وَاتْلُ عَلَيْهِمْ نَبَأَ الَّذِيَ آتَيْنَاهُ آيَاتِنَا فَانسَلَخَ مِنْهَا فَأَتْبَعَهُ الشَّيْطَانُ فَكَانَ مِنَ الْغَاوِينَ
وَلَوْ شِئْنَالَرَفَعْنَاهُ بِهَا وَلَـكِنَّهُ أَخْلَدَ إِلَى الأَرْضِ وَاتَّبَعَ هَوَاهُ فَمَثَلُهُ كَمَثَلِ الْكَلْبِ
إِن تَحْمِلْ عَلَيْهِ يَلْهَثْ أَوْ تَتْرُكْهُ يَلْهَث ذَّلِكَ مَثَلُ الْقَوْمِ الَّذِينَ كَذَّبُواْ بِآيَاتِنَا
فَاقْصُصِ الْقَصَصَ لَعَلَّهُمْ يَتَفَكَّرُونَ
سَاء مَثَلاً الْقَوْمُ الَّذِينَ كَذَّبُواْ بِآيَاتِنَا وَأَنفُسَهُمْ كَانُواْ يَظْلِمُونَ
مَن يَهْدِ اللّهُ فَهُوَ الْمُهْتَدِي وَمَن يُضْلِلْ فَأُوْلَـئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ
مَثَلُ الَّذِينَ حُمِّلُوا التَّوْرَاةَ ثُمَّ لَمْ يَحْمِلُوهَا كَمَثَلِ الْحِمَارِ يَحْمِلُ أَسْفَاراً
بِئْسَ مَثَلُ الْقَوْمِ الَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِ اللَّهِ وَاللَّهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِمِينَ
Jî wan ra qala wî kes (Bel’am) ê ku me ayetê xwe dabuyê bîke. Wî xwe jî vanan fîlîtandîbu û dûr ketîbu. Wî dabu pêy şeytan û bubu jî xerîfîyan. (175)
Eger me bîxwesta me yê ew bî wan ayetan bîlînd bîkîra. Lê wî meylê erdê kîr û da pêy hewa û hewesa xwe. Mesela wî, wek mesela wî kuçîkî ye. Tu dî ser da herî zîmanê xwe derdîxe û dîhelîke, dev jê berdî jî dîsa zîmanê xwe derdîxîne û dîhelîke. Han halê ên ku ayetên me derewandîne awa ye. Jî wan ra qala vê qîssê bîke dîbe ku bîfîkîrîn. (176)
Halê ewên ayetên me derewandîne û lî xwe zûlîm kîrîne çîqas xerabe! (177)
Xweda hîdayet dabe kî, êdî wî hîdayet dîye. Kî jî şaş kîrîbe û bîxerîfîne jî, êdî ew dî xusranêda ne. (A’raf-175-178)
Mesela ewên ku Tewrat lî wan hatîye bar kîrîn û paşê wan nîkarîbu wê hîlgîrên wek mesela kerê ku barê kîtêban lê barkîrî ye. Rewşa qewmê ku ayetên Xweda derewandîne çî xerab e!
(Cum’e-5)
Bel’am Kî ye?
Bel’am; alîmeke ku dewra Hz. Mûsâ (a.s.) de jîya ye û paşê îrtîdat kîrî ye. Jî ber munasebeta sûreta A'râf ayetên 175-176. ve navê wî dî gelek kîtêbên tefsîr û dîrokan de derbas dîbe. Lî gorî rîwayetan Bel'am İbn Bâura (yajî Bel'am İbn Eber) jî benî Îsraîl e.Lî warê Yemenê yajî bajarê Ken'anê dînê Xwedê Teala hîn buye mîrovekî xwedî îlîm û îrfan e û dua wî mustecab e. Lî balê navê Xwedê teala (îsm-ê Ezam) hebu. Lê paşê îsyan kîrîbu. Dî hînek çavkanîyan de hatîye nîvîdandîn ku jî keçên Hz Lut yekê re zewucîye ku ev xeberek xelete û Cîhudan jî bo ku dî aleyha muslîmanan de pêk bînîn boxtenek jî ber xwe ve çêkîrîn e. (1)
Ayetên qala mîjara Bel’am dîkîn wuha ne:
Jî wan ra qala wî kes (Bel’am) ê ku me ayetê xwe dabuyê bîke. Wî xwe jî vanan fîlîtandîbu û dûr ketîbu. Wî dabu pêy şeytan û bubu jî xerîfîyan.
Eger me bîxwesta me yê ew bî wan ayetan bîlînd bîkîra. Lê wî meylê erdê kîr û da pêy hewa û hewesa xwe. Mesela wî, wek mesela wî kuçîkî ye. Tu dî ser da herî zîmanê xwe derdîxe û dîhelîke, dev jê berdî jî dîsa zîmanê xwe derdîxîne û dîhelîke. Han halê ên ku ayetên me derewandîne awa ye. Jî wan ra qala vê qîssê bîke dîbe ku bîfîkîrîn. (A’raf-175176)
Dî çavkanîyên Îslamî de dî derheqê Bel’am de wuha tê qalkîrîn: “Lî gorî rîwayetan Musa (a.s) lî Şamê ketîbu nava axa Ken’anîyan .Vê gavê Bel’am jî gundê el-Belka lî Bel’a yê bu. Jî ken’anîyan hînek kes hatîn cem Bel’am û gotîn: “Ey Bel’am! Dî bîn seroktîya Musa Îbn Îmran de Benî Îsraîl êrîşê welatê me dîkîn û dîxwazîn me jî welatê me derxînîn û me bîkujîn. Wê dî welatê me de Benî Îsraîl bî cî bîke. Em qewmê tenîn û cîyê ku em pê de herîn jî tune. Tu zatekî salîh î. Duayên te tê qebulkîrîn, jî bo ku wan def bîke jî Xwedê Teala re dua bîke.”
Bel’am lî wan xeyîdî û got: “Xwelî lî serê we be. Ew qasîdê Xweda ye. Melaîket û mu’mîn bî wî ra ne. Ma ezê dî aleyha wan de çawa dua bîkîm! Tîştê ku ez pê zanîm Xweda nîşanê mîn daye.” Ew red kîrîbun. Qewmê wî jî bo ku dua bîke pîrr îsrar kîrîn. Bel’am jî lî kera xwe suwar bu û ber bî çîyayê ku Benî Îsraîl lê sekînî bu ve çu. Ev çîya çîyayê Husban e. Pîçekî çu kera wî mexel hat. Rakîr hînekî dîn çû ker dîsa mekel hat. Bel’am dîsa lî kera xwe suwar bu kete rê...Lê kera wî dîsa mexel hat. Heta ker jî erdê rabu lî kerê da. Nîhayet jî bo ku dî aleyha Bel’am de delîlek hebe ker bî destura Xweda axîvî û wuha got: “Ey Bel’am tu dî kuda dîçî? Ma qey tu nabînî ku melaîket lî ser rêya mîn sekînîne û mîn dîzîvîrînîn. Qasîdê Xweda û Mu’mîn dî aleyha qewmê te de nifira dîkîn.”
Lê Bel’am guh neda kerê û lî kerê xwe da û rêya xwe dewam kîr. Nîhayet kerê ew derxîst ser çîyayê Husban. Ew bir ber arteşa Hz. Musa (a.s) û Benî Îsraîl. Bel’am dest pêkîr nîfîr lî wan kîr. Lê gava lî Benî Îsraîl nîfîr dîkîr, Xwedê Teala zîmanê wî dî aleyha Qewmê wî de zîvîrand. Xelkê lî cem wî gava dîtîn ku Bel’am dî aleyha wan de nifiran dîke, gotîn: “Ey Bel’am! Ma tu zanî tu çî dîkî? Tu nîfîra lî me dîkî û jî bo Benî Îsraîl jî duayên bî xêr dîkî.” Wî jî got: “Ez vîya bî daxwaza xwe nakîm. Xweda hakîmî zîmanê mîn bu.” Dî ser vêya re zîmanê wî daket xwarê û heta sîngê wî dîrêj bu. Paşê zîvîrî qewmê xwe û got: “Dînya û axîret jî dest mîn çu. Edî jî hîle û pîlana pêve dî dest mîn de tu tîştek nema ye.”(2)
Mufessîran jî bo sebeba nîzula van ayetan her çîqas lî ser navê Bel’am sekînîne jî, berhemên emîn ên ku rîwayet û qîsseyan rast bîke tune. Bî tenê Bel’am, sebeba nîzula ayetan nîşandan jî ne tîştekî rast e.(3)
Jî alîyekî dîn ve, dî hînek rîwayetan de tê gotîn, kesê ku behsa wî dî ayetan de derbas dîbe, jî xêynî Bel’am Ummeye Îbn Ebî's-Salt, er-Râhîb Ebû Amr, jî nava Benî Îsraîl mîrovekî duayê wî meqbul , kesekî munafîq yan jî cîhud, fîlah yan henîfan e ku jî heqq zîvîrî ye. (4)
Wusa tê fahmkîrîn ku, ev ayetanan lî ser Bel’am û tevgêra wî ve, jî bo her kesî ye. Lewra ayetên Xweda jî yek mîrovekî re yan jî çend kesan re malkîrîn tîştekî ne rast e. Lewra vegîrtîna wan fîreh e. Esîl tîştê ku dîvê merîv lî serê bîsekîne jî eve ku xeber û rîwayetên lî ser Bel’am derbas dîbîn û ketîne çavkanîyên îslamê bî pîrranî jî îsraîlîyatê ye. (5)
Lewra malumatên ku dî çavkanîyên îslamê de tê zîkîrkîrîn, jî xêynî hînek nav û îfadan tev wek ên kîtêbê muqeddes e. (6)
Bel’am alîm û zanayên ku jî bo hesabê dînyayê dînê Xweda tehrîf dîkîn û jî bo ku bî kêrî sîstemê kufrê û rêvebîrê kufrê werîn tîxubê xweda dîcun û dîgeherînîn temsîl dîke.
Însanan bî navê Xwedê Teala (c.c) dîxapînîn. Jî bo hewa û hewesa xwe aqîda tewhîdê tehrîf dîkîn. Hêzê ku jî talan û îstîla welatên îslamê re rê vedîke û xelkê wî amade dîke Bel’am e.
Bela’am lî ser navê dîn kesê ku bî sîstemê kufrê û îdareyên lî hemberî Xweda Îsyan kîrîne re yanî bî hêzên taxutî re lîhevatîn e. Evanan muslîmanan bî navê Xwedê Teala dîxapînîn. Muslîmana entegreyî sîstemên kufrê dîkîn û telqîna îteatê lî muslîmana dîkîn. Evanan bî tabîra Qur’anê mîrovên xwedî sîfatên kuçîk în. Ev merîvên kuçîk, hînek hukmên Xweda qebul dîkîn û hînekî jî bî mazereta ku zeman guherî ye bî sîkûtî red û înkar dîkîn. Dî vê dewra me de gelek bel’am û muesesseyên ku îdeolojîyên resmî qebul dîkîn û dîxwazîn muslîmanan û îslamê jî wan îdeolojîyan re bîkîn xîzmekar hene. Ev alîmanan xwe pîrr dîndar dîdîn nîşandîn lê dî îtîqad û bawerîya jî taxutan re pîrr bî dîl în. İstîlaha “Ulu’l-Emr, lî hemberî kesên ku jî sîstemê re îsyan kîrî ye ra îzafe dîkîn û mu’mînan dîxapînîn. Han evanan Bel’amên hemdem în.
Karaktera Bel’am û Bel’amtîyê
Bel’am prototîpa tehrîfê ye. Lî gor Qur’an û Tewrat û Încîl û çavkanîyên îslamê em dîkarîn wesfên Bel’aman bî vî wayî bî rêz bîkîn.
1- Bel’am tîpekî nîjadperest e. Lî hemberî Muslîmanên Benî Îsraîl û H.z Musa, jî bona ku qewmê wî bu, pîşgîrîya Moabîyên putperest kîr. Lî hemberî heqqîyê, bî mazereta ku jî me ye lî cem batîlê cîyê xwe gîrt.
2- Tîpekî dînyaperest e. Jî emaneta ku Xwedê teala dabu yê re îxanet kîr û jî bo şan û şoret û nîmetên dînyayê dînê xwe fîrot û dînya kîrrî. Wek kuçîkekî ku jî bî hînek devşo îlm û îzzeta xwe jî bo malê dînyayê fîrot e.
3- Tîpekî ulema resmî ye ku îlmê xwe daye bîn xîzmeta rêvebîrên zalîm û kafîr. Emrê van zalîmû kafîran dî ser emrê Xweda re dîgrîn.
4- Tîpekî bêprensîb e. Jî bo ku yekîtîya netewî û bîtûnîya welat bîparêze, buhayên xwe yên pîroz red dîke û her rêyê jî xwe ra meşrû dîbîne. Aqîlê xwe dî bîn xîzmeta şeytan de pêk tîne.
Ev wesfana dî kî de hebe, ew Bel’amê dewra xwe ye. Jî ber vê yekê Qur’an navê cî, dem û şexsan nabêje. Lewra ev tîpanan lî her cîyî û dî her dewrê de heye.
Em lî gor ayetên dî sûreta A’raf de derbas dîbîn dîkarîn wesfê Bel’aman wuha bî rêz bîkîn.
-Bel’am bî ayetên Xwedê Teala (c.c) dîzane.
-Bel’am bî ayetên ku dîzane emel nake û rêberîya şeytan qebul dîke.
-Bel’am dî şuna rehmeta Xweda de mîsteheqî ezabê wî buye.
-Bel’am xayînekî ku jî bo nafeta dînyayê îlmê xwe û bawerîya xwe fîrotî ye.
-Bel’am kuçîke ku dî aleyha muwahîdên ku dîxwazîn sîstema Fîr’ewunî bîqelîbînnîn de dîewte.
-Bel’am nedaye pêy Xweda daye pêy hewa û hewesa xwe.
-Jî bo ku qanunê Xweda înkar kîrîye Bel’am wek kuçîkan hatîye teşbîhkîrîn.
-Bel’am şexsîyetekî ku xususî jî bo dewra Hz. Musa nîne. Dî nava ummeta Muhammed de jî şexsîyetên awa derketîne û wê derkevîn jî.
-Bel’am neyarê ummeta Muhammed e û Ummeta Muhammed jî neyarê Bel’am e.
-Bel’am mîhraqê fîtne û fesadîyê ye ku jî alîyê Hz. Muhammed (s.a.s) ve jî beşerîyetê re hatîye nasandîn.
Dî Qur’anê de Karaktera Bel’am û Alîmên dî Dîlê Wan de Nexweşî Heye.
Bî wê (Qur’an) a ku ya lî cem we (Tewratê) rast dîke bawerî bînîn û dî înkara wê da nebîn ê pêşîn. Ayetên mîn bî buhayekî kêm nefroşîn. Jî mîn tenê xwe bîparêzîn.
Heq û batîlê lî navhev nexîn û bî zaneyî wî veneşêrîn.(Beqere-41-42)
Ma hûn qencîyê emrî mîrovan dîkîn û xwe jî bîr dîkîn û hûn kîtêbê jî dîxweynîn, ma hûn qe aqîl dî ber da nabîn? .(Beqere-44)
(Gelî Musîlmanan!) Ma anîha hûn hêvî dîkîn ku wê (Cîhu) bera bî we bawer bîkîn? Lê bîrrekê jî wan kelamê Xweda guhdar dîkîrîn û hîş dî ber da dîbîrîn jî, dîsa bî zaneyî ew tahrîf dîkîrîn. .(Beqere-75)
Weyl lî ewên kîtêbê bî destê xwe dînîvîsînîn û paşê jî bo ku bî buhayekî baş bîfroşîn, dîbêjîn: “Ev, jî bal Xweda ye.” Weyl lî wan jî bo ku bî destê xwe nîvîsandîne û weyl lî wan jî bo ku (nafet) bî dest xwe xîstîne. .(Beqere-79)
Lê hûn dîsa hevûdî dîkujîn û jî nava xwe bîrrekî jî warê wan derdîxînîn, dî aleyha wan da bî gunehkarî û dîjmînantî alîkarîya hev dîkîn. Gava bî hêsîrî werîn cem we, (jî warê wan) derxîstîna wan lî ser we herame jî, hûn fîdyê jî wan dîstînîn û wan berdîdîn. Ma qey hûn bî hînekî kîtêbê bawer dîkîn û hînekî jî înkar dîkîn? Dî nava we da kî awa bîke êdî cezayê wî dî heyata dînyayê da rezîlî û rîswatîye û roja qîyametê jî wê ber ezabê pîrr gîran bîkeve. Xweda jî kar û kîrînên we xafîl nîne. .(Beqere-85)
Ewên axreta xwe bî heyata dînyayê fîrotîne evanan în. Ezabê lî ser wan nayê sîvîk kîrîn û alîkarî jî, lî wan nayê kîrîn. .(Beqere-86)
Pîştî delîlên vekîrî / eşkera û hîdayeta me daxîstîye û me dî kîtêbê da jî mîrovan re îzah kîrîye jî, ewên wî vedîşêrîn (hene); êdî Xweda lanetê lî wan dîke û hemu lanetkar jî lî wan lanetê dîke. .(Beqere-159)
Lê ewên towbe kîrîne û îslah bune û (rastî) îzah kîrîne ne têda. Ez towbeya wan qebul dîkîm. Lewra ez towbeyan qebul dîkîm û Xefur îm (mexfîretê dîkîm). .(Beqere-160)
Ewên, tîştê Xweda, jî kîtêbê daxîstîye vedîşêrîn û bî çend dîrheman dîfroşîn hene; ew jî agîr pêvtîr tîştekî naxîn zîkê xwe. Xweda roja qîyametê bî wan ra napeyîve û wan paqîj nake. Jî wan ra ezabekî pîr bîêş û jan heye.
175- Wan lî hemberî hîdayetê delalet û lî hemberî mexfîretê jî ezab kîrîne. Ma ew jî agîrê cehennemê ra çîqas karîn sebîr bîkîn!
176- Awa ye. Lewra Xweda kîtêb bî heqqî daxîstîye. Ewên lî ser kîtêbê bî hev ketîne jî, dî nava cîhêbunek kûr da ne. .(Beqere-174-176)
Ey ehlê kîtêb! Ma çîma hûn heqqîyê û batîlê lî nav hev dîxîn û bî zaneyî rastîyê vedîşêrîn?
(Alî-Îmran-71)
Demekî Xweda, jî ewên kîtêb jî wan ra hatîye dayîn peyman gîrtîbu û gotîbu: “Hûnê wê jî mîrovan ra îzah bîkîn û wê veneşêrîn.” Lê wan ew avêtîn pêy xwe û bî buhayekî kêm fîrotîn. Ew tîştê ku kîrîne, çîqas pîs e. (Alî-Îmran-187)
Jî ehlê kîtêb hînek hene, bî Xweda û bî tîştê jî we ra hatîye daxîstîn û jî wan ra hatîye daxîstîn bawerî tînîn. Jî Xweda ra samîmî ne. Ayetên Xweda bî buhayekî kêm nafroşîn. Lî cem Rebbê wan ecrên wan hene. Bêşîk Xweda hesaban pîrr zû dîbîne. (Alî-Îmran-199)
Xweda dî kîtêbê de jî we ra daxîstîbu û gotîbu: “Gava we bîhîste ku ayetên Xweda tê înkarkîrîn û henek (tînaz) bî wan têne kîrîn, heta ew qala tîştekî dîn nekîn bî wan ra rûnenên. Yana hûnê jî wekî wan bîbîn.” Bêşîk wê Xweda hemu mînafîq û kafîran dî cehennemê da bîcîvîne serhev. (Nîsa-140)
Me dî wê (Tewratê) da nîvîsî (ferz kîrî) bu: “Can bî can e, çav bî çav e, poz bî poz e, guh bî guh e, dîran bî dîran e û jî bîrînê ra jî qîsas heye. Lê kî vêya bî sedeqe bîbexşîne ew jî wî ra kefaret e. Kî bî tîştê ku Xweda daxstîye hukum neke, ewên zalîm ew bî xwe nîn. (Maîde-44)
Ey pêxember! Tîştê Rebbê te jî te ra daxîstîye teblîx bîke. Eger tu vê (wezîfa) xwe nekî, êdî te pêxembertîya Rebbê xwe teblîx nekîrîye. Wê Xweda te jî mîrovan bîsîtîrîne. Xweda lî qewmekî kafîr hîdayet nake. (Maîde-67)
Jî zaryên Îsraîl ewên înkar kîrîne; bî zîmanê Dawut û Îsayê kurê Meryemê hatîne lanet kîrîn. Lewra wan îsyan kîrîbu û jî hed derketîbun (Maîde-78)
Hev û dîn jî karên neqenc (munkeran) men nedîkîrîn, tîştên ku dîkîrîn çîqas pîse. (Maîde-79)
Gava te ewên dî heqqê ayetên me da dîkevîn munaqeşê dît, heta derbasî gotînek dîn nebîn rû jî wan bîzîvîrîne. Eger şeytan jî te bîde bîrkîrînê, pîştî ku hate bîra te (hema jî cem wan rabe û) bî wî qewmê zalîm ra rûnenê. (En’am-68)
Gava jî wan cîvatekî dîgot: Ma qewmê ku Xweda dîxwaze wan helaq bîke yajî bî ezabekî zor û asê bîde ezabkîrîn, çîma hûn şîreta lî wan dîkîn? Gotîbun: “Jî bo ku lî cem Rebbê we bîbe mazeret yajî dîbe ku xwe bîparêzîn loma.
Gava şîretên lî wan hatîye kîrîn jî bîr kîrîn, me jî ewên jî xerabîyê men dîkîrîn xelas kîrîn. Ewên zûlîmkar, jî ber fîsqa ku kîrîbun, me bî ezabekê zor û asê bî wan gîrt.(A’raf-164-165)
Dî pêy van da hînek kesên nebaş jî kîtêbê ra bune xelef (warîs). Evanan nafeta vê dînya rezîl dîgîrtîn û dîgotîn: “Jîxwe emê bêne efukîrîn û nafeteka wekî wê bîhata ew jî dîgîrtîn. Ma jî wan peyman nehatîbu sîtendîn ku wê dî heqqê Xweda de jî heqqîyê pêvtîr gotînek dîn nebêjîn û ma tîştê dî kîtêbê da nexwendîbun? Jî bo muttaqîyan roja axretê çêtîr e. Ma hûn qe aqîl dî berda nabîn. .(A’raf-169)
Jî wan ra qala wî kesê ku me ayetê xwe dabuyê bîke. Wî xwe jî vanan fîlîtandîbu û dûr ketîbu. Wî dabu pêy şeytan û bubu jî xerîfîyan.
Eger me bîxwesta me yê ew bî wan ayetan bîlînd bîkîra. Lê wî meylê erdê kîr û da pêy hewa û hewesa xwe. Mesela wî, wek mesela wî kuçîkî ye. Tu dî ser da herî zîmanê xwe derdîxe û dîhelîke, dev jê berdî jî dîsa zîmanê xwe derdîxîne û dîhelîke. Han halê ên ku ayetên me derewandîne awa ye. Jî wan ra qala vê qîssê bîke dîbe ku bîfîkîrîn.
Halê ewên ayetên me derewandîne û lî xwe zûlîm kîrîne çîqas xerabe!
Xweda hîdayet dabe kî, êdî wî hîdayet dîye. Kî jî şaş kîrîbe û bîxerîfîne jî, êdî ew dî xusranêda ne. .(A’raf-175-178)
Gelî ewên bawerî anîne! Rastî eve ku jî heham û keşeyan pîrrê wan malê mîrovan bî neheqî dîxwîn û pêşî lî rêya Xwedê dîgrîn. Ewên zêr û zîvan kom dîkîn û dî rêya Xweda de xerc nakîn hene, mîzgîna ezabê bîêş û jan bîde wan. (Tewbe-34)
Mêrên munafîq û jînên munafîq jî hevûdîn în. Emrê xerabîyê dîkîn û jî qencîyê men dîkîn û çîkosîyê /temayîyê dîkîn. Xweda jî bîr kîrîne û Xweda jî ew jî bîr kîrîne. Ewên ku fasîqîn, han munafîqîn. (Tewbe-67)
Gotîn: “Ey Şuayb! Ma nîmêja te emrê te dîke ku em dev jî tîştên bav û kalê me jî wan ra îbadet dîkîr berdîn yan dî malê xwe da tîştê ku em duxwazîn nekîn? Bî rastî tu pîrr xuy nerm û jîr î.”
(Şuayb) got: “Gelî qewmê mîn! Ka jî mîn ra bîbêbêjîn, eger ez jî alîyê Rebbê xwe ve, lî ser delîlekî bîm û wî rîzqekî xweş dabe mîn, ma ez karîm çî bîkîm? Ez naxwazîm tîştê mîn jî we ra men kîrîye, bîkîm û muhalefeta we bîkîm. Dîxwazîm we bî tenê lî gorî hêza xwe îslah bîkîm. Serkeftîna mîn bî alîkarîya Xweda ye. Mîn xwe sîpartîye wî tenê û ber bî wî da fetîlîme. (Hud-87-88)
Tu jî ber vê (pêxembertîyê) qe ûcretekî jî wan naxwazî. Ew (Qur’an) jî aleman ra şîret û hîşyarî ye.(Yûsîf-104)
Hîndîk mabu wan jî xêynî ewê me wehyê te kîrîye, tu tîştekî îsnadî me bîkî û tu bîxîstana fîtneyê. Wê gavê wê tu jî xwe ra bî dostî bîgîrtana.
Eger me sebat nedaba te, bî sond hîndîk mabu te meylî wan bîkîra.
Wêgavê me yê dî heyata te da û mîrîna te da qat bî qat zêde (jana ezab) bî te bîda tamkîrîn. Paşê te lî hemberî me jî xwe ra alîkar jî nedîdît. (Îsra-73-75)
Tu jî bî ewên sîbeh û êvarê lî razayîya Rebbê xwe dîxwazîn û duâ dîkîn ra sebîr bîke. Jî bo xwestîna xemla dînyayê çavê xwe jî wan nezîvîrîne. Tu jî wî kesê ku me dîlê wî jî zîkîrkîrîna xwe xafîl kîrîye û ewê dîde pêy hewa û hewesa xwe û ewê dî karê xwe da pêş da çuye ra sîtu netewîne. (Kehf-28)
Bîbêje: “Ez jî ber vê wezîfa xwe tu ucretekî jî we naxwazîm. Bî tenê dîxwazîm hûn ber bî Rebbê xwe ve bî rêyekî bîgrîn. (Furqan-57)
Ewên rîsaleta Xweda teblîx dîkîn û jî Xweda dîtîrsîn; jî Xweda pêve jî kesî natîrsîn. Jî hesab dîtînê ra Xweda bes e. (Ehzab-39)
Kî îzzet û rûmetê dîxwaze, (bîra bîzanîbe ku) hemu îzzet û rûmet ê Xweda ye. Gotîna rînd ber bî wî ve bîlînd dîbe. Karên qenc jî wî bîlînd dîke. Ewên xerabîyê dîhûnîn û lî hev tînîn jî, jî wan ra ezabekî zor û asê heye. Tîştê ku lî hev anîne jî, betal buye. (Fatîr-10)
Bîdîn pêy evên ku jî we ucretekî naxwazîn. Ew dî rêya rasd da ne.”(Yasîn-21)
Û dîgotîn: “Eger Rehman bîxwesta, me jî wan (putan) ra îbadet nedîkîr. Dî vê xususê de qe zanîna wan tune. Bîtenê ew derewan dîkîn. Zûxrûf-20)
Ma te ew kesê ku hewa û hewesa xwe jî xwe ra kîrîye îlah û Xweda lî ser îlmekî ew xerîfandîye û guh û dîlê wî mohr kîrîye û dî ser çavê wî de perde kîşandîye; dîtîye? Êdî jî Xweda pêve kî dîkare hîdayetê bîde wî? Ma hûn hê jî nafîkîrîn?(Casîye-23)
Yajî tu ucretekî jî wan dîxwazî û ew dî bîn barekî gîran da dîmînîn? (Tûr-40, Qelem-46)
Lê dî vê xususê da, qe zanîna wan tune. Bî tenê dîdîn pêy zann û gumanê. Lê guman jî bî tu awayî cîyê rastîyê nagre. (Necm-28)
Gelî ewên bawerî anîne! Çîma hûn tîştê ku nakîn dîbêjîn?
Gotînên ku hûn nakîn û dîbêjîn; lî cem Xweda sedema xezeb û kerbeka mezîn e. (Seff-2-3)
Mesela ewên ku Tewrat lî wan hatîye bar kîrîn û paşê wan nîkarîbu wê hîlgîrên wek mesela kerê ku barê kîtêban lê barkîrî ye. Rewşa qewmê ku ayetên Xweda derewandîne çî xerab e!
(Cum’e- 5)
Sond bî E’srê ku;
Bî rastî mîrov dî zîyanê da ne.
Lê ewên bawerî anîne û karên qenc kîrîne û ewên heqqîyê û sebrê lî hev şîret dîkîn ne têda.
(‘Esr-1-3)
Dı Hedîsan de Alîmên Wek Bel’am û Mesulîyrta Îlîm.
Lî îlîm gerîn, lî ser her muslîmanî ferz e. Kesê ku îlîm nîşanê mîrovê ne ehîle bîde; wek wî mîrovê, jî zêr û zîv û cewheran gerdanekî têxe sîtûyê berazan e..(7)
Kesê ku îlmek jê bê pîrskîrîn û ew vêya veşêrde; wê roja qîyametê jî agîr gem /bîzmek lî devê wî keve.(8)
“Roja qiyametê zilamekî tînin û davêjin cehenem ê. Cehennem wî di nav kevirê aş de wek genimê di aş de tê hêrandin, dihêre. Di ser vê yekê re, ehlê cehennemê li ser serê wî dicivin û dibêjin: “Ey filankes! Ma te başî emir dikir û ji nebaşîyê men dikir?” Ew jî dibêje: “ Belê min emrê başîyê dikir lê min bi xwe ew nedikir û dîsa min ji nebaşîyê men dikir lê min ew bi xwe dikir.” (9)
“Miheqeq wê li ser we hinek mirovên amîr/îdarevan bêne tayînkirin. Hunê jî hinek kar û kirinên wan maruf û rind bibînin. Kî karekî xerab, xerab bibîne; ji gunehên wî dûr û berî ye. Kesê înkar bike û jê biparêze; (ji şirîkatîya gunehên wî) dûr e.
Ancax kî ji wî razî be û bide pêy ên wî karî dikin; ji gunehên wî xelas nabe. (Sahabîyan) gotin: “Ma em bi wan îdarevanan re şer nekin?” Kerem kir got: “Heta nimêja xwe kirin na bi wan re şer nekin.” (10)
Kesê mirovan gazî rêya rast bike; xêr û sewabê kesên dane pêy wan ji wan re heye. Ji xêrê ên dane pêy wan jî, tiştek jê kêm nabe.
Kesê mirovan gazî xerifî û delaletê jî bike; gunehên ên dane pêy wan ji wan re heye. Ji gunehên ên dane pêy wan jî tu tiştek kêm nabe. (11)
Ki Qur’anê bixwîne û Quranê ji bo ku malê xelkê bixwe bike wesîle, roja qiyametê rûyê wî ji hestîyekî ku goşt jê hatiye şêlandin tê meydana Erasat ê. (12)
Helaqa ummeta min; ji rûyê alimên fasiq û abîdên nezan ve ye. (13)
FIKRÎ AMEDÎ
Çavkanî:
1- (Taberî, Tefsîru't-Taberî, Mîsîr, 1373/1954, ÎX, 119-120; Fexreddîn er-Râzî, Mefâtîhu'l-xeyb, Mısır, 1308, XV, 54; D. B. Macdonald, İA, "Bel'âm İbn Bâura" Mad.).
2- (Taberî, b.n .w. d. ÎX, 124-126; Râzî, b.n.w.d, XV, 54; İbnü'l-Esîr, el-Kâmîl fî't-Târîx, Beyrut 1385/1965, Î, 200 w.w.d; İbn Kesîr, el-Bîdâye ve'n-Nîhâye, Rîyad 1966, Î, 322 w.w.d.).
3- (Qasîmî, Mehâsînû't-Te'wîl, VÎÎ, 2906).
4- (Taberî, b.n.w. d, ÎX, 119 w.w.d, Râzî, b.n.wd, XV, 54; Zemahşerî, el-Keşşaf, Beyrut 1366/1947, ÎÎ, 78; Mes'udî, Murûcu’z-Zeheb, Mîsîr 1384/1964, Î, 52; Îbnî Kesîr, b.n w. d, Î, 322).
5- (D. B. Macdonald, Î A, ÎÎ, 464-465; Abdullah Aydemîr, dî Tefsîrê de Îsrâîlîyyat, Ankara 1979, r. 242)
6- (Kîtaba Muqaddes, İstanbul 1981, hejmaran XXÎÎ, 2-41; XXÎÎÎ 1-30; XXÎV, 25; XXÎÎ, 16; Yeşu XXÎV, 9).
7- ) (Îbn Mâce, Muqaddîme 17, jîmara hedîsê: 224)
8- (Îbn Mâce, Mukaddîme 24, jimara hedîsê: 261; Tîrmîzî, Îlm 3, jimara hedîsê: 2651, 2787; Ebû Dâvud, İlm 9, jimara hedîsê: 3658)
9- (Buxârî, Fîten, 17, jimara hedîsê: 46, Bed’u’l-Xalk 10; Muslîm, Zuhd 7, jimara hedîsê: 51 -2989-; Ahmed bîn Henbel, Musned, V/205, 206, 207, 209)
10- (Muslim, Îmâre 63)
11- (Muslim, İlim 16; Tirmizî, İlm 15; Ebû Dâwud, Sunnet 6)
12- (Aynî, Umdetu'l-Kaarî, XII/96; Beyqakî; S. Buxari, Tecrîd-î Sarîh Terc. VII/48)
13- (Aliyyül Kari, Esrâru'l-Menfûa, 364)
FIKRİ AMEDİ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder