandî ye. Ji Xweda bitirsin lewra Xweda, ji kirinên we haydar e. ( Heşir: 18)
Îzahata ayetê bi vî awayî ye:
- Ji Xwedê Teala bitirsin. Îteatî wî bikin. Alîkarîya kesên ku di nava izdirabên maddî û manevî de ye bikin. Dewamî di rêya Xwedê Teala de bin ku hûn roja qiyametê xelata xwe bibînin. Lewra Xwedê Teala, - dixwzî bira xêr be dixwazî bira şer be- bi hemu tiştê ku we kirîye dizane. Melaîket, erd, esman, şev û roj hemu roja qiyametê di aleyha însan de şahidîyê dike. Heya azayê mirov jî di aleyha mirov de şahidîyê dike. Erd di heqê mirovên bi bawer û îxlas de şahidîyê dike û wuha dibêje:
- Li ser min nimêj kir, rojî girt, çu heccê, cîhad kir. Ji ber vê şahidîya erdê ve mu’mînê bi îxlas kêfxweş dibin. bi eynî şiklî erd di heqê mirovên kafir û ji Xweda re îsyan kirine de jî şahidîyê dike û dibêje:
Li ser min putperestî kir, ji Xweda re şirîk peyda kir, zîna kir, araq vexwar û heram xwar.
Mu’mîn ew kese ku bi hemu azayê xwe ji Xwedê Teala ditirse. Di vê xisusê de Îmam Ebu’l Leys wuha dibêje:
Elametê tirsa ji Xwedê Teala di van heft tiştanan de eşkere dibe:
1- Dİ ZİMAN DE: Kesê ji Xwedê Teala bitirse zimanê xwe ji derew û buxtanan, fesadîyê, gotinên fizûlî men dike. Zimanê xwe ji bo xwendina Qur’anê, zikirkirina Xwedê Teala û muzakera îlim meşxûl dike.
2- Dİ DİL DE: Kesê ku ji Xwedê Teala bitirse, li dijî muslimanan di dilê xwe de tiştekî xwedî nake. Tiştê wek hesed, derew û buxtanan ên xeyrî însanî di dilê xwe de derbas nake. Lewra hesed emelên mirov ên qenc diqedîne. Resulê Xweda di vê xisusê de wuha dibêje:
- çawa ku agir êzingê dixwe diqedîne, hesed jî wusa emelên salih dixwe diqedîne.
Bizanibin ku hesed nexewşîyek dile û di jîyana civakê de xisarên mezin vedike. Nexweşîyên dil yanî xuy û xesletên ku dil da ye ancax bi îlîm û emel tedawî dibe.
3- Dİ ÇAV DE: Kesê ku ji Xwedê Teala bitirse, di xwarina xwe de, di vexwarina xwe de, di, lixwekirina xwe de û di xisusên din de çavê xwe ji heraman diparêze. Bi xirs û çavbirçîtî na bi çavekî îbret û hêwetan li dinyayê dinêre. Xwe li mêzekirina tiştê heram diparêze. Resulê Xweda di vê xisusê de wuha dibêje:
- Kî çavê xwe bi tiştê heram tije bike, Xwedê Teala jî roja qiyametê çavê wî bi agir tije dike.
4- Dİ MÎDÊ / HÛR DE: Kesê ku ji Xwedê Teala bitirse, parîyekî heram naxe hûrê xwe. Lewra xwarina parîyê heram ji gunehên herî mezin e. Xwedê Teala wuha dibêje:
- Gava parîyekî heram dikeve zikê însan, heya ku ev parî di zikê wî de ye, li erd û esmanan melaîket lanetê li wî dikin. Eger gava ev parî di zikê wî da be û bimre cîyê wî cehennem e: ( Mukâşefet-ul kulûb rupel:9)
5- Dİ DEST DE: Kesê ku ji Xwedê Teala bitirse, destê xwe dirêjî heraman nake. Destê xwe dirêjî tiştê ku Xweda pê razîye dike.
6- Dİ PÊ DE: Kesê ji Xwedê Teala bitirse, gavê xwe li dijî Xwedê Teala navêje. Gavê xwe ji îtaeta wî re davêje. Ji bona ku îlîm û îrfan û ehlaqê rind hînbibe diçe civata alim û salihan.
6- Dİ ÎTAETÊ DE: Kesê ku ji Xwedê Tela bitirse bi tenê ji bona razayîya xwedê îtaetî wî dike. Xwe ji rîyayê, dirûtî û peyayê diparêze.
Eger di şeş azayê kesekî de û ya heftan di îbatên wî de ev halanan hebin, ew kesên ku Xwedê Teala di heqên wan de wuha gotine evanan in:
“Axret jî li cem Rebbê te ji bo mutteqîyan e.” (qismekê Sûreta Zûxruf:35)
“Bêşik ewên mutteqî, di cinnetan de li ser kanîyan e.
Tiştê ku Rebbê wan daye wan digrin. Lewra ew berê da karê rind dikin.” (Zarîyat: 15-16)
“Bêşik ewên mutteqî di nav cinnetan û nîmetan da ne.” (Tûr:17)
“Ewên mutteqî jî, di meqamên emîn da ne.” (Dûxan: 51)
Di van hemu ayetanan de Xwedê Tela wuha dibêje:
- Ew roja qiyametê ji ezab xelas dibin.
Divê mu’mîn di nav tirs û hêvîyê da here û were. Divê mu’mîn pişta xwe bi rehmeta Xwedê Teala girêbide û tu carê bêhêvî nemîne. Xwedê Teala wuha dibêje.
“Bibêje (Xweda wuha dibêje): “Ey evdên min ên ku ji hed derketine! Ji rehmeta Xweda bêhêvî nebin. Xweda hemu gunehên we effu dike. Lewra ew Xefur û Rehîm e.” (Zûmer:53)
Kesê mu’mîn ji rehmeta Xweda bêhêvî nîne û îbadetên xwe dike. Dev ji xuy û fiêlên xwe yên xerab berdide.
FİKRÎ AMEDÎ:
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder